Meşa ku bi navê “şeve cardin bidest bixe” hatiye lidarxistin bangewazîyeke bo kesayeta me ya hestiyar. Wisa kirine ku divê em, wekî jinekî bi taybetî ji şeve bitirsin. Şev ji bona jinan tijî tehde û talûke ne. Heke jinek şevê bi tena serê xwe li sûkê de bimeşe, ev yek bes nayê wateya ku ev jin di bin rîska tacîzkirinê de ye, her wiha wateya vê yekê –anegorî hişmendîya mêrsalar- ew e ku ev jin bi zanetî û dilî dixwaze bê tacîzkirin. Ew jina ku ji tixûbên şevê derbas dibe êdî qaçaxê zagonê ye ku rêzika bingehîn a tevgerana şaristanî xira dike: jineke binamûs şevê dernakeve li derva, heya bi tena serê xwe an ji tevli hin jinên din qet dernakeve. Ew jina ku şevê bêyî gergûnka xwe derdikevin li derva an wekî kuçegêrok an jî orispîyeke pozbilind a ku nizane çawa tevbigere tê dîtin. Polîsên şeve –yanê tecawîzker û mêrên din ên ku derketine nêçîrê- xwedîyê ew mafî nin ku zagona şevê bicih bînin: jinan bi nermovingo temaşe bikin û wê ceza bikin. Ketin li pey me hemûyan û gelek ji me hatin girtin jî. Her yek jina ku ji rêgezên civata şaristanî haydar, baş dizane ku divê xwe bi şevê biparêz e. Lê heke ew jin wekî “keçeka qenc” li malê bimîne û derîyan ji ser xwe de dade jî şev wê tehdît dike ku bi zorê bikeve li hindur. Ew heywanên dirrinde ku li pencere diteyîsin, xwe bi borîyan digirin hildiperikin, zirzeyan vedikin û ji kûlekê re dikevin hindur şevê digel xwe tînin. Bo nimûne ev nêçîrvan di fîlmên vampîran de wekî romantîk tên nîşankirin. Nêçîrvan notanî dûxanê ji derz û qelşan re dadiwêre. Digel xwe mirinê û seksê tînin. Qurbanî vedikişin; li hemberê seksê berxwe didin, heya ku xwe teslîmî kelecana nêçîrvan dikin û şeqên xwe ve dikin, sîngên xwe yên rût û tazî pêşkêş dikin û dikevin “evînîya” wî. Piştî ku qurbanî bi tevahî xwe teslîm dike êdî şev ji gef û gurra xwe dest berdide ji ber ku êdî qurbanî jixwe mirî ye. Jinik gelekî şêrîn, gelekî jinane û gelekî mirî ye. Belê wiha ye, ev qaşo-romantîzm tecawîz e ku bi nêrînên watedar hatiye xemilandin. Şev dema romantîzmê ye. Mêr jî notanî ew vampîrên ku mirov xwezîyên xwe pê tînin, diçin bo xapandina jinan. Notanî vampîran derdikevin nêçîrê. Şev destûrnameya qaşo-romantîzmê dide û romantîzim vediguhere destdirêjîyê. Ew îqameya ku derîyên derîyên wê darê zorê tên vekirin carna mal, hemasa beden û carna jî ew tiştê ku hin kes jê re dibên giyan e. Jin tiktenê ye û/an jî ji xewê de ye. Mêr ji hebûna jinê dixwe heya ku jê têr dibe an jî jin di destên wî de dimire. Kûlîlkên jin xapandinê ew in ku berîya qurbanî tê kuştin bi aliyê kujer ve tên pêşkêşîkirin. Kincan li laşê wê dikin, wê dirêj dikin û bi merasîmekî ve dest didin li ser hebûna wê, êdî ew heta hetayê bona berdevamiya heman tiştê tê bikar anîn. Hemû ciyawazîyên viyanî û takekasî kuta dibin û wisa dixwazin ku em bawerîya xwe pê bînin ku ev kutakirina bi aliyê tecewîzker ve nehatiye kirin, şevê xwe hemû ciyawazî kuta kirine. Mêr şevê bona tinekirina me bikar tînin. Kasanovayê ku mêr wî wekî hosteyê xwe qebul dikin dibêje ku “gava lempe tê vemirandin hemû jin notanî hevdu nin.” Hêmana zayenditîya mêran a sereke ew e ku kesayetî, takekesitî, taybetmendîyên şexsî û vîna jinê tine dike. Loma jî şev ew wext e ku bona pîrozkirina zayenditîya mêran hatiye terxankirin, ji ber ku bi şevan her der reş û tarîyê û di tarîyê de hêsatir e ku ciyawaziyan nebînin, ferq nekin bê ka ew jîn kî ye. Zayenditîya mêran ku ji tevahîya jiyanê, bi taybetî jî ji jiyana jinan nefret dike, dikare bi hovanê bireve, hema kîjan qurbanî bikeve li ber bikûje, bona xwe veşartinê tarîyê bikar bîne, sebra xwe bi tarîyê bînê, tarîyê bike stargeh û xwe pê bihewîne. Şev ji bona mêran efsûnî nin. Ew bi şevê derdikevin bi gerrîna fahîşeyan. Qaşo peyşabûnên xwe şevê dikin. Şevê serxoş dibin û notanî garanan li sûkan digerin. Ew bi şevê dikutin jinên xwe. Cimaeta xwe bi şevê geş dikin. Qaşo- jirêderxistinên xwe bi şevê dikin. Kirasên xwe yên spî şevê xwe dikin û agir alafê berdidin bi xêç. Şeva belûr, ew şeva ku Nazîyên Alman li çawirdora Almanyayê dikan û malên Cihûyan bombe kirin, ew şeva ku heya ku borî tevahîya Almanyayê bi şûşeyên şkestî de ma, ew şeva belûrîya ku navê xwe bi wan şûşeyên şkestî girt. Şeva belûrîya ku Nazîyan hemû Cihûyên ku xwe di cihên ewle de veneşartine û zirze li ser xwe de negirtine qir kirin. Şeva belûrîya ku elameta qetlîamên siberojê, nîşaneya wateya şevê ye. Nirxên rojê dibin derd û kûlên şevê. Hemû komên, cimaetên di bin tehdeyê de ji şevê ditirsin, ji ber ku bi şevan hemû kesên wekî bindeste tên dîtin notanî jinan muamele pê tê kirin: wekî nêçîrekî, lêdanê dixwin, tên kuştin an jî dibin hedefa tûndîya zayendî. Em bi şevan ditirsin ji ber ku mêr bi şevan bêtir xeternak in. Emrîka anegorî xeysetê xwe yî nijadperest tevdigere, dike ku tirsa tarîyê di binehişê me de wekî tirsa reşîkan, bi taybetî tirsa mêrên reşik bicih bike. Bi vî awayî têkiliya gerdîşî ya di navbera mêrên reşik û destdirêjîyê -destdirêjî mîrateya me ya neteweyî ye- bixêztir dibe. Lewre nîgaşa şeva reş wisa pêşniyar dike ku reş bi jixweberî xeternak e. Bi vî awayî li ser têkiliya di navbera şevê, mêrê reş û tecawizê tê girtin. Şev yanê zemanê ku seks tê kirin, dibe zemanê nijadperestiyê, tirsa nijadperest û nefreta nijadî. Li Başûrê Emrîkayê, bi şevan derdikevin gerra mêrê reş ku wî bixesînîn û/an jî linç bikin. Emrîka dewleteke nijadperest e û mêrê reşik jî wekî barkêşê talûkê, barkêşê destdirêjiyê tê hilbijartin. Rêbaza desthilatdariya mêran a sereke dike ku mêrên reşik ji bona nijadên wan kêm bên qebulkirin û wekî serê kulê, wekî nîşaneya zayenditîya hemû mêrtiyê bên bikar anîn. Hîtler jî heman yek anî li serê mêrên Cihû. Li Emrîkayê zêdepariya fahîşeyan bi jinên reşik pêk tên: ev jin wekî pêşnimûneyên sedema hemû qirêjî û gunehkariyan û zayenditîya jinan a ku wekî milkê mêran hatiye pênasekirin tên dîtin. Û bi vi awayî şev ji bona jinan dibin zemanê nijadê û zayenditîyê: mêtinkarîya nijadî û zayenditî tevli hevdu dibe, ji hevdu nayê veqetandin. Şev û reş, seks û nijad. Mêrên reşik bona kirinên hemû mêran tên tawanbarkirin; jinên reşik hemû jin çawa bên îstîsmarkirin wisa tên îstîsmarkirin. Lê belê hikûk û gerdîşa civakî bes wan û bi awayekî tûndî ceza dike. Bona ku em bikaribin vê girêka zordest a ku her şev cardin tev digere çareser bikin divê em cardin şevê bidest bixin, bo ku êdî ne nijad ne jî zayend bikaribe me bi destê vê girêkê tine bike. Şev du alternatîfan raberî jinan dike: an talûke an jî zindan. Lê belê gelek caran zindan jî pir neternak e. Jinên ku lêdanê dixwin mehpûs in. Ew jina ku dûçarî destdirêjîya mêrê xwe bûye, îxtimaleke mezin e ku ev tecawiza li mala wê xwe de hatiye serê wê. Lê wisa didin qebulkirin ku heke em xwe di malê de zindanî bikin êdî talûke namîne. Dîroka jinan dîroka mehpûsîyê ye: sînordarkirina fîzîkî, girêdayîn, qedexekirina tevgeranên jinan, cezakirina hereketkirina jinan. Niha hema em berê xwe bidin li ku derê lingên jinan girêdayî nin. Jineka ku dest û pîyên wê girêdayî bona rewşa me ya heyî nîşaneyeke berbiçav e. Û em hema vegerîn bi kîjan alî dibînin ku êsirtiya me tê pîrozkirin. Aktor George Hamilton di Kontê Nû Draculayê de dibêje “Her jinek xwedîyê ew fantazîyê ye ku kesekî biyanî di tarîyê de destên wê girê bide, fantazîya jinan ew nîn e ku digel Vanessa Redgraveê tevlî meşe bibin.” Xuya ye ku haya Hamîlton bi fantazîya me ya ku digel Venessa Redgraveê tevlîbûna mêşê nîn e. Pîrozkirina şehwanî a koletîya jinan, olên, pirtûkên pîrôz û fîlmên vê serdemê –notanî dest û pîyên girtî- li çawirdora me nin. Bandora koletîyê ew e ku azadîya tevgeranê sinordar dike. Hannah Arenth wiha nivisîye, “ gava ku peyva azadî ji ber guhê me dikeve, ji nav hemû azadîyên ku tên li bîra me de azadîya herî qedîm û herî bingehîn azadîya tevgeranê ye.” Azadîya ku dilê me her ji kuda bixweze em bikarin biçin li ew derê nîşaneya azadîyê ya herî sereke ye. Lewre qedexekirina tevgeranê ji serdemên qedîm pê ve şerta sereke a koletîyê ye. Azadiya hereketkirinê, parçeyekî tevgeranê yî bingehîn e û mêr bi taybetî azadîya xwe di nav tevgeranê de azmûn dikin. Mêr azadîyê û azadîya tevgeranê azmûn dikin lê heman yek bona jinan ne pêkan e. Divê em qebul bikin ku azadîya tevgeranê şertê bingehîn ê hemû azadîyên din e. Heke em anegorî girîngîya azadîyan dorekî çê bikin, girîngiya azadîya tevgeranê li berîya azadîya ravekirinê ye ji ber ku heya azadîya tevgeranê nîn be ticarî azadîya ravekirinê pêkan nabe. Yanê dema ku em bona azadîyê ditêkoşin divê em ji sêrî ve destpê bikin û ji bona azadîya tevgeranê şer bikin. Çimkî heya ku ew nebe hîç azadîyeke din nabe. Rastî ev e; piştî tarî dikeve li erdê destûra me nîn e ku em derkevin li derve. Li hin cihên dinyayê derva ji bona jinan bi temamî qedexe ye lê belê di bin ev demokrasîya ku wekî nimûnê ji hemû dinyayê tê nişandayîn de destûrê didin ku em li berîya ketina tarîyê kor topal biçin bên û bendê nin ku em şikira xwe bi vê rewşê bînin. Divê em şikirdar bin ji ber ku bi taybetî karên me û ewlehîya me girêdayî vê şikirdarbûnê, girêdayî bindestîtiyeke rûgeş, şêrîntîyeke pasif û stûxwarkirinê ye- êdî kîjan anegorî kêfa mêrê ku divê em kêfxweş bikin be ew! Heke em notanî bûkên pêlîstok bin, heke em bona têkoşînê amade nîn bin û wê bendê bin ku zirzeyan li ser me de dadin, me girê bidin, zindanî bikin, zeft bikin, bibin xwedîyê me, dest bidin li ser me divê em şikirdariya xwe pê bînin. Heke em li hemberî dîmenên ku jin tên girêdayin, ziravê wan tê qetadin û tên îstîsmarkirin amade nîn bin ku bitêkoşin divê em bona şikirdarîyê amadekariya xwe bikin. Divê em amade bin bo daxwazîkirina azadîya tevgeranê, ne bes daxwazîkirin têr nake, divê em an vê azadîyê peyda bikin an jî şikirdarîya xwe pê bînin çimkî em baş dizanin ku azadîya tevgeranê esasê bingehîn a hemû azadîyên din e. Divê an em şikirdariya xwe pê bînin an jî bi dil û can wekî “her sê Mariayên Portekîzî” bibêjin “Na! Êdî roj roja raperînê ye: êdî bes e. Êdî ew roj ew roj e ku divê em bi laşên xwe diwarekî daynin.” Bi raya min em şikirdariya xwe zêde bi qencîyên mêran ên biçûk tînin. Bi raya min vê şikirdarîyê êdî canê me zer kiriye. Te bibêji qaşo em ruleta Rusan dilîzîn, her şev çêkên wan li ber enîya me nin. Û her roj bi belengazî şikirdariya xwe pê tînin ku hê jî nehatine kuştin. Em her roj ji bîr dikin ku şevekî dore bê me; ew tehdeya ketober e rojekî diyar û takekasî be. Dibe ku ew kesê ez bim, an jî tu, an jî keseka em ji canê xwe zêdetir jê hez dikin. Her roj cardin ji bîra me derdikeve ku em hema çi ji destê me de hebe ser bi ser didin lê wekî berdel hîç tiştekî nastînin. Em her roj şikirdariya xwe ji destê me de çi hebe bi wê tînin û her şev em an hêsîr an jî tawanbar in- û her du îxtîmal jî zirarê didin me. Roj ew roj e ku em hewar bikin bibêjin “êdî bes e” lê hawara dibê “êdî bes e” ji têra tiştekî nake. Divê em bedena xwe bona ku bibêjin “êdî bes e” bikar bînin, divê em bi bedena xwe barîkatekî ava bikin. Divê ev barîkata notanî oqyanûsê tev bigere û notanî oqyanûsekî gewre be. Divê em bona vê şevê û hemû şevên din cardin bidest bixin hêza xwe ya girseyî, bengîtiya xwe û hemû tirûşa xwe bikar bînin ku jiyan hêjayî jiyînê be, rûmeta mirovahiyê tê der bê. Kirina me ya îşev evqasî hêsa, evqasî zehmet û evqasî girîng e.
