Montag, 28. Mai 2018

Mirin

Bin taveke tapesarî de mirinê difikire. Gotina "wî" tê ji bîrê; her tiştê din di derheqa jîyînê de ye, lê mirin? Dema mirin tê êdî hîç tiştekî din namîne. Mirin wekî bayekî sar û bihêz rûyê wê dadilêze derbas dibe, nasekine, her tiştî bi xwe re nabe lê nola gilêza kuçîkekî nexweş ji dev û çenga wê re diniqute. 

Derheqa mirinê de fikirîn xweş e. Dema derheqa mirinê de difikire wisa dibê qey heke agir alaf ji dora xênî bigire bi pêlkirina yek tuşê ve dikare bifire û ji nav êgir derkeve biçe. Mirin nola çareserîyeke efsûnî dibirriqe carna... Lê heke pêlî wê tuşa xelasker bikî êdî mirin jî namîne jiyîn jî, çareserî jî namîne, agir alaf jî. Lewma bi meraqa berxeka li ber kêre zimanê xwe dirêjî tûjahiyê dikî. Dikenî û xeber didî, pirtûkan dixwîni, çayê çê dikî, carna porê xwe şe dikî û te duh cotek giharên nû standin. 

Çendî bi hêvîya dîtina tişteke nû ve destê xwe dirêjî mirinê bikî te dîsa bibînî ku mirin nola pirtike pîneyê zîtolzîtolî ye ji nav dev û diranên wêjeyê de. Wêje wekî dantêl çêkirinê ye, bes kêrî derbaskirina zemên tê. 

Çend caran bi gilî gazinan qala wan ên li nav sûkan, ji ber çavê her kesî hatin kuştin, hatin kizirandin, hatin herijandin bikî te bibînî ku mirin alafek e, bona berdevamiya heman terraneyê. 

Zûr bû nava çavên mirinê nihêrî. Mirineke şîrogermî, hêsa, sivik û tenik... Gelo rengek ji dilê Woolfê hîç herikî bû ji nav rihê vê wardekê? 


Mittwoch, 9. Mai 2018

Bîrhatinên Wê û Min


Zarok gerîya ji bin sîya dareka bîyê de, destên tenêbûnê zivir û germ bûn-lê haya zarokê wan rojan ji vê yekê nîn bû. Pozekî mîna mixên xillimxorî ên ku li nav kevir kuçikên înşaatan de windabûyî sîya xwe berdabû li ser rûyê zarokê. Pozên mezin û xillimxorî nayên veşartin. Feqîrtî nayê veşartin. Gelek tiştên din jî henin ku em hewl didin ku veşêrin lê mîna qîrêjeka reş ji avê de belav be wisa belav dibin, deng nedin heke reng didin, reng nedin behn didin. Lê çi bibe bila be ew xwe îlla bi awayekî der didin. Pozê xillimxorî û dirêj sî dida li ser rûyê zarokê. Sîyeka reş û dirêj û xillimxorî...

  Zehlê zarokê ji ew a qerqaş a biçûk dihat. Zehlê zarokê ji kubarbûn, biçûkbûn, arambûn û herî zêde jî qerqaşbûna wê dihat. Mîna çawa ku pereka qerqaş a armûşî bi tesadufî biketibe li ser rêya tewlê. Ga gamêş herin bên, golik li ser re bidin çirtikan lê pera armûşî bi hemû qerqaşîya xwe ve li vir wisa bimîne, çilkek rêx be jî lê nekeve... Ev alozî ye, heke alozî nîn be teqes neheqî ye. Zarok giraniya vê rewşa xerîb di kûrahiya dilê xwe de dizane. Zehlê wê jê diçe...
"Revîn" peyveke bedew e, wekî keçîkên televîzyonan de bedew e, her yek tîpa wê digunca a din. Wekî keçîkên televîzyonan de ku bi hezaran taybetmendiyên wan bes yek an jî du û yên herî pûç tên bal kişandin. Televîzyonan de keçîk bes bedew in, xêncî bedewbûnê û digel bedewbûnê çu taybetmendiyeke wan nîn e. Bi milyonan pirtûkan, ew qasî jî stranan wisa dibên ku revîn "romantîk" e. Bi hezaran rûyên revînê bes qala rûyekî pûç dikin.

