Montag, 19. Februar 2018

Pirtûka Rohat Alakom a bi navê “Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINÊN KURD" de Jin (2)



Rohat Alakom di pêşgotina pirtûkê de dibêje ku; “iro rewşa jinan, maf û azadîyên wan, tevger û têkoşîna jinan li her welatî bûne babêta lêkolînên fireh, bêhejmar berhem tên amade kirin û lêkolîn tên çêkirin, hemû ev karan çawa em dibînin beşeke xebatên zanistî-lêkolînên jinan (women’s studies) pêk anîne.”  Berdevamiya van hevokan de meriv fem dike ku birêz Alakom vê xebata xwe jî wekî nûmûneyeke xebat/karên jinan (women’s studies) dibîne. Belê bi rastî jî, ne bi tenê jiyan,maf û têkoşîna Jinên Kurd, hemû mijarên di derheqa Kurdan de, zimanê Kurdan xwe û heya dîroka Kurdîstanê jî bi hêviya lêkolîn û nivisînê nin. Lê ji kirinê xweştir tiştek hebe ew jî teqes kirina rast û qenc e. Wekî mînak, di derheqa dîroka Kurdistanê de jî bi hezaran xebatên heya niha hatine kirin henin lê zêdepariya wan bi destê dijminên Kurdan ve û gorî hişmendî û berjewendîyên wan hatine kirin. Lewma jî her çi qasî bi aliyê tesnîfkirinê ve meriv van xebatan jî wekî “xebatên di derheqa dîroka Kurd/Kurdistanê” bi nav bike jî, wate û pênaseya van xebatan gorî îdeolojî û armanca kesan yekser ferq dike. Wekî vê her çi qasî gelek xebatên di derheqa jiyan, maf û dîroka tevgera jinan de hebin jî zêdepariya van xebatan bi hişmendîyeka pederşah ve û gorî nirxên pederşahiyê hatine kirin.
Lê gelo “Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINÊN KURD ji nav xebatên jinan de çi îfade dike?

Ji çaxên qedîm pê ve mirovan tim zanibû ku hêza/erka binavkirinê rasterast di derheqa pênasînê de ye û desthilatdarîyeka xurt dide xwedîyê navan. Lewre xwedîyê navan gorî hewce yên xwe, hişmendî û berjewendîyên xwe navan belav dike. Li nav xebatên jinan de jî binavkirin û pênaseya jinan a bi aliyê mêran/çanda pederşah ve hatiye kirin cihekî girîng digire. Li çawirdora dinyayê xebat û rexneyên tevgera jinan dike ku, gotîn, îfade û pênaseyên jinan gorî hişmendî û berjewendîyên çanda pederşah pênase dikin îfşa bike û ji dewsa van ên desthilatdariya pederşahiyê bihêztir û domdartir dikin zimanekî nû biafirîne.
Ji bona bikaribim mabesta xwe bi awayekî zelaltir rave bikim dixwazim pêşiyê heman mijarê bi nasnameyên Tirktî û Kurdtîyê ve rave bikim. Jixwe di hemû şêweyên desthilatdariyê de rewş kêmzêde wekî hevdu ye. Wekî vê gorî hişmendîya desthilatar a li Tirkiyeyê Kurdbûn kêmasîyek, qusureka mezin e. Lewre Kurd her çi qasî xwe ji taybetmendîyên wekî “kurdbûn” tên nîşandayin rizgar bikin yanê her çi qasî bişibin Tirkan/Tirktiye ew qasî hêjatir, meqbultir dibin. Bi aliyê desthilatdaran ve tên qebulkirin. Ev yek wiha ye ji ber ku nav û pênasîna Kurdbûnê bi aliyê dijminên Kurdan ve tê daynîn. Wekî vê ji dîroka nivisî pê ve mêran bi hezaran caran tarîfa “jintîya meqbûl” daye, her dîn, îdeolojî, heya her “serokî” gorî xwe pênaseyên jinbûnê kirine. Carna ev pênaseyan yekser ji devê pêxember,şêx an jî serokekî wekî qanûn/rêgezekî hatine kirin lê gelek caran jî bi rêya wêje,hûner,muzikê ve bi awayekî “estetîk” jin bi aliyê mêran ve hatine “perwerdekirin” û pênasekirin. Xebateka bi îddaya tevkarîya kar/xebatên jinan (women’s studies) ve tê amadekirin divê hîç nebe, binavkirin û pênaseyên çanda mêrtîyê bi kar neynin an jî li nav nîşaneka dunikê de bi awayekî rexneyî bi kar bibin.