Montag, 30. Juli 2018
Şev û Talûke - Axaftina Andrea Drowkînê

Samstag, 23. Juni 2018
Esmanê Şeva Hejmetkar - Derheqa Nothing Personalê de
Clarîsa Pînkola Estes di pirtûka xwe ya “Women Who Run with
the Wolves/Jinên Tevî Guran Direvin” de wiha dibêje; berê,
çaxên qedîm de wateya peyva bi Îngîlîzî “alone” (tenêtî) yê “all one” bû yanê
bi zimanê me; hemû yek, bitûn an jî temam bû. Dîsa ane gorî gotinên Estes’ê wan
çaxan wateya tenêtiyê wekî niha neyênî nîn bû çikû heke mirovek “all one” yanî
bitûn, temam be dikare xwe şad hest bike, dikare ji xwe, ji hebûna xwe haydar
be. Lê belê serdema heyî gelek caran firsendê nade ku em di derheqa xwe de
bifikirin, ji hest, kirin û hebûna xwe haydar bin çimkî serîyê me her tim bi
aliyê înternet, reklam, tv, muzik, pirtûk û însanên din ve tê mijûlkirin. Di vê
serdemê de em her roj derheqa bi hezaran mirovan, serpehatiyan, çîrokan de
înformasyonê hildidin lê bi esasê xwe de ne haya me ji wan kes û çîrokan henin
ne jî a wan ji me. Em gelekî “îzole” nin lê mixabin hîç “alone” tenê nîn in. Carna
bi rojan destê me ji destên mirovekî din nakeve lê em di derheqa hemû
hûrgilîyên jiyana wan de agahdar dibin. Lê gelo Nothing Personalê tenêtî û îzolebûn
çawa nîşan daye?
Jineke
por sor bi tena serê xwe li xanîyekî vik û vala de rûniştiye; wisa xuya ye ku
ew mala xwe bar dike. Wê xwe kerr kiriye ji temaşeyî valahiyê dike; zehmet e ku
meriv ji nêrîna wê tiştekî fêm bike. Xemgînîyeke bêdawî belavî nêrîna wê bûye,
lê hêrs, destjêberdan jî. Bi gustîlka pêçîya xwe ve dilîze. Gelo ev gustîlka
zewacê ye? Helbet sedemeka jiyana wê hilweşandiye heye lê Urszula Antoniak bi
fîlma xwe ya "Nothing Personal" de vê sedemê rave nake. A girîng ew e
ku Anne dixwaze bi tena serê xwe dinyayê re derbas be biçe. Lê paşê çi
diqewime? Em ê dawiya fîlmê de bibînin.
Destpêk
Pirsên
takekasî nayên qebulkirin- peymana navbera jina cîwan û mêrik de ev e. Jinik di
baxçe de dixebite û karên malê dike; ew jî xwarînê û cihê razenê dide wê. Her
hewldana nêzikbûnê bi aliyê wê ve bi tundî tê redkirin. "NOTHING
PERSONAL", fîlma yekemîn a derhenêra Polonyayî Urszula Antoniak bi awayekî
cidî girêdayî vê peymanê dimîne. Fîlm ji nod xûlekî zêdetir berdevam dike lê
tevahîya vî zemanî de meriv dikare kêm tiştan di derheqa her du lehengên sereke
de fêm bike. Digel hemû mehremîyetê (du mirov li maleke tik û tenê de, xuyaye
ku dawîya dinyayê hatiye) di navbera her duyan de dûrahiyeke ku jina ciwan hîç
hewl nade xelas bike heye. Wêneyê wan her duyan bi awayekî cidî ji hevdu dûr tê
girtin ku bîrewerîyeke rojhilatê Ewropayê ya sade der dide; dewr û berên derava
Irlandayê, jiyana sade a mêrikekî tenê ku ew debara xwe bi vî erdî dike (xuya
dibe ku hemû kirinên wî yên rojane bes xwendina pirtûkan, karên baxçe û girtina
masîyan e), ji gorrepanên berfireh re ba lê dixe.
Urszula
Antonîak bi fîlma xwe ya çîrokane ve bala me dikşîne li ser tenêbûneke dilî. Jineke
nêzikî 30-35 salî terka “her tiştî” dide û bi tena serê xwe dikeve rêyan.Me bi
zanetî her tişt ji nav kevanekê de nivisî ji ber ku destpêkê pê de derheqa
jiyana vê jinê yak u ew terk dike, têkiliyên wê, agahiyên takekasî de hîç
tiştek nayê gotin. Bes lehenga fîlmê li ser perwaza pencereya xanîyekî vik û
vala rûniştiye û gustîlka di pêçîya xwe de ba dide û dawiyê de wê jî derdixe
dide li ser perwazê. Meriv dikare bibêje ku lehenga fîlmê berê zewicî bû û êdî
hevserê xwe terk dike lê belê meriv dîsa dikare bibêje ku ev gustîlk nîşaneya
hemû “zewacan” yanê girêdayîbûn, têkildarbûn, berpirsiyarbûn û heya dîlbûnan e.
Dema
berpirsiyariyên bê dawî ji dora meriv digirin, dema têkiliyên rojane ne tetmîn
dikin ne jî tenê dihêlin, dema meriv ferq dike ku emr ji nav gilî gotinên bêkêr
de dêrs dibe û diçe “çûyîn” wekî peyveke efsûnî diçûrise li ser bêhntengîya me.
Nothing Personal fîlmeke çîrokane ye ji ber ku efsûna terkirinê, çûyînê bi
awayekî çîrokane, efsûnî hatiye nîgarkirin. Jineke bi tena serê xwe, ji nav
bedewîya sirûşta Îrlandayê de bêminet digere, xêncî çentê li piştê hîç barekî
wê nîn e. Ew azad e! Belê, lehenga me ji nava sirûşteke ewqas bedew de winda
dibe ku meriv dibê qey ew êdî bi bedewîya xwezayê û tehma azadiyê ve mest bûye
lê belê ew dema otostop dikşîne pişta xwe ji aliyê seyare tên ve dike ku rûyê
wê neyê dîtin. Belê,ev sehneye risteyeke Rênas Jiyan tîne ji bîra me; “Ji qewmê
pezkovîyan re xew xeram e!” Di vê pergala bav salar, mêrane de jin jî wekî
pezkovîyan dive her hişyar bin ku neyên nêçîrkirin. Jixwe em mafdariya we
hinekî şûn ve baş dibînin.Ew ji kamyona mêrekî siyar dibe lê piştî çend
lehzeyan ev kesa bi awayekî eşkere, bêtirs û xof dest bi mizdana penîsa xwe
dike lewre li gorî çanda mêrane heke jinek bi tena serê xwe otostop kişan dibe
dive bona encamên vê azadiyê amade be. Û ew dêrî ve dike pêşiyê çenteyê xwe
paşê jî bedena xwe davêje li kêleka rê. Belê xwe nezaniyê ve danayne, çavên xwe
nagire û nasekine, bi tirsê xwe kerr nake, ji ber mêr nagere lê çentê xwe
hildide û xwe ji kamyonê davêje.Ji ber ku wê mizakereyên di navbera xwe û çanda
mêran de bi kurt ve birrîye avêtiye.
“Her jin bona
ku hebûna xwe bidomîne divê baceyê bide çanda mêrane. Ev baçe ew e ku carna li
hemberî tacîz, destdirêjî, êrîşan devkî xwe kerr dikî carna jî destê xwe bi
zanetî azadiyên xwe yên bingehîn dikşînî.”
Piştî
xwe avêtina wê ajokar jî kamyonê dide sekinandin û ji wê re dide xeberan lê
belê em dibînin ku ew ji mêrê êrîşkar nareve heya berevajî vê li ser wî de
diqare, te bibêjî qey xwe ji dînî davêje.
Hinekî
şûnda em dibînin ku ew ê şûşeyek daye ji destê xwe dike ku ji sûlavê tijî ava
vexwarinê bike lê mil û pêsîra wê tev de şil dibe, av diçilke li ser her dera
wê. Û em çi bibînin baş e! Kanîyeke biçûk li hemberî sûlavê disekine. Meriv
dikare wisa şîrove bike ku Urszula Antonîakê bi vê sahneyê xwest rasterast
nîşan bide ku lehenga Nothing Personal ê ne bes ji têkîliyên mirovan, ji hemû
berhemên mirovan direve. Kanî li wir disekine lê ew pêşiyê nabîne, piştî ku şil
dibe û nikare avê vexwe çavên xwe li kanîyê dikevin. Belê ev sahneya di derheqa
dawîya fîlmê de fikreke girîng dide lê em niha nakevîn vê mijarê.
