Montag, 25. Februar 2019

Hevpeyvîn Digel Şener Ozmen

Şener Özmen di sala 1971’an de li Hezexê hate dinê. Li Zanîngeha Çukurovayê, di Beşa Şêwekarîyê de perwerdehiya hûnerê dît. Bi zimanê Tirkî helbest nivisîn, lê bi biryareke nepayîn dev jê berda. Serê pênivîsa xwe vegerand li devê kaniya zimanê zikmakî. Romanên wekî “Xeyb”, “Rojnivîska Spînoza”, “Keleh”, “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî”, “Gramera Bêhizûr” nivisîn. Özmen, ji nav xwînerên Kurd de wekî romannûsekî serkeftî, hosteyê gotinê, ji nav cimaeteke navneteweyî de jî hunermendekî cidî, xwediyê karên polîtîk tê zanîn. Ka werin em wî bi gotin û raveyên wî xwe nas bikin.

Rojda: Di sêrî de gelekî spasdar im ku te hevpeyvîna me pejirand. Ez dixwazim em hê ji sêrî ve destpê bikin; gelo te çawa biryar da ku tu hunerê bikî û kesên an jî bîr û boçûnên li ser vê biryarê bandor kirine henin? An jî çi nin?

Şener Özmen: Wer pê dizanim ku vê pêvajoya han bi biryarekê destpê nekir, min xwe di nava gêre û vêreya hunerê û afirînerîyê de dît. Heye ku gotineke gelekî ji rêzê be, lê dikarim bi kar bînim; ez wekî hûnermendekî ji dayik bûm. Ji ber ku tim û dayîm min hest pê dikir ku ez hûnermendek im. Çima ez vê yekê dibêjim? Ji ber ku dema ez vedigerim rabirdûyê, paşxaneya xwe ya hûnerî, bi gotineke din kaya kevn didim ber bê, bi mebesta ku bibînim gelo çi û çi bûne sedem ku ez karekî bi vî rengî bikim, tiştine peywendîdarî giyan û dîtbarîya têkberan tê hişê min. Diviya ku min di serê sêrî de bigota ku şert û mercên ku hûnermendekî diafirînin li tevaya cîhanê ne mîna hev in. Helbet ev yeka han ji bo nivîskaran, ji bo hunermendan, ango ji bo hemû mirovên afirîner derbasbar e. Ango kawdan û şert û mercên cîhanê... Lewre li Hezexê dest pê kiriyê ev çîroka han. Bi qasî ku bi bîra min tê, dîya min wênexêzeke hewesdar bû, wê jî roproduksîyon çê dikirin. Min çavên xwe miçî bizava têlîpêçîyên wê dikirin, wekî çawan xêzan dikişîne! Deverên sîber û yên ronak bi çi teherî çareser dike. Jixwe di malbateke wehakîno de normale ku meriv dêhn û bala xwe bide hunerê. Xalanên min bi karê wênegirtinê mijûl dibûn. Hîna di wan salan de –qala salewextên berîya 12’ê Îlonê dikim– li xanîyê wan yê duqatî yê li Cizîrê jûreke wan yê tarî hebû ji bo şûştin û veşştina﷽﷽﷽﷽﷽ , ndan onaî têikar ndûştina fîlm û kartên wêneyan, agrandîzoreke wan hebû ji bo çapkirinê. Bêguman ev delîveyek, jê û pê de derfetek bû ji bo zarokekî fena min. Her tişt bi lîstikê dest pê dike. Ma ne wisan e? Cîhana min ev bû, ji ber ku ew jûra tarî cîyê min yê xweveşartinê bû. Min xwest ez Beşa Hunerê bixwînim, ne beşeke din. Li Hezexê kesekî ku di vê mijarê de alîkariya min bike tune bû. Ji xêynî mamosteyeke Dibistana Seretayî ku ez di wan salan de di lîseyê de bûm. A soxîn, min Hezex li dû xwe hêla û min berê xwe bi Çukurovaya xopan ve kir.