De ka werin em vegerin li ser pênasîna jinan a di pirtûka birêz Alakom de;

“Şeref xan di şerefnameyê de, vê jina Kurd wek ‘jineke mêrxas û egid’ bi nav dike” (rpl:33)

“Ev xanima Kurd wek mêran di rêvebirina kar de xwedî kabîlîyetekî bû” (rpl:34)

“Canfidayî, mêrxasî û cengawerîya jinên Kurd wusan ji bala medya cîhanê kişandiye ser xwe” (rpl:74)

“Adîlexanim jineke bi cesaret, zana, keçebav û xwedî otorite bûye.” (rpl:85)

“…. Jineke bi navê Na’a Nêr mêrxasî û egîtîke mezin nîşan dide, bi xwe çekçêkir (silahçêkir) bûye, li dijî hêzên Ingîliz şer kirîye. Çawa tê zanîn peyva “nêr” ji bo hebûnên wekî mêran tê bi kar anîn, ew wek mêran bûye…”

Bi sedan îfade û gotinên mêrane di pirtûkê de cih girtine lê bi dayina bi tenê çar mînakan ve meriv dikare rasterast bibine ku “mêr-xas” peyveka yekser pesna mêrtiyê dide, ji bona jinan tê bi kar anîn. Her desthilatdarî komên ji bin destê xwe de  gorî norm/nirxên xwe dinirxîne . Çawa ku gorî Tirktiyê divê Kurd û welatê Kurdan tim gorî berjewendîyên Tirkan bên nirxandin û Kurdê herî meqbûl jî ew ên xwe dişibînin/dixwezin bişibin Tirktiyê bin, wekî vê çanda mêrtiyê jî jinbûna meqbûl gorî berjwendiyên xwe pênase dike. Gorî çanda mêrtiyê jî jin divê tim di bin kontrola mêrtiyê de bin lê heke kêm caran çend kesên bi awayekî desthilatdarî destxistî  hebin wan jî wekî “xasên mêran”, “kesên dişibin mêran” pênase dikin. Heke jinek bişibe jinan/jintiyê divê newêrek, bindest û belengaz be, ji ber ku jin di bin desthilatdariya mêran de wiha tên pênasekirin û neçar dimînin ku wiha bin. Lê belê carna nav jinan de jî kesên “wekî mêran”, “mêrxas” derdikevin!

Wekî vê, gorî çanda mêrtiyê bedena jinan bi tenê ji bona hebûna zarokê malzarok ye lê belê nijad/kok ji bêv tê. Lewma jî gava keçikek gorî nirxên civaka pederşah werêk,serxwe, xwebawer be jê re dibên “qîza bavê xwe” yanê dîsa pênaseya jinê li mezinkirina mêr/bav ve pêkan dibe.
Birêz Alakom hemû gotin, pênase û binavkirinên civaka pederşah bê rexne dubare kiriye. Wekî mînak bi tevahiya pirtûkê de zewaca jinan wekî “qîz dayîn, qîz xwastin, ji xwe re wekî jin hildan/birin” tê pênasekirin. Lewre civaka pederşah jinan wekî kes/xwedîyê îradeyê bi nav nake û jixwe zewaca jinan jî bi dest û destûra bav,bira, mam an jî mêrekî desteser ve tê kirin.
Hemû kod, tabû (bestel) û edetên çanda pederşah bi her rave û gotinê ve cardin hatine dûbarekirin.

“Carina jî xortek bi keçekê re hevaltîyê dike, keçanîya wê xirab dike, paşê jî li wê xweyî dernakeve,…” (rpl: 27) 

Wekî bi awayekî eşkere tê dîtin ku ew bestela dibê ku divê jin zayendîtiya xwe ji ser navê “şerefa” mêrên mala “bavê” xwe biparêze. Heya ku bi destûra mêrên malbatê nîn be kesekî re nezewice û heya divê çu carî hay ji potansîyela xwe ya zayenditî nîn be. Wekî hemû civakên din yên pederşah civaka Kurdan jî li ser navê “keçanîyê” gelek jinan dikûjê, zêdepariya keçikên Kurd bi zaroktiya xwe pê de bi gelek awayan bi “keçanîyê” ve tên tehdît kirin. “Keçanî” wekî qîmetekî herî giranbiha tê parastin ku gava keçik mezintir bû bi aliyê civata pederşah ve wekî “bûkeke meqbûl” bê dîtin. Gorî nirxên civaka pederşah qîmetê jinan û hurmeta li hemberî wan girêdayî parastina “namûsê” ye. Zayenditî û bedena jinan “namûs” e û xwedîyên namûsê jî mêr in. Mêr ji bona “namusa xwe” biparêzin tim ditêkoşin. Lê carna, serdemên şer de heke êdî çu carê nîn be ku “namûs” bê parastin îcar jî jinên "mêrxas”, “meqbûl” divê bi awayekî xwe ,“bedena xwe” ji ber êrîşên dijmin bifilitînin ku “namusa” mêrên xwe nexin ji bin pîyan.