Jin û Malbat
Ew
devê sergoyên tesîsa rawestanê ve dike, xwarînên nîv-genî, sandwîçên nîvcî
derdixe, bi cihên negenî ve zikê xwe têr dike li hemberî wê jî malbatek digel
du zarokên xwe rûniştine û xwarinên xwe yên baş ambalajkirî dixwin. Jina xwedî
malbat dipirse “hewceya te ji alîkariyê heye?” û ew dibersivîne “na, lê ya te?”
Jina xwedî malbat mirûzê xwe tirş dike, vedigere li ber xwe lê îcar jî ew
nasekine û dibê; gelo hûn dikarin hinek xwarin bidin? Lê bersîv amade ye; na!
Xwarin bona zarokên me nin.
Malbat
sazîyeke dabeşkar û girtî ye. Endamên malbetê li hemberî mirovên “biyanî” yên
ji ne malbatê her tim piştgiriya hevdu dikin- an jî wisa tê qebulkirin ku divê
bikin. Lê lehenga Nothing Personalê him bi bersîva xwe ya curetkar ve mirûzê
jina xwedî malbat tirş dike him jî dawiyê de hinek xwarin dixwaze. Yanê him
dibê ku “belê ez tenê me lê ji te kêmtir nîn im, ji malbatbûnê bawer nebe, dibe
ku hewceya te jî ji min hebe” him jî dîsa dibê “ji destketiyên jiyana xwe
hinekî jî bide min.”
Romantîzm
Nothing Personal wekî
berhemeke Ewropî hatiye çêkirin, nêrîn û hişmendiya Ewropî temsîl dike û ji vê
yekê haydar e yanê jixwe îddîayeke wê ya din jî nîn e. Bona vê taybetmendiyê ye
ku em dikarin bibêjin “Nothing Personal” vejarteyeke erênî ye. Her çi qasî di
fîlmê de bandora romantîzmê bi awayekî eşkere xuya bibe jî Nothing Personal ji
îddiaya resenitîyê dest dikşîne û dîmena Irlandayî ya bervelav serobino dike.
Fîlma Antonîakê bi taybetmendiyên komedîyên romantîk ve dest pê dike; jineke
ciwan terka jiyana xwe ya netetmînkar dide û dikeve rêyên welatekî biyanî ku li
wir ew hin nirxên nû keşf dike û ji kesekî niştecih re yanê ew mêrikî re
têkiliyekî ava dike. Wekî Rosa Gonzálezê jî gotibû gelek fîlmên vê axirîyê
Irlandayê wekî cihê wan “rêwîtiyên pakkirina giyanî” hildibijêrin. (2010). Cihê
Nothing Personal lê hatiye çêkirin bes bi Connemarayê ve hatiye sînorkirin û
derhenêr hevpeyvînekî de di derheqa vê
mijarê de dibêje ku ev biryareke awarte bû ji ber ku stîdyo li County Wicklowê
bûn û derfetên bo fîlm çêkirinê ên li Connomerayê ew qasî nebaş bûn. (Antoniak
2009). Lê belê ev dejavantaj bi awayekî hêsa bona giranîya sembolîk a fîlmê
hatiye bikar anîn. Di bin bandora romantîzma Ingîlîzan de ev herem bi israrî
wekî sembola şêwazeke jiyanê ya gundewarî û sade lê dîsa jî bi aliyê giyanî ve
dewlemend hatiye dîtin, ku ev yeka dikare jehrkûjîya xerabîyên modernîteyê
bike. (Duffy 1997: 67-69). Ev dîmena Rojavayî hê di salên 1990î de bi The
Field’a Jim Sherîdan ve hate vejandin û Nothing Personal jî bi awayekî bêminet
xwe girêdayî heman şêwedarbûnan dike. Fîlm di destpêkê pê de navbera Ewropaya
Parzemîn û Irlandayê de dijbertîyeke rasterast ava dike: Ewropaya Parzemîn wekî
bajarî, modern û materialîst tê pênasekirin û dibe nîşaneya bêganbûnê lê
Irlandayê jî wekî nîşaneya gundewarîtîyê, jiyana berîya endûstrîyê, nirxên
giyanî û ahenga jiyînê pênase dike.
Her ku mijar tê ravekirin
dijbertiya navbera “modern” û “nêrît” ê zêdetir eşkere dibe lewre dibe ku bê
gotin Nothing Personalê xwe li ser “rêzgeha îdeolojîya kapîtalîst” ava kiriye.
Di navbera Ewropaya Parzemîn a bajarî û Irlandaya gundewarî de şahrêyeke wekî
nîşaneya guhertina demê hatiye bikar anîn heye ku ev yek di derheqa dema mijarê
de hin delîlan dide: hîç nebe wisa xuya dibe ku ew aşên bê nîşan didin ku fîlm
di dema heyî/niha de derbas dibe. Gava ku lehengê fîlmê derbasî cihê dûyemîn
(Irlanda) dibe rêçên hemçaxiyê jî kêmtir dibin, bo nimûne kiryarên wekî çêmen
qutkirinê tesîreke wisa dide ku ev kiryara ji dema borî hatiye kirin. Di
tevahiya fîlmê de wekî alafeke medyayê bes radio heye. Dibe ku ev radyo derheqa
jêderên bûyerên sosyal, polîtik û aborî ên dibe ku bicihkirina bûyer û demê de
alikariye bikin agahiyan bide lê nûçe bes di derheqa spor û mûzîkê de nin.
Sêhreka Ecêw
Piştî
çend rojên ji nav sirûşta Îrlandayê ya bêhempa ve ew bi tesadûvî rastî xanîyekî
tê. Çawa ku çîroka bi navê “Fatika êtîm” de Fatik dema dikeve ji mala 7 cûceyan
dest bi şûştina kirasên qirêj, malaştina malê dike, lehenga Nothing Personalê
jî cihê fîncanên qewhê rast dike, derbasî jûra razanê dibe û li ser nivîsan
hereketên pevşabûnê dike. Lê meriv bi hereketên wê ve dikare fêm bike ku ew her
çi qasî bi tena serê xwe be jî hereketên wê nîşan dide ku ev pevşabûneke (an jî
xwe-şabûn) takekasî nîn e. Kesekî/a xeyalî heye. Jixwe dema ra dibe li ser xwe
çend têl porên xwe dirûçikîne û dide li ser nivînan.Meriv dikare bibêje ku
lehenga Norhing Personalê her çi qasî bi daxwaza tenêtîyeke têkûz/ temam ve
derketibe rê jî hêdî hêdî meriv dibîne ku wê xwe bi temamî bona mirovên din û têkiliyan negirtiye.
Hemû
ev gotinan ji bona temaşevanên minimal gelekî xeternak xuya dibin, lê bi
awayekî ecêwî, na wisa nîn e. Dibe ku sedema vê artist Verbeek be lewre ew te
bibêjî qey ji bona bibe artîs hatiye li ser rûyê dinyayê. ji Verbeekê tê ku
rolê xwe yî nazik bi saya hin nêrînên kurt û watedar ve ji têra xwe saxlem
bike. Dibe ku ew dîmenên tenêtiya bakur-rojavayê Irlandayê yên nepenî lê
misoger ji nişke ve daxwaza ku meriv ji nav xwezaya hovane de bi tikûtenê şer
bike dide. Ev jî efsûna fîlmê ya ecêw e ku her tiştî gelekî eşkere û siruştî
dide qebulkirin lê dibe ku heman efsûna bibûya sedema bêhntengî û xemgînîyê jî.
Lê belê wisa nabe.
Heya
ku çîrokeke evînîyê jî heye. jinik, mêrikê kal û tenê nas dike ku mêrik piştî
mirina jina xwe li mala xwe ya gelekî tenha de bi tikûtenê û ji nav rihetî û
luksê de dijî. Ev yek rasterast dijberî jîna wê lê dawiyê de mêrik bû kesê herî
nêzikî wê. Peymana wan ew e ku jinik li karên baxçe û malê de bixebite pêşberî vê
jî mêrik xwarînê bide wê. Jinik bersîvandina hemû pirsên takekasî red dike-
heya ku navê xwe jî nabêje- li derve bi tena serê xwe xwarinê dixwe, çadira xwe
ya biçûk de radizê lê her du bi gavên biçûk hêdî hêdî nêzîkî hev dibin. Di nav
kar û barên rojane de gava çavên wan rastî hevdu tê dibişirin, bi diyarikirina
tiştên biçûk yên wekî teyîpekî an jî xwarineke kartolan dilê hevdu şa dikin,
xwe kerr dikin lê ev yek nikare veşêre ku bala wan çi qasî li ser hevdu ye. Ew
bi dizîngava tev digerin, ji dostanîya hevdu şa dibin lê dev ji dûrahiya wan bi
zanetî hilbijartibû bernadin.
Dawîyê
de xwedîyê xênî derdikeve tê û em fêm dikin ku wî jî tenêtiyeke dilî
hilbijartiye lê ew li gorî wê aram, xwebawer û biryardar e. Pêşîyê rêzikên
têkiliyê bi aliyê wê ve tên dayin; Nothing Personal! Yanê dive hîç tiştekî
takekasî parve nekin, heya ku navên hevdu jî nizanibin. Lê di dawiyê de em dibînin
ku jinik wekî pêzkovîyeke fêrî şekirê destê mirovan bibe, gav bi gav kedî dibe
û bêtirîn dikeve li malê. Mal/xanî aîdî mêrik e û jinik gav bi gav dikeve ji
nav xanîyekî din an jî girêdayî têkiliyeke din dibe. Lê îcar jî dora revê tê ji
mêrik. Em dibînin ku jinik êdî bona dermanên mêrik endîşe dike, wî û
tendûristiya wî re mijûl dibe lê berteka mêrik gelekî xerab e. Diyar e ku mêrik
ji sêrî de xwe ji bona têkiliyê vekirî nîşandibe jî tixûbên wî yên takekasî bi
awayekî kûrtir diyar in. Belê ew bi rihetî mala xwe jê re parve dike, navê xwe
û çîroka jiyana xwe rave dike lê dîsa jî rê nade ku “kesa biyanî” bi temamî
bikeve “mala” wî. Belê, jinik ji sêrî de tûndiyê, têkiliyan, mirovan direve û
bi awayekî eşkere berteka xwe li hemberî hemû hewlên nêzikbûnê nîşan dide lê
dawiyê de bi dilî dikeve “mala” kesekî din û heya dema Martin laşê kêrgûşka
mirî davêje li rûyê wê, yanê tûndîyê ji wê dike Anna dîsa wekî pezeka kedî dide
pey wî û diçe li malê.
Bi rastî fîlm nikare
rehendên civakî û polîtîk ên ku herî zêde temsîla tundîyê ve eyan dibe bi
awayekî serkeftî bigîne. Ji Nothing Personalê pê ve tundî bi dizîngava der tê,
ji nişke ve û bi israrî xwe nîşan dide. Temaşevan bi cara yekemîn tûndiyê li
şahrê, gava ku ajokar bi awayekî zayenditî Annayê aciz dike dibîne. Her çi qasî
ew bikaribe bireve û xwe ji êrîşkar xelas bike jî, êrîş berdevam dike heya ku
ew diçe û li nav dîmena bihûştî a bestên Irlandayê de winda dibe. Her çi qasî
bi tevahiya fîlmê de tundîti bi şêwaza zayenditîyê ve hatibe nîşandayîn jî vê
şûnda êdî cureyeke tundiyê yî din jî derdikeve li hole. Êdî tundî di navbera du
mirovên xwerazî de ye û mêrbûn û jinbûn ji nav vê tundîtiyê de bibandorkar nîn
e. Navbera van her du kesan de êdî bandora zayenditîyê kuta bûye, ev her du
mirov ji dûrî jinbûn û mêrbûnê wekî tu kesan ji hevdu re têkilî daydinin.
Di dawiyê de em dibînin ku
Martin tenêbûna xwe diafirîne û diparêz e lê Anna bi awayekî hêsayî dev
jê berdide. Li cihekî de Martin ji Annayê dipirse dibê tu çi dixwazî? Bersîva
Annayê pir sade û hêsa ye; dixwazim wekî te bim, li vir tik û tenê. Lê sahneya
dawîn de em dibînin ku Annayê dîsa çenteyê xwe daye li pişta xwe çûye li
hostelekî.