Rojda: Belê, gava meriv navê te di Googlê de dinivîse derbarê te de bi zimanên cuda cuda gelek agahî derdikevin. A ku herî zêde bala min kişand ew e ku di derbarê karên te yên hunerî de bi zimanên biyanî gelek rexne û gotar henin lê helbet hunera hevçerx di nav civata me de zêde nayê zanîn, loma jî dibe ku em bi gotinên te xwe naveroka karên te û motîvasyona te rave bikin dê çêtir be. Gelo hunera hevçerx çi ye? Hunermendê Kurd ê ku hunera hevçerx dike kî ye?

Şener Özmen: A baş ew e ku ez ji pirsa te ya dawîn dest pê bikim: Wek Kurdekî, hunermendê Kurd di nava geremola cîhana hunera hevçerx de ne tu tişt e. Hunermendekî Kurd yê bêdewlet jî, fenanî gurzê ser lodê ye. Kurdbûyîn jî daketiye asta hestekê; wekî tirsê, wekî bizdînê, wekî pêpesbûna xewn û xeyalan. Piştî sedsala 20’an, ne li tevayîya cîhanê be jî, li Parzemîna Ewrûpayê, ji ber ku fermana“-îzm”an rabû û piştî bîr û boçûn û xwendinên cihêreng yên li ser post-kolonyalîzmê, struktualîzmê, post-modernîzmê û di gelek dîsîplînan de derfetin peyda bûn ku hunermend êdî pişta xwe bi “-îzm” û maîzman germ nekin û tiştên çandî û yên navend-hûnerî bi awayekî serbixwe bikar bînin. Aya berîya vê tofanê hunermend ne gerdenaza bûn, ma ne bi serê xwe bûn? Pirs ev bû û pirsgirêka sereke jî, helbet di hemû qadan de bi Marksîzmê re bû, bi kir û kiryarên Stalînîzmê re bû. Postmodernîzm, benik di guhê hunermanendan de rakiribû, qala mûcîzeyekê dihat kirin, mûcîzeyeke wisan ku bo mînak bi salan piştgirîya Hunera Nûjen kiribû li Amerîkayê. Fena gotegotekê dihat gerandin, lêbelê paşê derket holê ku CIA, hunermendên navdar yên wekî Jackson Pollock, Robert Motherwell, Willem de Kooning û Mark Rothko di henga Şerê Sar de fena çekeke bi kar anîye. Ne yarî ye, bîst salên dûdirêj, CIA, li cîhanê gişî, piştevanîya Ekpresyonîzma Razber ya Amerîkayê kiriye. Loma jî, gava mirov qala hunera hevçerx, hunera nûjen dike, divê kêlîyek rabiweste, ro bike û bipîve, wekî çi dibêje, dê çi û çi vebibêje. Peyva hevçerxbixwe jî wergerek e modemod e, çi ji Tirkî, çi ji Îngilîzî hatibe wergerandin, şaş e û digel vê şaşitîyê jî, ev demek e bûye mertalek, bêhtir jî li Cîhana Sêyem. Ez ji van têgehan hez nakim, ji van navlêkirinan hez nakim, ji hunera ku bi H’ya girdek tê nivîsîn jî her weha! Lê di civaka Kurdan de, yan jî li Kurdistanê hûnera hevçerx çi ye? An jî hûnermendê hevçerx kî ye? Ez dibêjim -ku ev angaşta min e-, digel ku parçeyên mayîn yên Kurdistanê di şert û mercên ji hev gelek û gelek dûrî hev de, mêjûya xwe ya hunerî nivîsandin, Bakurê welêt, xasma jî Diyarbekir û hunermendên li Diyarbekirê di vê mijarê de bi pêş ve çûn. Kurt û Kurmancî, dixwazim bibêjim ku heta tu nebî xwedîyê xwe û statûyekê, tu tune yî. Loma, tu wateya Hunermendê Kurd yê Hevçerx nîn e, ji xeynî îtalîkkirina vê zincîregotinê. Bi tenê dikarim bibêjim ku ez Kurd im, Kurdekî bêdewlet im û karûbarê min ev e.

