Freitag, 9. März 2018

8ê Adarê Li Berlînê



Dîroka Berlînê ecêw e. Hemû îdeolojiyên şêwaz dane dinyaya niha li vê derê hatine nîqaşkirin, li vê derê xurt bûne an jî hatine fetisandin. Lewma helbestkareka Hindî dibê;

“Ey bajarê qaçaxan/Ey stargeha hosteyên tenêtiyê/ Ey bajarê ew şoreşvanên ji serê wan de hezar rovî/ku bi her boçikê xeyalekî şîn dikin/te ku ew serxoşên devgenî hembez kirin/Min jî hez bike, min jî hembêz bike”

Tevgera çepgir her tim li Berlînê xurt bûye. Her çi qasî êdî utopyayên mirovan hilweşiyabin jî, gelek rêxistinên cihê cihê hê jî li vir birêxistinkirî nin. Wekî mînak, li seranserê Almanyayê bi tenê li herema Berlînê zewaca hevzayendî fermî ye û heya serokê şaredariya Berlînê xwe jî gay e. Lewma jî rêxistinên LGBTÎ jî li vê derê şên in, çimkî li her dera dinyayê gelek kes tên li vir dizewicin û dijîn.

Çalakiya îsal ji Ubahna Schlesisches Tor’ê dest pê kir heya Oranien Strasseyê bi axaftin, meş û sloganan ve berdevam kir. Li Oranien Strasseyê piştî çalakiyê muzik û govendê heya nîvê şevê berdevam kir paşê baraneka wisa kire guşeguş ku milet wekî çêlikên mişkan belav bû. Li gorî kixaza belavkiribûn li ser navê Jinên hemû Kurdistanê kes nîn bû (navê min kixazê de nîn bû) lê jinên Kurd komên wekî Tevgera jinên Êzîdî, Jinên ji Rojhilatê, Jinên Ciwanên Azad û JXK Berlîn, Jinên PYDyî, Jinên HDK yî beşdarî çalakiyê bûn.

Welhasil, bernameya 8ê Adarê de du komên gelekî çalak hebûn yek; tevgera LGBTÎ a din jî hûn texmîn bikin? Li seranserê meydanê bi hezar cureyî alên rêxistinên Kurdan ve xemilandî bûn. Ew qas zêde al, nav, reng, xêlî hebûn ku bi rastî hevaleka Alman vegeriya yek bi yek wateya wan navan ji min pirsî û bi şermana ava rûyê min çû erdê. Yaw ez ji ku bizanibim her roj naveke nû, aleka nû derdixin. Bi xwedê hafiza mine w qasî xurt nîn e.

Ji nav komîteya jinên bername lidarxistî de nûnerên ji çawirdora dinyayê hebûn. Jineke Polonyayî di derheqa rewşa jinên welatê xwe de xeber da. Her hevoka wê bi “fucking Polish state” ve dest pê dikir, ji ber ku jinên li wir bona “mafê zarok hildanê” ditêkoşin. Mafê jinan î li ser laşê wan xwe bi aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin.

Malala’ya Pakîstanî derket li ser dîkê û got; li welatê min, li Pakîstanê mafê hemû mirovan, bi taybetî jî mafên jinan bi aliyê fundetalîzmê ve hatiye desteserkirin. Dawiya xeberdana xwe bi slogana Kurdan ya herî berbelav “jin jiyan azadî” yê ve anî.

Jinek ji komîteyê derket li ser dîkê, bi “silav hevalno” ve dest pê kir, nîv saetî tirkî xeberda û bi “bijî bijî” yê ve qedand.

Gorî biryara komîteya bernameyê çu mêr tevli meşa jinan nedibûn. Lê êdî Kurdan pîşeyekî nû afirandin e; beşdartiya çalakiyan! Mirovên vê yekê ji xwe re wekî pîşeyekî hildibijêrin, alayekî/bendeki/hin xêlî felan didin destê xwe û tevli her çalakiyê dibin. HÎÎÎÎÇ xema wan nîn e ka bê gelo ev çalakiya bona çi, bi çi armancê hatiye lidarxistin û wateya alaya ji destê min de çi ye.

Ji serê min de hezar fikr, rexne, gilî gotin dihat diçûn; belê ev mijareka piralî û cidî ye. Divê pêşiyê dîroka tevgera kurdan û bandora wê ya li ser gel bê zanîn. Paşê çanda mêrtiyê bi awayekî baş bê tespîtkirin û gorî têkiliya van yekan, bi awayekî sosyolojîk raveya vê yekê bê kirin û hew…

Li vî welatê xerîbistanê yekem car bû ku yekê ji milê min girt, ez vegeriyam jineke ji Kurdistanê. Me silav da hevdu û vegeriya j imin re got; ay bizim kiroları görüyor musun, anonsa rağmen illa yürüyüşe katılacaklar!

Sekin im. Rûyê min pêşiyê sor paşê mor paşê jî spîçolkî bû! Min kir hema ez bibêm; hayna “bizim kiroyan” dêv de rî ye! Hûn hema layîqî hev in!
Lê bêdeng mam. Vegeriyam dîsa li hindurê serê xwe; em ne civak in. Em kom in, giruh in. Wekî hucreyeka bi kansêrî, bêhna genî ji me tê. Aliyê dagirkeran, mêtingehkaran, milkar û ol ve hatine parçe parçekirin.

Jinika kêleka wê jî dest bi gilî gazinan kir û got; yaw te bibêjî roja jinan nîn e lê cejneka Kurdan e. Çima ev qasî zêde sloganên Kurdî tên avêtin (navê xwedê xêncî jin jiyan azadî û bijî berxwedana ypjê çu sloganên kurdî nîn bûn) min jî got; bila tevgerên tirkan jî tevli bernameyê bibûna û sloganên xwe biavêtana ma hineka pêşiya we girtî ye? Sar bû rûye min niherî. (peyyy ja terese qey go ez tirk im ha) Îcar jî got; ez xwe ji kurd im felan. Min jî bersîv da; ok.

Li gor birhatinên gelek kesan çalakiya îsal zêde xweş nîn bûye lê par çalakiyeka şêntir hebûye felan lê de hemasa tiştên wiha dibêjin. Belê, to make long and sad story short çalaki bi vî rengî derbas bû. 





 



2 Kommentare:

  1. Min ew atmosfer ji serî hata binî kişand nava cîgerê xwe . Destxweş 🤗

    AntwortenLöschen
  2. Gelek spas Esra, bi rastî min hezar carî nivisî jê bir, êdî ev e da :)

    AntwortenLöschen