Sonntag, 30. Juni 2019

Piştî Wê

N çû. Çawa hatibe wisa çû! Lê bêguman mirov dikare hin şîrovên din jî vê rewşê bar bike, ku hindiktir biêş e. Bo nimûne, heke hatin û çûyina wê wek hev be, dibê ku neçû be. Yanê dibe ku hîç nehatibe. Bi rastî ev şîroveyeke kêrhatî ye. Di van rojên dirêj û germ de, kêrî min tê. Yanî kêrî kurmeke di bin sîya dara hurmiyê de tê ku ew romanên Jeanette Winterson'ê dixwîne, zoq dibe dîwarên vik û vala temaşe dike û di der barê çûn û hatinan de difikire. 

Di sêrî de N hîç nîn bû. Bes valahiyeke amorf wek ew ewrê li ser serê Mihemmed carna xuya dibû û winda dibû. Paşê baraneke nermoke barî, behna xakê dihat û dengên balindeyan. Min got qey hewa xweş e. Pêxas derketim derva lê qiyameteke nas qetiya li ser min. Niha di bin wê dara hurmiyê de romanan dixwînim. Min berê jî wisa dikir. Wekî kêrguşkeke ziravqetî xwe davêt bextê deng û gotinên biyanî. 

Îro 30ê pûşbera 2019an. Êdî bi tena serê xwe bim, hîç kes ji min neweze jî çayê çê dikim, heya min îro bes ji bona xwe fîncanek qehve jî çê kir. Nîv saetî vala vala diwêr dinêrim û başê bes ji bona ku behna jiyanê bikeve erdê dibêjim; keçê hela çayekî çê bike ya. Ji nişke ve reng dikeve serê soretê demê. Dinêrim... Cardin dikişe; hêdî û aram. 

Dibe ku N nehatibe û neçûbe. Wekî ew fotografê li ber xeraxa Çemê Nîlê, bi kirasekî şîn disekine. Dikene, xwerazî û bextewar e. Ez jê dinêr im. "Evîna min li qeraxa Nîlê ye" bi gotina xwe şaş û metel dibim. Lêvên xwe gez dikim û dibişirim. 

N çû. Wekî hîç nehatibe.