Nivîskar: Rojda Yaşik, Pêşrew Mohammed
Montag, 28. Mai 2018
Mirin
Bin taveke tapesarî de mirinê difikire. Gotina "wî" tê ji bîrê; her tiştê din di derheqa jîyînê de ye, lê mirin? Dema mirin tê êdî hîç tiştekî din namîne. Mirin wekî bayekî sar û bihêz rûyê wê dadilêze derbas dibe, nasekine, her tiştî bi xwe re nabe lê nola gilêza kuçîkekî nexweş ji dev û çenga wê re diniqute.
Derheqa mirinê de fikirîn xweş e. Dema derheqa mirinê de difikire wisa dibê qey heke agir alaf ji dora xênî bigire bi pêlkirina yek tuşê ve dikare bifire û ji nav êgir derkeve biçe. Mirin nola çareserîyeke efsûnî dibirriqe carna... Lê heke pêlî wê tuşa xelasker bikî êdî mirin jî namîne jiyîn jî, çareserî jî namîne, agir alaf jî. Lewma bi meraqa berxeka li ber kêre zimanê xwe dirêjî tûjahiyê dikî. Dikenî û xeber didî, pirtûkan dixwîni, çayê çê dikî, carna porê xwe şe dikî û te duh cotek giharên nû standin.
Çendî bi hêvîya dîtina tişteke nû ve destê xwe dirêjî mirinê bikî te dîsa bibînî ku mirin nola pirtike pîneyê zîtolzîtolî ye ji nav dev û diranên wêjeyê de. Wêje wekî dantêl çêkirinê ye, bes kêrî derbaskirina zemên tê.
Çend caran bi gilî gazinan qala wan ên li nav sûkan, ji ber çavê her kesî hatin kuştin, hatin kizirandin, hatin herijandin bikî te bibînî ku mirin alafek e, bona berdevamiya heman terraneyê.
Zûr bû nava çavên mirinê nihêrî. Mirineke şîrogermî, hêsa, sivik û tenik... Gelo rengek ji dilê Woolfê hîç herikî bû ji nav rihê vê wardekê?
Mittwoch, 9. Mai 2018
Bîrhatinên Wê û Min
Zarok gerîya ji bin sîya dareka bîyê de, destên tenêbûnê zivir û germ bûn-lê haya zarokê wan rojan ji vê yekê nîn bû. Pozekî mîna mixên xillimxorî ên ku li nav kevir kuçikên înşaatan de windabûyî sîya xwe berdabû li ser rûyê zarokê. Pozên mezin û xillimxorî nayên veşartin. Feqîrtî nayê veşartin. Gelek tiştên din jî henin ku em hewl didin ku veşêrin lê mîna qîrêjeka reş ji avê de belav be wisa belav dibin, deng nedin heke reng didin, reng nedin behn didin. Lê çi bibe bila be ew xwe îlla bi awayekî der didin. Pozê xillimxorî û dirêj sî dida li ser rûyê zarokê. Sîyeka reş û dirêj û xillimxorî...
Zehlê zarokê ji ew a qerqaş a biçûk dihat. Zehlê zarokê ji kubarbûn, biçûkbûn, arambûn û herî zêde jî qerqaşbûna wê dihat. Mîna çawa ku pereka qerqaş a armûşî bi tesadufî biketibe li ser rêya tewlê. Ga gamêş herin bên, golik li ser re bidin çirtikan lê pera armûşî bi hemû qerqaşîya xwe ve li vir wisa bimîne, çilkek rêx be jî lê nekeve... Ev alozî ye, heke alozî nîn be teqes neheqî ye. Zarok giraniya vê rewşa xerîb di kûrahiya dilê xwe de dizane. Zehlê wê jê diçe...
"Revîn" peyveke bedew e, wekî keçîkên televîzyonan de bedew e, her yek tîpa wê digunca a din. Wekî keçîkên televîzyonan de ku bi hezaran taybetmendiyên wan bes yek an jî du û yên herî pûç tên bal kişandin. Televîzyonan de keçîk bes bedew in, xêncî bedewbûnê û digel bedewbûnê çu taybetmendiyeke wan nîn e. Bi milyonan pirtûkan, ew qasî jî stranan wisa dibên ku revîn "romantîk" e. Bi hezaran rûyên revînê bes qala rûyekî pûç dikin.
Revîn mîna vizikeke bi gû dizivirî di gewrîya pera qerqaş de. Carna behna kartolên genî jê dihat û carna jî ji nav belgên romaneke wêjeya Îngîlîzan de hebûna xwe ya şil û gemarî vedişart. Lê di rojên gelekî sar û bi taybetî nîvroşûnda yên bêdawî de mîna pişîkeke sorgevez a nas dihat xwe dispart her tu destên cemidî ên pera qerqaş. Pera qerqaş revînê nas dike, gelek bêhnên wê dizane û heya haya wê ji çend rûyên wê jî heye.
Lê ev hîç xema zarokê nîn e. Derdê wê besî wê xwe dike û ev derd dike ku carna dilê xwe biteqe wekî gulokek rîsê sor ji dest û pîyê ên din bigere. Zarok gulloka xwe ya sor ji hundirê xwe de zor digire, carna bi hêrsana enîya xwe dixurîne. Serê zarokê diêşe.
Serê zarokê ji sîya pozê dirêj î xillimxorî diêşe.
Serê zarokê ji feqîrtiya bêhna gemarê jê tê diêşe.
Serê zarokê ji dest û pîyên wê yên terrikî diêşe.
Serê zarokê ji qelemên bi çîzgîçizgîyî reş û qîçik diêşe.
Destên tenêtiyê carna zivir û germ in li ser pişta pera qerqaş.
Di rojên pir sar û nîvroşûndayên bêdawî de revîn dibe pişîkeke sorgevez,
li ser pişta destên qerqaş û cemidî.
Gerdûn jî piştevaniya pera qerqaş dike qey!
Zarok di kûrahiya dilê xwe de dizane tiştên ku hîç tune nabin û heya nayên veşartin henin lê heke çîlkek rêx biçilke li ser pera qerqaş hîç nebe alozîya heyî yê çareser bibe. Zarok zend û milan ba dide ku sîya xillimxorî, bêhna gemarî a feqîrtiyê, dengê qalind î çiyayî bi çêrmê xwe yî qemer ve bipêçe û wekî topa kullê ji nav rêya tewlê de bibê reeep! Bavêje li nava rêxê... Bes bila çîlkek be jî ji pera qerqaş bikeve. https://youtu.be/9CCw6ZgWk-U
Freitag, 4. Mai 2018
Derheqa Gerîneka Guernîcayê de...
Navê pirtûka ku
ez ê îro bidim nasîn “Gerîneka Guernîcayê” ye. Ev pirtûk bi aliyê Yildiz Çakarê
vê hatiye nivisîn û bi aliyê weşanxaneya Lîsê ve Gulana 2016’an de hatiye
çapkirin. Li gorî li ser rûpela pêşîn dinivîsê edîtoriya pirtûkê bi aliyê H.
Kovan Baqî ve hatiye kirin. Pirtûk bi du beşan, 210 rûpelan pêk tê.
Bi rastî ev
pirtûka dibe ku deh caran li cihên cuda cuda ber çavên min ket lê ji dilê min
nehatibû ku ez romaneke “din” a kurdî bixwînim. Ji ber ku li gor raya min heke
meriv mazoşîst be divê an sînemaya Îranê temaşe bike an jî veke romaneke
kurdî/kurmancî bixwîne. Her du jî tijî êş,keder, ajitasyon, mirin, kuştin,
veqetin, neheqî, girî û azar e. Her du jî dike ku meriv zendikên xwe bide li
ber kêre… Lê belê min kir, min pirtûka Yildiz Çakarê hilda û xwend.
Gerîneke
Guernîcayê pirtûkeke herikbar e û zû tê xwendin lê mixabin ev yek ne bi
sedemeke erênî wiha ye. Pirtûk rasterast bi peyvên Kurdî/kurmancî lê
hevoksaziya Tirkî hatiye nivisîn loma jî bi aliyê kesên wekî min, ên li Bakûrê
Kurdistanê bi zimanê Tirkî mezin bûnê ve zûtirkê tê fêmkirin û xwendin. Mixabin
Kurmancîya zêdepariya me di bin bandora Tirkî de ye lewma jî zimanê vê pirtûkê
bona me ne biyanî ye. Lê helbet ev jî rewşeke pir xerab e, divê bê
çareserîkirin. Min paşê çavê xwe ji torên civakî gerand û dît ku li çend
cihên din jî heman rexne hatine kirin. Ne bes Yildiz Çakar, zêdepariya mirovên
Kurdî/kurmancî dinvîsin heman rewşê de nin. Lewma jî ev pirsgirêkeke gelekî
cidî ye.
Protagonîsta
pirtûkê keçeke bi navê Lîsa ye û em hemû çîrokê bi devê Lîsayê guhdarî dikin.
Lê derûnîya Lîsayê tevlihev e, gotinên wê jî her tim ji nav rastî, xewn û
xeyalan de diçe tê. Loma jî meriv gelek caran pêşiyê fêm nake bê ka çi bûye lê
paşê hêdî hêdî hinekî bêtirîn çîrok eşkere dibe. Her çi qasî pirtûk wekî du
beşan hatibe cudakirin jî çîrok bi sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn de keçeke biçûk
bi heman gilî gotinên dubare sêbare sedbare ve qala çîrokên diya xwe, mala xwe,
“jiyana berê a tekûz” dike. (Belê van dubareyan ez canzerî kirim, min çend caran kir ku hema pirtûkê nivî de bihelim.) Beşa duyemîn de keçik çavên xwe li nexweşxaneyekî ve
dike û dibîne ku laşê wê tijî birînin. Hin kes alîkariya keçikê û xwişk,
birayên wê dikin û bi awayekî nasnameyên nû, navê nû ji xwe re peyda bikin. Edî navê protogonîsta me Lîsa ye,
lê em ji nav wan gilî gotinên bê seroûber de fêm dikin ku kesayeta keçîkê bûye
du parçe. Bi aliyekî Lîsa heye, aliyê din jî navê din/kesayeta din a wekî sîyekî
daye li pey wê. Lîsa diçe li Stenbolê ku xwe ji destê dewleta dagirker xelas
bike û heke rêyekî bibîne xwe bavêje li Avrupayê. Lê meyaser nabe, Lîsa li
Stenbolê dimîne û dest bi jiyaneke nû dike. Roja yekemîn ku Lîsa tê li Stenbolê
Abraham alîkariya wê dike ku ji xwe re jiyaneke ava bike lê helbet em fêm
nakin; ev Abrahama kî ye, madem Kurd e çima navê wî Abraham e. Paşê em dibînin
ku Abraham hûnermend e, xwedîyê atolyeyeke mezin e fêlan û bêvan. Lê bi rastî
ev karektera te bibêjî ji fîlmeke Woody Ellen derketiye hatiye ku xwînêr bide
qanîkirin ku “evîndarî êş û keser e”, “hêvî peyveke sexte/qelp e”, “hemû
gerdûnê bes ji bona Lîsa şa nebe hevkariyê dike” û hew. Xwezila êdî cimaeta
Kurdan xwe ji van gotinên klîşe û arabesk rizgar bike û çu girîngiyê nede van
aforîzmayên eletewşî. Nexwe, beşa dawîn de Lîsa wekî tabloya Pablo Piccasoyî Guernicayê li nav sûkên Amedê de digere. Êdî
hemû qiyamet pêk hatine, her tiştê xerab bûye, çu tiştekî Lîsa winda bike, ber
bikeve, dilê xwe lê biêşîne nemaye. Lîsa wekî Guernîcayê bi parçe-pincik, bi
cendekekî tijî birîn, bi dilekî şkestî li nav sûkên Amedê digere û ji derîyekî
ve dikeve hundir ku Abîdeyê dibîne. Abîde navê Lîsayê yî rastî ye. Yanê Lîsa
dîsa xwe hembêz dike, dibe yek, dibe “kesek”.