Revîn mîna vizikeke bi gû dizivirî di gewrîya pera qerqaş de. Carna behna kartolên genî jê dihat û carna jî ji nav belgên romaneke wêjeya Îngîlîzan de hebûna xwe ya şil û gemarî vedişart. Lê di rojên gelekî sar û bi taybetî nîvroşûnda yên bêdawî de mîna pişîkeke sorgevez a nas dihat xwe dispart her tu destên cemidî ên pera qerqaş. Pera qerqaş revînê nas dike, gelek bêhnên wê dizane û heya haya wê ji çend rûyên wê jî heye.

Lê ev hîç xema zarokê nîn e. Derdê wê besî wê xwe dike û ev derd dike ku carna dilê xwe biteqe wekî gulokek rîsê sor ji dest û pîyê ên din bigere. Zarok gulloka xwe ya sor ji hundirê xwe de zor digire, carna bi hêrsana enîya xwe dixurîne. Serê zarokê diêşe.

Serê zarokê ji sîya pozê dirêj î xillimxorî diêşe.
Serê zarokê ji feqîrtiya bêhna gemarê jê tê diêşe.
Serê zarokê ji dest û pîyên wê yên terrikî diêşe.
Serê zarokê ji qelemên bi çîzgîçizgîyî reş û qîçik diêşe.

Destên tenêtiyê carna zivir û germ in li ser pişta pera qerqaş.
Di rojên pir sar û nîvroşûndayên bêdawî de revîn dibe pişîkeke sorgevez,
li ser pişta destên qerqaş û cemidî.
Gerdûn jî piştevaniya pera qerqaş dike qey!

Zarok di kûrahiya dilê xwe de dizane tiştên ku hîç tune nabin û heya nayên veşartin henin lê heke çîlkek rêx biçilke li ser pera qerqaş hîç nebe alozîya heyî yê çareser bibe. Zarok zend û milan ba dide ku sîya xillimxorî, bêhna gemarî a feqîrtiyê, dengê qalind î çiyayî bi çêrmê xwe yî qemer ve bipêçe û wekî topa kullê ji nav rêya tewlê de bibê reeep! Bavêje li nava rêxê... Bes bila çîlkek be jî ji pera qerqaş bikeve. https://youtu.be/9CCw6ZgWk-U




Freitag, 4. Mai 2018

Derheqa Gerîneka Guernîcayê de...



Navê pirtûka ku ez ê îro bidim nasîn “Gerîneka Guernîcayê” ye. Ev pirtûk bi aliyê Yildiz Çakarê vê hatiye nivisîn û bi aliyê weşanxaneya Lîsê ve Gulana 2016’an de hatiye çapkirin. Li gorî li ser rûpela pêşîn dinivîsê edîtoriya pirtûkê bi aliyê H. Kovan Baqî ve hatiye kirin. Pirtûk bi du beşan, 210 rûpelan pêk tê.
Bi rastî ev pirtûka dibe ku deh caran li cihên cuda cuda ber çavên min ket lê ji dilê min nehatibû ku ez romaneke “din” a kurdî bixwînim. Ji ber ku li gor raya min heke meriv mazoşîst be divê an sînemaya Îranê temaşe bike an jî veke romaneke kurdî/kurmancî bixwîne. Her du jî tijî êş,keder, ajitasyon, mirin, kuştin, veqetin, neheqî, girî û azar e. Her du jî dike ku meriv zendikên xwe bide li ber kêre… Lê belê min kir, min pirtûka Yildiz Çakarê hilda û xwend.
Gerîneke Guernîcayê pirtûkeke herikbar e û zû tê xwendin lê mixabin ev yek ne bi sedemeke erênî wiha ye. Pirtûk rasterast bi peyvên Kurdî/kurmancî lê hevoksaziya Tirkî hatiye nivisîn loma jî bi aliyê kesên wekî min, ên li Bakûrê Kurdistanê bi zimanê Tirkî mezin bûnê ve zûtirkê tê fêmkirin û xwendin. Mixabin Kurmancîya zêdepariya me di bin bandora Tirkî de ye lewma jî zimanê vê pirtûkê bona me ne biyanî ye. Lê helbet ev jî rewşeke pir xerab e, divê bê çareserîkirin. Min paşê çavê xwe ji torên civakî gerand û dît ku li çend cihên din jî heman rexne hatine kirin. Ne bes Yildiz Çakar, zêdepariya mirovên Kurdî/kurmancî dinvîsin heman rewşê de nin. Lewma jî ev pirsgirêkeke gelekî cidî ye.