Rojda: Belê Şener lê dema ku meriv li navê te digere, pênaseya te wekî “Nivîskarê Tirk / Hunermendê Tirk” derdikeve. Tu dibêjî ku ez Kurd im, Kurdekî bêdewlet im û pêdivîya min ji tu pênaseyan nîn e. Lê wekî dibînî bêyî daxwaz û destûra te cîhan pênaseyan dide te. Gelo serbestîyeke me heye ku em vê yekê biguherînin? Û ew anektoda ku te di derbarê Ekpresyonîzma Razber ya Amerîkayê de got gelekî balkêş e. Gelo dawîya dawî, hunera te xizmeta çi dike?

Şener Özmen: Heye helbet, bila Kurd jî min wekî hunermend yan jî nivîskarê Kurd bi nav bikin, binivîsin û bibêjin. Ha, hingê tiştin –ne gelek– çareser dibin. Tu çi dikî bike, çi huner, çi wêje, pênaseya xwe her û her ji nû ve diafirînî û ev ne tiştekî hêsan e, tew dikarim bibêjim qerratî ye! Tu her û her hewl didî ku, xwe wekî Kurdekî bi pergala ku li hemberî te ye, bidî pejirandin, bidî pejirandin ku tu hunermend î, hunermendekî Kurd î. Ka kîjan xwedî dewlet bi heman reftaran bertekan dide? Balkanî? Koreyî? Japonî? Ne yek jî! Ji bilî yên nijadperest –yên wekî Tirk û Ereb û Eceman–, hunermend nakevin nîqaşên wehakîno, hunermendekî Alman, berîya Amanîya xwe, hunermendekî cîhanê ye, piştî wê dixwazî bila bibe yekî Marsî. Ev tê çi wateyê gelo? Çimkî, divê tu tim û dayîm, gotinên ji cîhana xwe ya tengenefes zêdetir û mezintir, tirtiretir bibêjî, gelek tiştên ku nikarî ji binî derkevî, bi carekê re bibêjî. Tu dibî aferîdeyek şaşomaşobûyî, tu dibî Frankeştaynek ku carinan bi Kurmancî jî galegalê dike. Reng e ku ev yeka han, di hêla zimên de dewlemendiyekî jî bide te, belam ev jî xewn û xeyaleke, xewn û xeyalên hunermendên li mêtingehan mezinbûyî. Çima ez ê her tim vê yekê bibînim, çima ez ê her tim bibêjim Şener Özmen hûnermendekî Kurd e, Şener Özmen nivîskarekî Kurd e. Di gelek pêşangehên navneteweyî de li paşîya nav û paşnavê me “Turkey” dihat nivîsandin. Hê jî di gelek hevpeyvînan de her çiqasî pirseke wiha raberî te nekin jî, ew xwe desthilatdar in, dinivisînin. Ji ber ku çîroka hûnerê, mêjûyê hûnerê yên xwedî statû dinivîsin, yan na?

Rojda: Ez ê cardin vegerim vê mijara polîtikbûn û hunermendê polîtîk.  Gelo tu hunermendekî polîtik î? An jî gelo hunera ne polîtîk heye?