Belê min di
derheqa sînemaya Îranê û romana Kurdî de (sînemaya bi zimanê Kurdî jî wiha ye) got
ku naverok her tim bi babetên hardcore tê tijîkirin. Dibe ku bi awayekî mafdar
bê gotin ku; yaw jixwe jiyana Kurdan, rewşa welêt, rewşa civata Kurdan tijî
bûyerên hardcore in, çu tişteke asayî, xweş, aram nîn e lewma jî baş e ku
nivîskar jî derheqa vê rewşa reş û tarî de binivîsin. Belê, rewşa heyî ev e.
Jixwe ez jî nabêjim çima ev kes di derheqa rewşa heyî de dinvîsin lê ez dibêjim
ma gelo çima ev kes bi wekî bûmên bêom xwe dane li ser banê hemasa heman çîrokê
bi heman peyvan dilorînin! Ew kesê/a dibê ku ez pirtûkêkî dinivîsim, ez
atmosferekî/dinyayekî bi gotinên xwe dihonim û çê dikim divê bikaribe êşê, keserê,
vê rewşa reş û tarî bi awayekî hosteyanê, bi gotinên ne-klîşe û bandorkar ve
vebêjin. Divê ew kesê/a vegotina vê êşê bi wekî peywîra xwe dibînin xwedîyê
ziman, şêwaz û hişmendiyeke afirînêr bin. Heke ku serê xwîner bi heman ax û nalînên
klîşe ve bên êşandin, xwendina pirtûkê jî bêyî serêşê kêrî çu tiştî nayê.
Donnerstag, 19. April 2018
Dagirkerî, Loqim û Hêwirzeya Erdoxan
Haya her kesî ji mijara
loqiman heye, jixwe Erdoxan bes ji bona vê mijarê derket li berî mîkrofonan.
Wekî ku tê zanîn artêşa dagirker a Tirkan û endamên çeteya paramîlîter ya bi
wekî “artêşa azad ya Suriyê” tê bi navkirin 18yê adarê de navenda Efrînê dagir
kiribûn û ev yek li dinyaya Tirkan de bû wesîleya hin pîrozbahîyan. Bi rastî ev
yek baş rave dike ku dagirkerî, mêtinkarî, faşizm bes bi wekî polîtikaya
dewletê nayê ravekirin, ev yek bi wekî rewşeka derûnî û hişmendiyeke kokdar ji
nav girseya Tirk de her heye. Wekî nimûne, gelek caran tê gotin ku dewlet
faşîst e an jî siyaseta dewletê êdî bêtirîn ber bi faşîzmê ve diçe lê belê
kesek nabêje ku faşîzm bi wekî rihekî, sekneka girseyî ji nav vê civakê de
kokdar e. Bêguman ji civaka Tirkan de taybetmendiyeke faşîst her hebû. Ev rihê
faşizan ji salên 90î pê de lap bi awayekî militanî şêwaz girtibû, te digo qey
derketiye li sûkê ji xwedîyên xwe digeriya. Ew rewşa derûnî ya ku di salên 90î
de sûk dagir kiribû, dagirkerî, mêtinkarî û faşîzm bi wekî teybetmendiyên xwe
didît û bi vê şanaz dibû, veca 15ê Tirmehê de derket li sûkan, serî qut kir,
mirov linç kir û çi derkeve li pêşiya wan tune kir. Ev rihê faşîzan, ev rewşa
derûnî ya kokdar gengaz dike ku komek xwendekarên Tirk dagirkirina Efrînê bi
belavkirina loqiman ve pîroz bikin.
Dagirkirina Efrînê ji
bona Tirkan xaleka werçerxê ye. Lewre Erdoxan li hemberî hewlên “ewan” hîç
tehemûl nake. Jixwe bi vê sedemê hevalên ku li zanîngeha Boxazîçîyê kirin ku
wan ên dagira Efrînê pîroz dikin asteng bikin bi aliyê Erdoxan xwe ve bi wekî
“terorîst” hatin pênasekirin û Erdoxan zûtirkê peywîr da dadgehên xwe ku ev
hevalnan bên girtin.
Belê, Efrîn ji bona
Tirkan xaleke werçerxê ye. Bi qewla Erdoxan ve “vejînê dest pê kiriye!”
Erdoxan bi awayekî eşkere
dibê ku Efrîn ji bona dahatûya Tirkbûnê mijareke hebûn nebûnê ye. Bi van
sedeman banga hevalên ji zanîngeha Boxazîçîyê gelekî girîng e ku van hevalan di
van rojên gelemperîya mirovan ketine di bin bandora tirkseka kûr de bi dirûşma
ku dibê “loqimên (pîrozbahiya) dagirkerî, tevkujîyê nabe!” ve li hemberî vê bêndengiya
rezîl serî hildan. Wateya vê bangewazîyê pir girîng û gewre ye. Gewrebûna vê
bangewaziyê tirs kire ji dilê Erdoxan.
Serdema ku şerê emperyalîst î yekemîn ji nû
ve dest pê kiribû heya ku “sosyalîstên” Almanan di meclîsê de raya xwe ji bona
erêkirina bûtçeya şêr a Almanyayê didan, Karl Lîebknecht bi tenê serê xwe li
hemberî her kesî ew meclîs terk kir. Wateya vê kirina Karl Lîebnecht çi be,
wateya bangawaziya hevalên me jî ew e.
Wekî ku 18 sibatê sala 1943’yan de dema
ku Nazîyan dinya dabûn li ber gef gura xwe, werankarî dikirin, Sophie Schol û
hevalên wê li zanîngeha Munîhê bi bangewaziya xwe bandora tirsê şkestandibûn,
hevalên me jî li zanîngeha Boxazîçîyê heman yek kirin.
Wekî ku Mazlûm Doxan û
rêhevalên wî li zindana Amedê de desthilatdariya tirsê şkestandin û bi
bilindkirina dengê xwe serdemeka nû dan dest pêkirin, bangewaziya hevalên me jî
bi heman sedemê girîng e. Sedema ku vê bangewaziyê bi wekî nimûneyên me dabûn
girîng dike ew e ku van hevalnan di vê serdema ku bêdengî bi wekî rêgezekî
hatiye pêjirandin, li ber desthilatdariya tirsê her kesî xwe kerr û lal kiriye
de van hevalan bi wêrekî gotine ku “ez li vir im, li hemberî zilmê disekinim!” Jixwe
a ku Erdoxan jê ditirse jî ev yek e. Erdoxan û pergala ku bi hebûna Erdoxan ve
dirûv girtiye baş dizane ku heke li zanîngeha Boxazîçîyê, ku bi wekî navenda
mêtinkariyê li Stenbolê ev bangewaziya mezintir bibe, ew tişka ku em jê re
dibên “serhildan” ew e koka Erdoxan jî vê pergalê jî bibîne.
Divê em ji vê bangewaziyê
xwedî derkevin û wê bilintir bikin. Erdoxan çi qasî bike ku bibiryarî vê
bangewaziyê bifetisîne divê em jî bi heman biryardariyê vê bangewaziyê
bilinditir bikin. A ku Tirkbûnê ji agirê wê xwe de bişewitîne ev bangewazî ye
ku li navenda Tirkbûnê de hatiye bilindkirin. Vê bangewaziyê bilindtir bike! Ji
hevalên ku ev wêrekîya kirine xwedî derkeve!
Donnerstag, 12. April 2018
Колобок - Kilorik
https://youtu.be/9M286oRxFxs
Ji bona Medîşana Xwîşk,
ku strana me yek e; "Take me home
Take me home where I belong"
ku strana me yek e; "Take me home
Take me home where I belong"
Hebûye tunebûye rojekî ji wan rojên hane, kalek û pîreka hêjar hebûne.
Her ku rojan didan li pey hevdu diçûn, hejariya wan jî çargavkî dida pey. Ev
rewş wisa çû heya ku di kulînê de ji dermanan ra be jî piçek xwarin nema.
Rojekî kale ji pîrê
re dibêje;hema ji me ra kilorekî bipijîne pirêcan, ez dibêm heke tu depika nîn
darojî û tûr torban baş daşînî te bikaribî têra xwe ar peyda bikî.
Pîrê pêşa xwe
hildide, xwe tev girê dide; depikê nîn dadiroje û tûr torban dadişîne qasî du
çengan ar peyda dibe. Bi wî arî hevîrekî baş hasil dike û hinek jî ji tovaka di
binê sîtilê de mayî dixe nav,givrikeka gilovera behnxweş çê dike.
Paşê jî bi du gonî çar tepikan kûrê daydine, tendûra xwe dadide, agir alaf li ser hevdu re diavêjin û tendûr geş dibe.
kilora xwe bi rûne nîvişkî di tendûrê de dipehte.
Kilora xwe ya xweşbehn û rûgeş dide li ber bace ku sar bibe.

Lê kilora biçûk, dema
çav bi bedewiya baxçe, mergên bi gul û çîçekan xemilandî dibe hema dibê
'leeeep!' di bacê de li ser şêmîgê li wir re li sîvderê...û dipeke li ser rê.
Tilol dibe diçe û
diçe lê ji nişka va rastî kêrgûşkekî tê.
"Ez ê te
biavêjim gepa xwe bixwim kilora biçûk" dibê Kêrgûşk.
Kilor dibê "
wisa neke çelengê canê
ez ê ji te re bibêjim strana hanê"
ez ê ji te re bibêjim strana hanê"
"Baş e, de
bibêje!"
Han ji te re;"Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Han ji te re;"Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilora biçûk tilol bû
çû çû çû ji nişka va rastî gurekî hat.
" Ez ê te bikim
çûmekî biavêjim di binê kovika diranê xwe" dibê Guro
" Wisa neke
birayê min, dilkeviro!
ka ez ji dewsê ji te ra stranekî bibêjim" dibê kilor.
ka ez ji dewsê ji te ra stranekî bibêjim" dibê kilor.
"Baş e, de
bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilor tilol bû, çû û çû ji nişka va rastî hirçekî hat.

biavêjim gepa xwe daqûltînim" got Hirço
"Wisa neke
birakê hirçî rûpirço!
Ka ez ji te re dewsê stranekî bibêjim"
Ka ez ji te re dewsê stranekî bibêjim"
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilora biçûk tilol bû pekiya û çû heya ku ji nişka va rastî rovîyekî hat.

"Ez ê hema te bixwim kilora biçûk"
got Rovîyê"
"Wisa neke rovîkê, min nexe binê kovikê
Ka ez ji te re dewsê sitranekî bibêjim"
Ka ez ji te re dewsê sitranekî bibêjim"
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Rovîyê got; ax çi straneka xweş, lê mixabin nikarim baş bibhîsim.

"Kilorê, kilora ez jê re bengî
Ka were li ser vî zimanî
Ku careka din jî bibhîsim wî dengî."
Ka were li ser vî zimanî
Ku careka din jî bibhîsim wî dengî."
Kilora biçûk hilperikiye li ser zimanê
Rovîyê.
heeem! deng vedaye gepa wê.
heeem! deng vedaye gepa wê.
Kerê kundir kot kot
kot
Ev bû min ji we ra got.
Ev bû min ji we ra got.
Ji zimanê orjînal,
Rusî lê bi alîkariya wergera Îngîlîzî ve hatiye wergerandin.
Gelek varyasyonên vê çîrokê henin, heya di nav Almanan de jî çîrokeka navdar e. Lê li nav varyasyonan de cudahiyên ew qas berbiçav jî tunin. Min çend varyasyonên wê xwendin lê varyasyona pîrika heval û mamosteya xwe vergerand. Ji ber ku pîrik in çavkaniyên herî payebilind-bi min, bi "wan jinên han"-
Bi alîkariya Natayê.