Protagonîsta pirtûkê keçeke bi navê Lîsa ye û em hemû çîrokê bi devê Lîsayê guhdarî dikin. Lê derûnîya Lîsayê tevlihev e, gotinên wê jî her tim ji nav rastî, xewn û xeyalan de diçe tê. Loma jî meriv gelek caran pêşiyê fêm nake bê ka çi bûye lê paşê hêdî hêdî hinekî bêtirîn çîrok eşkere dibe. Her çi qasî pirtûk wekî du beşan hatibe cudakirin jî çîrok bi sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn de keçeke biçûk bi heman gilî gotinên dubare sêbare sedbare ve qala çîrokên diya xwe, mala xwe, “jiyana berê a tekûz” dike. (Belê van dubareyan ez canzerî kirim, min çend caran kir ku hema pirtûkê nivî de bihelim.) Beşa duyemîn de keçik çavên xwe li nexweşxaneyekî ve dike û dibîne ku laşê wê tijî birînin. Hin kes alîkariya keçikê û xwişk, birayên wê dikin û bi awayekî nasnameyên nû, navê nû ji xwe re  peyda bikin. Edî navê protogonîsta me Lîsa ye, lê em ji nav wan gilî gotinên bê seroûber de fêm dikin ku kesayeta keçîkê bûye du parçe. Bi aliyekî Lîsa heye, aliyê din jî navê din/kesayeta din a wekî sîyekî daye li pey wê. Lîsa diçe li Stenbolê ku xwe ji destê dewleta dagirker xelas bike û heke rêyekî bibîne xwe bavêje li Avrupayê. Lê meyaser nabe, Lîsa li Stenbolê dimîne û dest bi jiyaneke nû dike. Roja yekemîn ku Lîsa tê li Stenbolê Abraham alîkariya wê dike ku ji xwe re jiyaneke ava bike lê helbet em fêm nakin; ev Abrahama kî ye, madem Kurd e çima navê wî Abraham e. Paşê em dibînin ku Abraham hûnermend e, xwedîyê atolyeyeke mezin e fêlan û bêvan. Lê bi rastî ev karektera te bibêjî ji fîlmeke Woody Ellen derketiye hatiye ku xwînêr bide qanîkirin ku “evîndarî êş û keser e”, “hêvî peyveke sexte/qelp e”, “hemû gerdûnê bes ji bona Lîsa şa nebe hevkariyê dike” û hew. Xwezila êdî cimaeta Kurdan xwe ji van gotinên klîşe û arabesk rizgar bike û çu girîngiyê nede van aforîzmayên eletewşî. Nexwe, beşa dawîn de Lîsa wekî tabloya Pablo Piccasoyî Guernicayê li nav sûkên Amedê de digere. Êdî hemû qiyamet pêk hatine, her tiştê xerab bûye, çu tiştekî Lîsa winda bike, ber bikeve, dilê xwe lê biêşîne nemaye. Lîsa wekî Guernîcayê bi parçe-pincik, bi cendekekî tijî birîn, bi dilekî şkestî li nav sûkên Amedê digere û ji derîyekî ve dikeve hundir ku Abîdeyê dibîne. Abîde navê Lîsayê yî rastî ye. Yanê Lîsa dîsa xwe hembêz dike, dibe yek, dibe “kesek”.
Belê min di derheqa sînemaya Îranê û romana Kurdî de (sînemaya bi zimanê Kurdî jî wiha ye) got ku naverok her tim bi babetên hardcore tê tijîkirin. Dibe ku bi awayekî mafdar bê gotin ku; yaw jixwe jiyana Kurdan, rewşa welêt, rewşa civata Kurdan tijî bûyerên hardcore in, çu tişteke asayî, xweş, aram nîn e lewma jî baş e ku nivîskar jî derheqa vê rewşa reş û tarî de binivîsin. Belê, rewşa heyî ev e. Jixwe ez jî nabêjim çima ev kes di derheqa rewşa heyî de dinvîsin lê ez dibêjim ma gelo çima ev kes bi wekî bûmên bêom xwe dane li ser banê hemasa heman çîrokê bi heman peyvan dilorînin! Ew kesê/a dibê ku ez pirtûkêkî dinivîsim, ez atmosferekî/dinyayekî bi gotinên xwe dihonim û çê dikim divê bikaribe êşê, keserê, vê rewşa reş û tarî bi awayekî hosteyanê, bi gotinên ne-klîşe û bandorkar ve vebêjin. Divê ew kesê/a vegotina vê êşê bi wekî peywîra xwe dibînin xwedîyê ziman, şêwaz û hişmendiyeke afirînêr bin. Heke ku serê xwîner bi heman ax û nalînên klîşe ve bên êşandin, xwendina pirtûkê jî bêyî serêşê kêrî çu tiştî nayê.