Şener Özmen: Pirsek e; gelo di hûnera hevçerx de kêşeya nasnameyê roleke çawan dilîze? Min gelek caran pirsîye, ez ê cardin bipirsim; aya hunermendên Kurd, yên ku ji sedî nodî berhemên wan li ser şêwejîyana Kurdan, mêjûya Kurdan an jî trajedîya Kurdan in, piştî ku berhemên wan dikevin mûzexaneyan, li çarmedorê cîhanê digerin, çima serê êwil dev ji Kurdbûyîna xwe ber didin? Çimkî Kurdbûyin, bo demekê fena pêpelûkekê ye ji bo wan. Ev li alîyekî, gelo mirov çawan, bi firotana trajedîya vî gelî, popûler dibe? Ango, di hemî qadan de! Ji ber çi wekû kanîyeke bêbinî li vê pirsê dihinêrin? Tirk, ji vê kêşeya nasnameyê êciz dibin, lê ez pûte bi reftarên wan nakim! Ez nikarim xwe bi xwe bibêjim û nav li hunera xwe bikim wekî ez hunereke polîtîk diafirînim! Dibêm qey, berhemên min tiştên ku nehatine gotin jî, dibêjin. Loma weke berhemên polîtîk têne nasîn.

Rojda: Ma karûbarên cihanî ne polîtîk in?  An jî polîtîk çi ye?

Şener Özmen: Belê, polîtik in. Polîtîk çi ye? Berhemeke vîdeoyê yê li ser jîyana polîsên Meksîkayê yên di pêsîrtengîyêde mayî jî polîtîk e. Hunermendekî me li ser wan berhemeke vîdeoyê çêkiribû, rexne nakim, bi tenê bi lêv dikim. Çi ku sînorên polîtîkbûyînê jî ne hinde zelal in.

Rojda: An jî dibe ku bi awayekî sembolîk dixwaze balê bikşîne li ser sansûre li ser pirsgirêka polîsên dagirkeran li Amedê? Ji ber ku meriveke her roj tundîya polîsên dagirkeran li ber derîyê mala xwe bibîne lê nikaribe derbarê vê de kar bike dibe ku bibêje: yanê madem ku em nikarin di derbarê polîsên Tirkan ên li Amedê de kar bikin em ê biçin derbarê polîsên li Meksîkayê kar bikin. Bi rastî bêyî vê raveyê çu tiştek nayê hişê min.  

Şener Özmen: Tu di vê babetê de çakbîn î. Ez qasî te çakbîn nîn im û di sîtilda dêw de li mûyê spî jî nagerim. Belkî wisan e, belkî jî ne wisan e, em nizanin. Meseleya polîtikbûnê girîng e, rast e. Kurdbûyîn, polîtikbûneke jixweber e, xatirxwestina ji polîtîkayê jî helwesteke polîtîk e. Hinek hunermend karên polîtîk difarinîn, hinek hunermend jî karên dijberî polîtîkayê diafirînin, lêbelê di rastiya xwe de tişteke weha tune ye. Heta ku hunermendên me bi kar û barên xwe, bi zimanê xwe pêsnê mêtinkarên xwe bidin, dê tiştek neguhere. Binêre, li Amedê zimanê hûnera hevçerx Tirkî ye. Loma jî bi raya min tirs heye û beramberî wê jî wêrekî heye. Wêrekîya ku tê bikaribî li hemberî mêtingeran hiş û bîreke dîtbarî biafirînî. Ha ev helwesteke qewî polîtîk e!

Rojda: Piştî van gotinên zor balkêş, dixwazim bizanibim gelo karên te li ku derê tên nîşandan? Û karên te yên derbarê neteweya Kurd de bi awayekî dikarin peyama xwe bigihînin civakê an?

Şener Özmen: Ji ber ku dam û dezgehên me yên hunerî nîn in, yên heyî jî qewî lawaz in, meriv nizane bi rastî jî çi bibêje. Piranîya berhemên min di mûzexaneyên biyanî de nin. Gelekên wan di koşk û serayên koleksîyoneran de nin. Ji wan yek jî Kurd nîn e. Ma Kurd giştik xizan in? Giştik pûno ne!? Gelo Kurdekî dewlemend nîn e ku em bibêjin xwe ranêzîkî hunereke bi vî rengî bike? Koleksîyonerîyê bike, galerîyekê veke... serbikeve... ku ev jî pêkan e. Ji ber ku hemû hiş û bîr û hewldana min li ser avakirina keleporekê ye. Bila kes nebêje bêreh û rîçal in, kelepora wan nîn e, hunera wan nîn e. Heye! Her tişt heye, tenê dewleta wan tune!