спасибо дорогая Соседка Natuşka
Dienstag, 27. März 2018
Bo Xwîşkên Min û Sarê Çend Şîret
Em îro li dora
maseya xwe ya sor kom bûne. Ez û Sarê. Sarê neynûkên xwe kesk boyax kirine îro.
Dibêjim; keçe beqa li ser neynûkên te de rî ne, ew tirqe tirq dike dikene. Ez
qurbana kenê te Sarê, te dî divê em van rojan çend karên rast, baş bikin ha! Bi
navê Xwedê ez xwe bi wekî teralên bexdayê hest dikim. Sarê vedike ji deftera
xwe ya qirêj wergereka xwe ya nû dixwîne. Tûj dibim ji nava çavên wê dinêrim; ka were
em îşev çend şîretan bidin xwîşkên xwe da! Hela binêr e ji ber nêrînên tejî
tûjeyên wê serdemê perîşan bûne. Bi ken û fen dibê; ha pêxembertî ji me kêm ma
ne wisa?
Na lê, bes çend
gotinên dilnizm… De bila wisa be, ka dest pê bike;
1-
Ey xwîşka
min a ji hemzayendên xwe re kul ji serdestên xwe re gul; çu carî bo tiştên ne
sûc û gunehê te ye lêborînê nexwaze. Xwe bi wekî berpirsiyarê her tiştî nebîne.
Tu bi aliyê Xwedê ve bo ku her derê paqij bikî, zikê her kesî têr bikî, dilê
her kesî xweş bikî nehatiyî berpirsiyarkirin. Berpirsiyariya her yek mirovê din
çi be a te jî ew e. Xwe bi wekî berpirsiyar û sûcdarê her tiştî nebîne.
2-
Ey
xwîşka min a bindest; gava tu biryareka
xwe tînî ziman tu carî neçar nîn î ku xwe ji hewceyê zêdetir vebêji. Ne mecbûrî
ku biryara xwe bi gotinên wekî “ji ber ku”, “çimkî”, lewma jî” ve palpişt bikî.
Dibe ku biryara te ne biqailane be jî, dibe ku çu sedemeke te ya baş nîn be jî
lê heke te ev biryar da be temam e.
3-
Ey
xwîşka min a ketiye wê xeyalê ku şaîrekî hoste çend helbestan jî bona çav û
birûyên wê binvîse; her mirov bi kar û kirinên xwe serpilind dibe, xwe wiha bi
temam, bi serkeftî hest dike. Tu ne bûkika destê hin kesên din î! Dilê xwe
nevêje dek û dolabên çanda mêrane ya behna genî û fêlbazîyê jê tê. Hûnera çanda
mêrane nêçîrvanîya bejn bala te û mezinkirina “ez” a wan xwe ye. Qudreta gotinê
hilde ji destê xwe!
4-
Ey
xwîşka min a ku bindestî û dilnizmîyê heman yek dizane; li vê meydana ku erd û
ezman bi ayîna mêrane, bi senfonîya “ez!, ez! ,dîsa ez!”ê ve hildiweşe hîç
wateya gotinên te yên şermok nîn in. Bila çu carî hevokên te wiha dest pê nekin
“li gorî zanîna min”, “wekî ez dizanim”, “dibe ku şaş bim lê.” Gotinên nazik ji
bo guhên fêmdar in!
5-
Ey
xwîşka min a çavên xwe kutaye milyaketbûne, bê rave, bê şîrove û rasterast bibêje
“NA” Çu carî hêza “na” ya delal ji bîr nekî! “Na” peyveke wisa giranbiha ye ku
dikare bi yek dengê xwe ve rêyan bigire û rêyên nû, şîn û xweş jî veke… Belê tu
bi wekî keseka divê tim bi rûgeşî, bi kubarî, bi xweşî xeberdî hatî mezinkirin
û bo te hîç hêsa nîn e ku tu rasterast bibêjî ;na! Lê heya ku tu gotina “na” yê
fêr nebî, hîç qîmetê “belê” yên te jî namîne. Tu carî ji bîrneke ku mafê
milyaketan î hilbijartinê nîn e, vîn a wan nîn e, ew bes bi wekî robotên îlahî
hatine afirandin. Tu milyaket nîn î ku her tim her tiştî bipejirinî, qîmetê xwe
bizanibe!
6-
Ey
xwîşka min a hê ku dev lêvên xwe qurmiçandiye rû jê nemaye, Facebook, Instagram,
Twitter û hemû ew torên dinên civakî amûreke çanda desthilatdar e. Çanda mêrane
ya ku jinan bi wekî goşt, laş, bedenên dibîne û li gorî hewceyên xwe dîzaynd
dike bi rêya van torên civakî destê xwe lap bihêztir dike. Tu jî bi wekî
hezaran jinên din porê xwe ve dikî, lêven xwe diqurçimînî, memikên xwe zop
dikî, nava xwe hildikişînî zikê xwe û pozan didî, tu jî bedena xwe bi terazîya çanda
mêraneya tecawuzê ve dipîvî, neke! Tu bi por, lêv, çav, xeyal, hest, fikr û
zanîna xwe ve tu yî. Ne kes dikare bibe tu, ne jî tu dikarî ji xwe derkevî bibî
yek ji wan ên din. Bi neynîka serdestan, bi rûyê xwe nenêre, qîmetê xwe bi
terazîya wan nepîve, bejna xwe neke amûra çanda mêrane a tecawuzê. Hemû bedena xwe, qertîşên li ser pişta destên xwe, çend kîlo bezê li ser zikê xwe jî hez bike. Yanê bi çavên çanda mêrane xwe nepîve û li hemberî hemzayendên xwe nekeve pêşbirka qaşo bedewbûnê.
Freitag, 16. März 2018
Rasthatineke Dîrokî
Bo Bekirê Apê Skeptical..
Şev nîvê şevê, derva xuşe xuşa baranê ye. Li dora xwe dinêr e, bi şûşeya ji destê xwe dilîze, dengên biyanî, zimanên nû, ken û qerebalixî... Ji nav re peyvek wekî golikek çawa ji nav hemû garanê de dayîka xwe tê derxe, wisa tê dikeve guhê wê.
-from Kurdistan!
Hi kurdistan! Yekî go kurdistan! Vedigere û ew! Çend sal derbasbûne piştî hevdu dîtina dawîn? Xêncî ji wê rastî hevdu hatina li ser pîyan, li bintara wê deşta germ... Dibe ku 6 sal! Ne ew qas dirêj, lê ji bona tevyiya emrê me têra xwe direj.
+ Wey qaçax dêmeg xwîna te bajarên sar dikşîne he?
- Xwîna te jî min! Karê li vir çi ye? Te xêr e tu bi navê xwedê, ja çima xeberê nadî hîç nebe.
+ Errik! Keçê tu kinyê we wiha romantîk bûyî, yanê anegorî te em bi tesadûfî li vê bara Almanan rastî hevdu hatin he? Peyyy ma hîç haya te ji stalkkirinê nîn e!
-Min di wergerekî de dewsa peyva "stalk" ê "xwe telandin" bi kar anî...
+Baş e, lê hemasa nabe ne wisa?
-Na!
+Te temaşe kir?
-Çi?
+ The Teory of Everything! Stephan Hawking mir ya, wisa hate ji bîra min.
-Belê, lê min bi dewsa teorîya her tiştî, bes bi teorîya jineka jiyana xwe qurbana mêrekî zêde baqil, jîr lê nexweş kiriye dît. Jane wekî rahibe Terresayê bi salan xizmeta Stephan dike, û bi tevayî ya fîlmê de xwe kuştine ku çawa temaşevanan îkna bikin ka gelo çawa ji hevdu hez dikin, Janê bi dilî xizmeta Stephan dikir û hev! Bi rastî Stephan wekî kula xwedê li serê Janê de ket! Dema Stephan got; ez nexweş im ez ê navbera 2 salan de bimirim, heke Janê terka wî bida îcar jî niha her kesî bi yek dengî Jane sûcdar dikir. Jinika belengaz çi bike, xwedê zanê niha go; hema ez ê xîzmeta ev î navdar bikim çima mêrekî vexwe û min bikute xerabtir e!
+ Hîç ji bîra min neçû; te dîsa bi şeveka wiha nîv-serxoşî de gotibû; jiyan di navbera çend xerabîyan de hilbijartina ya ku çêtir e. Tu hemasa wiha dikî, tespîtên net, eşkere, dibe ku sekter... Pîîî keçê berra teze hate ji bîra min, spas ji bo wan pirtûkan. Bi rastî wî hevalê rojhilatî got te ji bona min wekî diyarî pey xwe hîştine lê gava çavên min ji du pirtûkên Dîdem Madakê ketin ez şaş metel mam. Yaw tu ji darê dinyayê de Dîdem Madakê jî dixwînî qey! Hahah te li amfîya jorîn carekî bi pozbilindî gotibû; Dîdem Madak'ın östorojen oranı yüksek şiirleri!
- Ew pirtûk ne bi taybetî ji bona te bûn. Tu dizanî ez ji barê giran zehf behnteng dibim, min got bila çente piçekî sivik bibe. Dîdem Madak wekî keçikeke ku dilê xwe ji dê bavê xwe kiribe dinvîse. Wekî keçikeka li hemberî jiyanê ingirî be, dilê xwe jê kirîbe. Min dereng fem kir; be ka çima fîlmên meriv herî zêde jê ditirse bi keçikên biçûk yên dêrekî spî xwe kirine û teqes dilê xwe ji hin kesan kirine ve tên kişandin.
+ Bi min te herî zêde ji vê derê hez kirîye, ka bise ji te re bibêjim; "Vasiyetim olsun/ en güçlülerinden seçsinler beni taşıyacak olanları/ yükleri ağırlaşsın diye/ tepineceğim o tabunun içinde."
- Te jî "Dalgınlığınıza gelmek istiyorum/ ve kaybolmak o dalgınlıkta..."
+Pîîî keçê em jî wekî du Kurdên çiyayî hevdu dibînin lê te bibêji ji fîlmeke Woody Allen derketine, helbest xwendin felan... Welleh min xwe şerm kir!
-Ha tu min qayîlî parodîya fîlmeka wiha dibînî lê bi xwe şerm dikî he?
+ Na, na! Herî zêde ji te şerm dikim. Te dîsa gotibû; yên herî zehlê min jê diçin ew in ku "li welatê xwe wekî turîstan" tev digerin.
-Te jî gotibû; lê êdî her kes li her derê wekî tûrîstan nin! Yanê çi'zam êdî pitikên di nav qundaxê de jî dema kamerayê dibînin poz didin. Lê êdî hindurê serê me hemûyan de kamera hebin û em bikin nekin her tim pozan bidin, wekî tûristan tev bigerin?
+ Waa navê xwedê carna ez jî "gotinên ji nav Quranê de dikim" ha! Ez hê jî li ser gotina xwe me heya bi vê fikrê senaryoyeke xweş jî dibe ku bê nivisîn.
-Ji kerema xwe behsa senaryo, sînemayê felan neke law! Ma ne porê te xelek e, ne jî gihara te heye ka gelo bi vî qilixê te "halkların sinemasi" derdikeve?
+ Ha îşev konsepta te ya sînemayê îlleh horror e he?
-Hhahhaha lawo hela bibîne ber çavên xwe, halklarin sînemacisîyek kameraya xwe hildide û çend hevalên xwe yên wekî hobîyeke part-time dostanîya Kurdan dikin jî dicivîne li dora xwe û fîlmeke di derheqa vê mijarê de dikşîne.
+ Hahahhah xwedê îmana te kamil neke inşellah, tu hemasa rûyê min wiha geş bikî!
-Ka were em hinekî jî tevli sohbeta wan canik, camêran bin. Jixwe dem heye bona sohbetên dirêj ne?
Nîşe: Bi destûra wî, min ev xeberdan nivisîn.