“Çawa tê xuyan, piraniya jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin, ya xwe xeniqandine, ja jehr xwarine, ya jî xwe jî kelê de avêtine.” (rpl:35)

“Gelek keç û jinan jî, tenê ji bo nekevin ber destê dijmin, anîne xwe ji kendalan de avêtine an jî xwe avêtine robar û çeman xeniqîne.” (rpl:50)

Di nav civaka pederşah de her tim pesnên jinên ji bona nekevin ji destê dijmin an jî destê mêrekî, xwe dikujin tê dayîn. Birêz Alakom jî di gelek cihên vê pirtûkê de pesna xwe kuştina van jinan dide.
Di rûpela 58an de wiha tê gotin; “Anî Xatun xûşka mebûsê Dêrsimê Dîyap Axa bûye, çawa em ji çavkanîkê din fêr dibin ev gilî- gotinên ku derheqa Anî Xatûnê de hatine derxistin, bi zanetî ji aliyê hêzên dewletê de hatine belav kirin,….”

Di heman rûpelê de dîsa tê gotin ku Tirkekî pirtûkeka bi navê “Dersim-37” ve nivise û kiriye ku navê Besê wekî jineke “mêrxapînok” û “bênamûs” derxe.
Helbet nivîskar dîsa rexneya du nirxên çanda mêrane yên wekî “nav derxistin” û “nav belavkirin” ê nake. Me li jorê hinekî qala hişmendiya çanda pederşah ya civatê kiribû, jixwe ev pirtûk jî heman çandê diparêz e. Raveya mijaran jî gorî nirxên çanda pederşah dike lewma jî ji dewsa rexnekirina gotinên wekî “nav derxistin, nav belavkirin, binamûs-bênamûsîyê” idda dike ku ev bi tenê îftirayên dijmin in. 
Ji bona meriv bikaribe gotina “mêrxapînok” nîqaş bike jî divê merîv dîroka çanda desthilatdar ya mêran bi awayekî hurgilî binêr e. Lê bi kurt û kurmancî meriv dikare bibêje ku ji dîroka desthilatdariya pederşah pê ve hêza jinan ya zayenditî wekî çekeke herî bibandor tê dîtin. Lewma jî potensîyela jinan ya zayenditî bi aliyê zêdepariya olan/dînan, rêxistinên siyasî û leşkeri, qanûnên dewletê ve tê kontrolkirin. Ev yek bûye sedemeke bingehîn ku jinan ji malan de dîl bigrin, derketin û gerrana ji derve qedexe be. Wekî vê beden û kincên jinan jî gelek caran gorî heman hişmendiyê hatiye kontrolkirin. Yanê heya ku hêza binavkirinê ji destê çanda pederşah be, gorî gelek sedeman dikarin jineke wekî “mêrxapînok” pênase bikin. Lewma jî ew kesên ku dixwazin navê û şana Besê biparêzin divê bikaribin ku pêşîyê çanda pederşah rexne û îfşa bikin. 

Bi rastî, heke min biçeribindiya ku qala hemû pênase,gotin, fikrên bi awayekî eşkere kêrî bihêztir û domdarkirina çanda pederşah tên  bikira, divê naveroka vê nivisê zêde dirêjbibûya. Lewma jî min xwest ku hîç nebe bi dayina çend mînakên sereke ve, bi kurtasî nîşan bidim ka gelo gorî vê pirtûkê bi îddaya tevkarîya xebatên jinan ve derçûye jin bi çi awayî pênase kirine. Rohat Alakom di tevahiya pirtûkê de bi zimanê civakê ve xeberdaye û her mijarek jî dîsa wekî hişmendiya civaka pederşah rave kiriye. Helbet baş e ku di sala 1995an de mirovekî di derheqa jinen Kurd de him jî bi zimanê Kurdî ve pirtûkek nivisîbe lê belê divê cardin bê gotin ku ji kirinê çêtir kirina rast û qenc e. Çawa ku em divê pirtûkên bi destê Tirkan ve gorî hişmendiya Tirktiyê li ser Kurdan û Kurdistanê hatine nivisîn bi awayekî rexneyî bixwînin û îfşa bikin, divê heman yek ji bona xebatên bi hişmendiya çanda pederşah ve hatine nivisîn ve jî bê kirin. Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINEN KURD jî yek ji wan xebatanan e ku divê  bi aliyê kesên cuda ve bi perspektifeke femînîst ve bê rexnekirin.




2 Kommentare:

  1. Di şûna qalibê "li Kurdistanê hêzeke nûh" ku tirkî ye, qaliba "hêzeke nû/nuh li Kurdistanê" bi kar bîne".. destxweş

    AntwortenLöschen
  2. Silav Birêz,

    "li Kurdistanê Hêzeke nûh" ne îfadeya min e, ew navê pirtûkê xwe ye lewma jî ez nikarim biguherînim. Jixwe min di nivîsa yekem de jî gotibû nexêr temamîya pirtûkê gorî şêwaz û rêzimana Tirkî hatiye nivisîn.

    AntwortenLöschen