Mittwoch, 17. April 2019

Qonaxên Şînê


Wê şevê li çavên wê nihêrî û xwe kerr kir. Du destên esmer, pêçiyên zirav û dirêj... Pêçiyên xwe çiqasî zêde bikar dianîn ne? Te wê şevê gotibû qey pêlîstoka wê jî pêçî nin. (wekî gelek caran gotinan dan mozan û ji devê te xwe avêtin derve) 

 + Hands!
-  Oh, that makes sense! Cause I'm a guitarist 

Wisa şevên qerebalix hebûn û her ku diçû dirêjtir dibûn. Di telefonekî de dengekî tu didayî ber navekî an jî qeraltî, dibe ku xeyalekî. Te dîsa xwe kerr dikir. Bi dengekî nerm û dûr bersîv didan, qîmetê xwe yî bazarê de difikirî. 

Lê xewnan de? 

Di xewnan de wê tu bes dipîvayî. Tu bi avê, xeyaletan, karekterên romanan, karkerên serê sibê, posterên li diwarên cafeyan, qeraltiyên şevên xwe dipîvayî; lê bersîv her " ne ewqas" bû. 

NE EWQAS

Navê saloneke şevê bû, di kolana goristaneke Cihûyan de. Te destên xwe dan li ser serê xwe û wekî hestiyên kafiran kurekur kir û girîyayî. Te destên xwe li dora serê xwe gerand û şîna xwe kir. 

Bêguman gelek qonaxên şînê henin. (Ha vê gotinê îcar li eniya mala xwe dar ve bike) 

Ne bes qonax, gelek kalîteyên şînê jî henin. 

Hinek, hinekên tirsonek û aciz der barê tilî pêçiyên wê şevê de difikirin û li goristanên Cihûyan ji nişke ve beşeve tên. Belê, belê! Hinek wiha dikin û em, îcar bi hemû ev hebûna 56 kîlo hestî, xwîn, av û girî û çend gram kîmya, erê em nizanîn kalîteya vê şînê çi ye!

Lê tu dizanî êdî; Ne ewqas! 

Êdî çu xem nîn e bê ka çi qas...