Freitag, 9. März 2018
8ê Adarê Li Berlînê
Dîroka Berlînê ecêw e. Hemû îdeolojiyên şêwaz dane dinyaya niha li vê derê
hatine nîqaşkirin, li vê derê xurt bûne an jî hatine fetisandin. Lewma
helbestkareka Hindî dibê;
“Ey bajarê qaçaxan/Ey stargeha hosteyên tenêtiyê/ Ey bajarê ew şoreşvanên ji
serê wan de hezar rovî/ku bi her boçikê xeyalekî şîn dikin/te ku ew serxoşên
devgenî hembez kirin/Min jî hez bike, min jî hembêz bike”
Tevgera çepgir her tim li Berlînê xurt bûye. Her çi qasî êdî utopyayên
mirovan hilweşiyabin jî, gelek rêxistinên cihê cihê hê jî li vir birêxistinkirî
nin. Wekî mînak, li seranserê Almanyayê bi tenê li herema Berlînê zewaca
hevzayendî fermî ye û heya serokê şaredariya Berlînê xwe jî gay e. Lewma jî rêxistinên
LGBTÎ jî li vê derê şên in, çimkî li her dera dinyayê gelek kes tên li vir
dizewicin û dijîn.
Çalakiya îsal ji Ubahna Schlesisches Tor’ê dest pê kir heya Oranien
Strasseyê bi axaftin, meş û sloganan ve berdevam kir. Li Oranien Strasseyê
piştî çalakiyê muzik û govendê heya nîvê şevê berdevam kir paşê baraneka wisa kire guşeguş ku milet wekî çêlikên mişkan belav bû. Li gorî kixaza belavkiribûn li ser
navê Jinên hemû Kurdistanê kes nîn bû (navê min kixazê de nîn bû) lê jinên Kurd komên wekî Tevgera jinên Êzîdî, Jinên ji Rojhilatê, Jinên
Ciwanên Azad û JXK Berlîn, Jinên PYDyî, Jinên HDK yî beşdarî çalakiyê bûn.
Welhasil, bernameya 8ê Adarê de du komên gelekî çalak hebûn yek; tevgera
LGBTÎ a din jî hûn texmîn bikin? Li seranserê meydanê bi hezar cureyî alên rêxistinên
Kurdan ve xemilandî bûn. Ew qas zêde al, nav, reng, xêlî hebûn ku bi rastî
hevaleka Alman vegeriya yek bi yek wateya wan navan ji min pirsî û bi şermana
ava rûyê min çû erdê. Yaw ez ji ku bizanibim her roj naveke nû, aleka nû
derdixin. Bi xwedê hafiza mine w qasî xurt nîn e.
Ji nav komîteya jinên bername lidarxistî de nûnerên ji çawirdora dinyayê
hebûn. Jineke Polonyayî di derheqa rewşa jinên welatê xwe de xeber da. Her
hevoka wê bi “fucking Polish state” ve dest pê dikir, ji ber ku jinên li wir
bona “mafê zarok hildanê” ditêkoşin. Mafê jinan î li ser laşê wan xwe bi aliyê
dewletê ve hatiye desteserkirin.
Malala’ya Pakîstanî derket li ser dîkê û got; li welatê min, li Pakîstanê
mafê hemû mirovan, bi taybetî jî mafên jinan bi aliyê fundetalîzmê ve hatiye
desteserkirin. Dawiya xeberdana xwe bi slogana Kurdan ya herî berbelav “jin
jiyan azadî” yê ve anî.
Jinek ji komîteyê derket li ser dîkê, bi “silav hevalno” ve dest pê kir,
nîv saetî tirkî xeberda û bi “bijî bijî” yê ve qedand.
Gorî biryara komîteya bernameyê çu mêr tevli meşa jinan nedibûn. Lê êdî
Kurdan pîşeyekî nû afirandin e; beşdartiya çalakiyan! Mirovên vê yekê ji xwe re
wekî pîşeyekî hildibijêrin, alayekî/bendeki/hin xêlî felan didin destê xwe û
tevli her çalakiyê dibin. HÎÎÎÎÇ xema wan nîn e ka bê gelo ev çalakiya bona çi,
bi çi armancê hatiye lidarxistin û wateya alaya ji destê min de çi ye.
Ji serê min de hezar fikr, rexne, gilî gotin dihat diçûn; belê ev mijareka piralî
û cidî ye. Divê pêşiyê dîroka tevgera kurdan û bandora wê ya li ser gel bê
zanîn. Paşê çanda mêrtiyê bi awayekî baş bê tespîtkirin û gorî têkiliya van
yekan, bi awayekî sosyolojîk raveya vê yekê bê kirin û hew…
Li vî welatê xerîbistanê yekem car bû ku yekê ji milê min girt, ez
vegeriyam jineke ji Kurdistanê. Me silav da hevdu û vegeriya j imin re got; ay
bizim kiroları görüyor musun, anonsa rağmen illa yürüyüşe katılacaklar!
Sekin im. Rûyê min pêşiyê sor paşê mor paşê jî spîçolkî bû! Min kir hema ez
bibêm; hayna “bizim kiroyan” dêv de rî ye! Hûn hema layîqî hev in!
Lê bêdeng mam. Vegeriyam dîsa li hindurê serê xwe; em ne civak in. Em kom
in, giruh in. Wekî hucreyeka bi kansêrî, bêhna genî ji me tê. Aliyê dagirkeran,
mêtingehkaran, milkar û ol ve hatine parçe parçekirin.
Jinika kêleka wê jî dest bi gilî gazinan kir û got; yaw te bibêjî roja jinan
nîn e lê cejneka Kurdan e. Çima ev qasî zêde sloganên Kurdî tên avêtin (navê
xwedê xêncî jin jiyan azadî û bijî berxwedana ypjê çu sloganên kurdî nîn bûn)
min jî got; bila tevgerên tirkan jî tevli bernameyê bibûna û sloganên xwe
biavêtana ma hineka pêşiya we girtî ye? Sar bû rûye min niherî. (peyyy ja terese
qey go ez tirk im ha) Îcar jî got; ez xwe ji kurd im felan. Min jî bersîv da;
ok.
Li gor birhatinên gelek kesan çalakiya îsal zêde xweş nîn bûye lê par
çalakiyeka şêntir hebûye felan lê de hemasa tiştên wiha dibêjin. Belê, to make
long and sad story short çalaki bi vî rengî derbas bû.
Donnerstag, 1. März 2018
Çîrokek ji bona wê roja dawîn
Serê sibê şev de dilê
wê mîna perperokeka qêj dipirpitî. Nizanibû ka pêşiyê çi bike, destê xwe bavêje
li ku derê, kîjan kixaz defterên xwe bivicîne hev. Saetan wekî golikên dane
mozan da bûn pey hevdu. Nîvro şunda, saet 2 ye niha, tam zemane çûyîne. Maşîna
sora kefikî ber bî diyarên “wir” ve tê.
-Te dîsa xatirê
xwe ji tu kesî nexwest. Kenekî sar ve, çavên xwe kirin ber xwe, ji devê çenteyê
xwe yî diryayî girt.
Hê ku hin zeman
heye revî çû deve xwe mîna karên teze hatine xweydanê da ber muslixê kanîyê.
Boçika por, pastî, devê mile faykê wê pê de şil bû. Tişte nake. Diçî, rê xweş
e, rê û çûyîn xweş e.
-Te wisa jiber
kiribû çimkî hemû romanên nebaş bi pesndayina rê û çûyinê ve dest pê dikin.
Ji hoperlorê dengekî
bilind, hukimdar du caran pey hevdu navê wê kir. Go divê bê odeya birêveber.
Tirseka giran ket ji dil. Ma ne destûra wê jî heye, erebeya sor jî tê, bê gelo
çima? Bi awayekî cangiran, tirsetirs, hêdîka ket li hindûrê oda birêvebir. Pêşiyê
mîna kêrguşkeke ber kêrê ji dora xwe niherî paşê go: sanırım beni çağırdınız, buyurun
efendim?
-Ja “sanırım” he!
Tu hê jî bi ve gotinê ve dixwazî bi awayekî sembolik ve be jî wî navî hilnedî
ser xwe. Lê belê xanima min a delal, heke bi tenê carekî be jî dema bangî te
kirin û te jî bersîv da êdî ew navê te ye. Wisa lîstikên biçûk yên ji serê xwe
ve bes dikarî xwe bixapinî.
Karmendê ziktirşî
devedevî 45 salî li cihê xwe ra bû. Ji nav tomara kixazan de dosyayeke şîn
derxist da ji destê te. Bi awayekî ken û fen got; ee dawiya van rojên te yên
reş jî hat. Edî mafê te heye ku ji nav çar diwarên vê derê derkevî herî. Ez
çima derewan bikim, bi rastî min hîç bawer nedikir ku tu di ezmûnê de ev qasî
serkeftî bibî. Êdî ji bona te jiyaneke nû û çêtir dest pê dike. Ez te bi dil û
can pîroz dikim. Ji cihê xwe cik ra bûyî, keniyayî û te spasiyên xwe yên herî
nazik û sar bi awayekî profesyonel peşkeş kirin.
“Xewneka reş. Ji
bona perperokeke li hundirê fanûsa cam de hepsbûyî dinya xwe xewneke reş e.”
-Ji nişke ve te
navê xwe dît. Mîna kirasekî spî yî nermokî hat û hemû laşê te yî zerik pêça.
Esther Greenwood! Ez Esther im. Gava min navê xwe danî, Adem û Rebbîyê wî ji
nav baxçeyên bihûştê de, di bin darên Tekvînê de qulofîska runiştin. Rojên berê
wekî xewnereşkan li pey namînin. Destên reşayîyê ji nav nivcîtiya zanînê de,
sînorên laşê mirov de, kêmasîyên fêmdariyê de, nemimkûniya hezkirinê de, bêwateyî
ya hebûnê de dora Estherê digire. Erê carna, carna gava ew hinek êgir bidize ji
ber tendûra xwedê, pirtikên xwedêtiyê difurin ji ber tîrojên çavên wê.
Koro: Bi navekî dizî çend lehzeyan xwedêtî.
Bike melhema hebûna xwe ya gincirî.
Derî pencereyên rastiyê j’ev
dikevin;
Carpe mortem!
Montag, 19. Februar 2018
Pirtûka Rohat Alakom a bi navê “Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINÊN KURD" de Jin (2)
Rohat Alakom di
pêşgotina pirtûkê de dibêje ku; “iro rewşa jinan, maf û azadîyên wan, tevger û
têkoşîna jinan li her welatî bûne babêta lêkolînên fireh, bêhejmar berhem tên
amade kirin û lêkolîn tên çêkirin, hemû ev karan çawa em dibînin beşeke xebatên
zanistî-lêkolînên jinan (women’s studies) pêk anîne.” Berdevamiya van hevokan de meriv fem dike ku
birêz Alakom vê xebata xwe jî wekî nûmûneyeke xebat/karên jinan (women’s studies)
dibîne. Belê bi rastî jî, ne bi tenê jiyan,maf û têkoşîna Jinên Kurd, hemû
mijarên di derheqa Kurdan de, zimanê Kurdan xwe û heya dîroka Kurdîstanê jî bi
hêviya lêkolîn û nivisînê nin. Lê ji kirinê xweştir tiştek hebe ew jî teqes
kirina rast û qenc e. Wekî mînak, di derheqa dîroka Kurdistanê de jî bi hezaran
xebatên heya niha hatine kirin henin lê zêdepariya wan bi destê dijminên Kurdan
ve û gorî hişmendî û berjewendîyên wan hatine kirin. Lewma jî her çi qasî bi
aliyê tesnîfkirinê ve meriv van xebatan jî wekî “xebatên di derheqa dîroka
Kurd/Kurdistanê” bi nav bike jî, wate û pênaseya van xebatan gorî îdeolojî û
armanca kesan yekser ferq dike. Wekî vê her çi qasî gelek xebatên di derheqa
jiyan, maf û dîroka tevgera jinan de hebin jî zêdepariya van xebatan bi
hişmendîyeka pederşah ve û gorî nirxên pederşahiyê hatine kirin.
Lê gelo “Li
Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINÊN KURD ji nav xebatên jinan de çi îfade dike?