Rojda: Em ê cardin vegerin li ser dîroka te ya takekesî. Gelo tu çawa, bi kîjan kar an jî karan bi awayekî navneteweyî hatî zanîn?

Şener Özmen: Ez bi tanê karekî nehatim naskirin. Ev pêvajoyek e. Belê hin hunermendên ku tenê bi karekî tên zanîn û hatine naskirin jî henin. Lê bi raya min ev yeka han ger û geştek e. Belê tu kar dikî, tu gelek tiştan dikî, ji ber ku tu zimanekî li hemû dewerên cihanê derbasdar bikar tinî. Tu wêneyan çê dikî, tu vîdeoyan diafirînî, tu enstalasyonan çê dikî û kêmûzêde hemû kes heman tiştan dikin. Ango çu formeke ciyawaz nîn e ku ez dikim ên din nakin. Na! Jixwe hûnermend gelek forman bikar tînin, divê bikar bibînin jî. Yanê ev meseleya “international” zêde ye, her tim piştî navê te an jî pêşiya navê te bilêv dikin. Lê bi rastî ez nizan im. Ne hewce ye yanê.

Rojda: Tu berîya hatine li vê derê li New Jerseyê bûyî, bawer dikim nêzikî salekî li wir mayî. Niha jî li Berlînê dijî yî. Wekî tê zanîn li Berlînê cimeateke Kurdan a zor geş heye û wekî wê gelek hûnermend û nivîskarên Kurd li vir dijîn. Gelo cih û derfetên hevdunasînê û tevkarîyê henin?

Şener Özmen: Haya min ji cimaeta Kurdan li Berlînê heye, belam bawer dikim ku haya wan ji min nîn e. Lêbelê ez bixwe hogirî Berlînê me, min li vir gelek pêşangeh li dar xistin, pêşangehên ku hê jî berdewam in jî henin. Sed heyf û mixabin, hêja delîveyek ku me li dora xwe bicivîne, pêk nehatiye.

Rojda: Yanê meriv dikare bibêje ku tevkarî û têkiliyên bi awayeke takekesî çê dibin, ne wisa?

Şener Özmen: Belê, wisa ye. Helbet ev jî derfet in, yanê festîvalên hûnerî henin helbet lê encamên bi vî rengî nadin.

Rojda: Gelo tu niha li ser çi dixebitî û planên te çi nin?

Şener Özmen: Ez niha ji bo pêşangeheke xwe ya takekesî ya li Stenbolê kar dikim. Di Avrêla 2019’an de, dê li Pilevneli Mecidiyeköyê li dar bikeve. Çend vîdeo li Berlînê hatin kişandin, derhênerê wêneyan jî sînemagerê Kurd Savaş Boyraz e. Di heman demê de ji bo fînala pêşangeha Adnan Yildizî ya bi navê “Mutterzunge”yê ku gotineke nivîskar Emine Sevgi Özdamarê ye,  li ser vîdeoyekê dixebitim, hema hema li ber qedandinê ye. Belê ez li gelek cihan kar dikim, lêbelê ez ê li Berlînê bimînim. Sedema vê yekê bes ne ew e ku jîyana li vir ji bo min û malbata min hêsa ye. Na! Hinek tiştên gelekî takekesî jî henin. Bi vê pêşangeha digel Adnan Yıldiz ve ez dixwazim hinek jiberan jî serobino bikim. Yanê bi rastî jî polîtîk çi ye, antî-polîtik çi ye. Helbet Berlîn van mijaran de gelekî îlhamê jî dide meriv.

Rojda: Mala te ava Şener, gelekî spas dikim bona bersîvên te.

Şener Özmen: Spas xweş Rojda.

NŞ: Ev hevpeyvîna ji bona kovara Şemamok hatiye kirin û hejmara kovarê ya 29emîn de hatiye weşandin.