Ji çaxên qedîm pê
ve mirovan tim zanibû ku hêza/erka binavkirinê rasterast di derheqa pênasînê de
ye û desthilatdarîyeka xurt dide xwedîyê navan. Lewre xwedîyê navan gorî hewce
yên xwe, hişmendî û berjewendîyên xwe navan belav dike. Li nav xebatên jinan de
jî binavkirin û pênaseya jinan a bi aliyê mêran/çanda pederşah ve hatiye kirin
cihekî girîng digire. Li çawirdora dinyayê xebat û rexneyên tevgera jinan dike
ku, gotîn, îfade û pênaseyên jinan gorî hişmendî û berjewendîyên çanda pederşah
pênase dikin îfşa bike û ji dewsa van ên desthilatdariya pederşahiyê bihêztir û
domdartir dikin zimanekî nû biafirîne.
Ji bona bikaribim
mabesta xwe bi awayekî zelaltir rave bikim dixwazim pêşiyê heman mijarê bi
nasnameyên Tirktî û Kurdtîyê ve rave bikim. Jixwe di hemû şêweyên desthilatdariyê
de rewş kêmzêde wekî hevdu ye. Wekî vê gorî hişmendîya desthilatar a li
Tirkiyeyê Kurdbûn kêmasîyek, qusureka mezin e. Lewre Kurd her çi qasî xwe ji taybetmendîyên
wekî “kurdbûn” tên nîşandayin rizgar bikin yanê her çi qasî bişibin Tirkan/Tirktiye
ew qasî hêjatir, meqbultir dibin. Bi aliyê desthilatdaran ve tên qebulkirin. Ev
yek wiha ye ji ber ku nav û pênasîna Kurdbûnê bi aliyê dijminên Kurdan ve tê daynîn.
Wekî vê ji dîroka nivisî pê ve mêran bi hezaran caran tarîfa “jintîya meqbûl”
daye, her dîn, îdeolojî, heya her “serokî” gorî xwe pênaseyên jinbûnê kirine.
Carna ev pênaseyan yekser ji devê pêxember,şêx an jî serokekî wekî
qanûn/rêgezekî hatine kirin lê gelek caran jî bi rêya wêje,hûner,muzikê ve bi
awayekî “estetîk” jin bi aliyê mêran ve hatine “perwerdekirin” û pênasekirin.
Xebateka bi îddaya tevkarîya kar/xebatên jinan (women’s studies) ve tê
amadekirin divê hîç nebe, binavkirin û pênaseyên çanda mêrtîyê bi kar neynin an
jî li nav nîşaneka dunikê de bi awayekî rexneyî bi kar bibin.
De ka werin em
vegerin li ser pênasîna jinan a di pirtûka birêz Alakom de;
“Şeref xan di
şerefnameyê de, vê jina Kurd wek ‘jineke mêrxas
û egid’ bi nav dike” (rpl:33)
“Ev xanima Kurd wek mêran di rêvebirina kar de xwedî
kabîlîyetekî bû” (rpl:34)
“Canfidayî, mêrxasî û cengawerîya jinên Kurd wusan
ji bala medya cîhanê kişandiye ser xwe” (rpl:74)
“Adîlexanim
jineke bi cesaret, zana, keçebav û
xwedî otorite bûye.” (rpl:85)
“…. Jineke bi
navê Na’a Nêr mêrxasî û egîtîke
mezin nîşan dide, bi xwe çekçêkir (silahçêkir) bûye, li dijî hêzên Ingîliz
şer kirîye. Çawa tê zanîn peyva “nêr” ji
bo hebûnên wekî mêran tê bi kar anîn, ew wek mêran bûye…”
Bi sedan îfade û
gotinên mêrane di pirtûkê de cih girtine lê bi dayina bi tenê çar mînakan ve
meriv dikare rasterast bibine ku “mêr-xas” peyveka yekser pesna mêrtiyê dide,
ji bona jinan tê bi kar anîn. Her desthilatdarî komên ji bin destê xwe de gorî norm/nirxên xwe dinirxîne . Çawa ku gorî
Tirktiyê divê Kurd û welatê Kurdan tim gorî berjewendîyên Tirkan bên nirxandin
û Kurdê herî meqbûl jî ew ên xwe dişibînin/dixwezin bişibin Tirktiyê bin, wekî
vê çanda mêrtiyê jî jinbûna meqbûl gorî berjwendiyên xwe pênase dike. Gorî
çanda mêrtiyê jî jin divê tim di bin kontrola mêrtiyê de bin lê heke kêm caran
çend kesên bi awayekî desthilatdarî destxistî hebin wan jî wekî “xasên mêran”, “kesên
dişibin mêran” pênase dikin. Heke jinek bişibe jinan/jintiyê divê newêrek,
bindest û belengaz be, ji ber ku jin di bin desthilatdariya mêran de wiha tên
pênasekirin û neçar dimînin ku wiha bin. Lê belê carna nav jinan de jî kesên “wekî
mêran”, “mêrxas” derdikevin!
Wekî vê, gorî
çanda mêrtiyê bedena jinan bi tenê ji bona hebûna zarokê malzarok ye lê belê
nijad/kok ji bêv tê. Lewma jî gava keçikek gorî nirxên civaka pederşah
werêk,serxwe, xwebawer be jê re dibên “qîza bavê xwe” yanê dîsa pênaseya jinê
li mezinkirina mêr/bav ve pêkan dibe.
Birêz Alakom hemû
gotin, pênase û binavkirinên civaka pederşah bê rexne dubare kiriye. Wekî mînak
bi tevahiya pirtûkê de zewaca jinan wekî “qîz dayîn, qîz xwastin, ji xwe re
wekî jin hildan/birin” tê pênasekirin. Lewre civaka pederşah jinan wekî
kes/xwedîyê îradeyê bi nav nake û jixwe zewaca jinan jî bi dest û destûra
bav,bira, mam an jî mêrekî desteser ve tê kirin.
Hemû kod, tabû
(bestel) û edetên çanda pederşah bi her rave û gotinê ve cardin hatine
dûbarekirin.
“Carina jî xortek
bi keçekê re hevaltîyê dike, keçanîya wê xirab dike, paşê jî li wê xweyî
dernakeve,…” (rpl: 27)
Wekî bi awayekî eşkere tê dîtin ku ew bestela dibê ku
divê jin zayendîtiya xwe ji ser navê “şerefa” mêrên mala “bavê” xwe biparêze. Heya
ku bi destûra mêrên malbatê nîn be kesekî re nezewice û heya divê çu carî hay ji
potansîyela xwe ya zayenditî nîn be. Wekî hemû civakên din yên pederşah civaka
Kurdan jî li ser navê “keçanîyê” gelek jinan dikûjê, zêdepariya keçikên Kurd bi
zaroktiya xwe pê de bi gelek awayan bi “keçanîyê” ve tên tehdît kirin. “Keçanî”
wekî qîmetekî herî giranbiha tê parastin ku gava keçik mezintir bû bi aliyê civata
pederşah ve wekî “bûkeke meqbûl” bê dîtin. Gorî nirxên
civaka pederşah qîmetê jinan û hurmeta li hemberî wan girêdayî parastina “namûsê”
ye. Zayenditî û bedena jinan “namûs” e û xwedîyên namûsê jî mêr in. Mêr ji bona
“namusa xwe” biparêzin tim ditêkoşin. Lê carna, serdemên şer de heke êdî çu
carê nîn be ku “namûs” bê parastin îcar jî jinên "mêrxas”, “meqbûl” divê
bi awayekî xwe ,“bedena xwe” ji ber êrîşên dijmin bifilitînin ku “namusa” mêrên
xwe nexin ji bin pîyan.
“Çawa tê xuyan,
piraniya jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin, ya xwe xeniqandine, ja jehr
xwarine, ya jî xwe jî kelê de avêtine.” (rpl:35)
“Gelek keç û
jinan jî, tenê ji bo nekevin ber destê dijmin, anîne xwe ji kendalan de avêtine
an jî xwe avêtine robar û çeman xeniqîne.” (rpl:50)
Di nav civaka
pederşah de her tim pesnên jinên ji bona nekevin ji destê dijmin an jî destê
mêrekî, xwe dikujin tê dayîn. Birêz Alakom jî di gelek cihên vê pirtûkê de pesna
xwe kuştina van jinan dide.
Di rûpela 58an de
wiha tê gotin; “Anî Xatun xûşka mebûsê Dêrsimê Dîyap Axa bûye, çawa em ji
çavkanîkê din fêr dibin ev gilî- gotinên ku derheqa Anî Xatûnê de hatine
derxistin, bi zanetî ji aliyê hêzên dewletê de hatine belav kirin,….”
Di heman rûpelê
de dîsa tê gotin ku Tirkekî pirtûkeka bi navê “Dersim-37” ve nivise û kiriye ku
navê Besê wekî jineke “mêrxapînok” û “bênamûs” derxe.
Helbet nivîskar
dîsa rexneya du nirxên çanda mêrane yên wekî “nav derxistin” û “nav belavkirin”
ê nake. Me li jorê hinekî qala hişmendiya çanda pederşah ya civatê kiribû,
jixwe ev pirtûk jî heman çandê diparêz e. Raveya mijaran jî gorî nirxên çanda
pederşah dike lewma jî ji dewsa rexnekirina gotinên wekî “nav derxistin, nav
belavkirin, binamûs-bênamûsîyê” idda dike ku ev bi tenê îftirayên dijmin in.
Ji bona meriv bikaribe gotina “mêrxapînok” nîqaş bike jî divê merîv dîroka çanda desthilatdar ya mêran bi awayekî hurgilî binêr e. Lê bi kurt û kurmancî meriv dikare bibêje ku ji dîroka desthilatdariya pederşah pê ve hêza jinan ya zayenditî wekî çekeke herî bibandor tê dîtin. Lewma jî potensîyela jinan ya zayenditî bi aliyê zêdepariya olan/dînan, rêxistinên siyasî û leşkeri, qanûnên dewletê ve tê kontrolkirin. Ev yek bûye sedemeke bingehîn ku jinan ji malan de dîl bigrin, derketin û gerrana ji derve qedexe be. Wekî vê beden û kincên jinan jî gelek caran gorî heman hişmendiyê hatiye kontrolkirin. Yanê heya ku hêza binavkirinê ji destê çanda pederşah be, gorî gelek sedeman dikarin jineke wekî “mêrxapînok” pênase bikin. Lewma jî ew kesên ku dixwazin navê û şana Besê biparêzin divê bikaribin ku pêşîyê çanda pederşah rexne û îfşa bikin.

Bi rastî, heke
min biçeribindiya ku qala hemû pênase,gotin, fikrên bi awayekî eşkere kêrî
bihêztir û domdarkirina çanda pederşah tên bikira, divê naveroka vê nivisê zêde
dirêjbibûya. Lewma jî min xwest ku hîç nebe bi dayina çend mînakên sereke ve,
bi kurtasî nîşan bidim ka gelo gorî vê pirtûkê bi îddaya tevkarîya xebatên
jinan ve derçûye jin bi çi awayî pênase kirine. Rohat Alakom di tevahiya pirtûkê
de bi zimanê civakê ve xeberdaye û her mijarek jî dîsa wekî hişmendiya civaka
pederşah rave kiriye. Helbet baş e ku di sala 1995an de mirovekî di derheqa
jinen Kurd de him jî bi zimanê Kurdî ve pirtûkek nivisîbe lê belê divê cardin
bê gotin ku ji kirinê çêtir kirina rast û qenc e. Çawa ku em divê pirtûkên bi destê
Tirkan ve gorî hişmendiya Tirktiyê li ser Kurdan û Kurdistanê hatine nivisîn bi
awayekî rexneyî bixwînin û îfşa bikin, divê heman yek ji bona xebatên bi hişmendiya
çanda pederşah ve hatine nivisîn ve jî bê kirin. Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINEN
KURD jî yek ji wan xebatanan e ku divê bi aliyê kesên cuda ve bi perspektifeke
femînîst ve bê rexnekirin.
Abonnieren
Posts (Atom)