Freitag, 20. September 2019

Çima û Çi dixwîne?


Wan rojên hanê hevalekî gazinên xwe kirin û got; hema her kes pirtûkan pêşniyarî min dike. Ka ez ê guhê xwe bidim kê? Wê çaxê dengê tê dîsa sar û bibiryar gotê; hema guhê xwe nede tu kesî! Ji ber ku xwendin karekî şexsî û îdeolojîk e.

Şexsî ye; ji ber ku dema meriv dixwîne, meriv zehnê xwe mîna gerekî ve dike ji bo hespên keseka/ê din. Merîv destûrê dide ku deng, gotin, nêrîna nivîskar -heke tesîr neke jî- sîya xwe bide li ser hebûna xwîner. Lewma jî mirovên xwedî fem û feraset zûtirkê pirtûkan pêşniyar nakin. Ne hewceya gotinê ye lê xwînerên zîrek jî guhên xwe nadin pêşnîyaran. 

Xwendin îdeolojîk e. Belê, wekî hemû tiştên din, xwedin jî karekî îdeolojîk e. Gelo tu çi dixwînî û çi naxwînî? Gelo tu kîjan pirtûkê çawa dixwînî? Dibe ku pirtûkeke Fanonî di bin kirasê te yî qirêj de veşartî be û tu carna, dema çavên te rastî çavên kebabfiroşêkî li dora îstasyona trenê ket, di serê xwe de binê hevokeka pirtûkê bi sor xêz bikî. Yan jî dibe ku tu fotrafê romaneke Harukî Murakamî bidî li kêleka fîncana qehweyê û di înstragramê de parve bikî. Dibe ku tu bi hezaran nivîskarên Ewropî bixwînî, bes ji bona qîra li ser rûyê xwe hinekî pak bikî, lê dîsa jî nêrîna wî kebabfiroşî, tişteneke nas, tişteke tu dixwazî jibîr bikî ku cardin vegerîne zehnê te.

Ev kesa van hevokan dinvîse çima dixwîne?

1- Ji bo ku vegere malê

Ji zû ve newan bûye. Hêlîna xwe di nav gotinên çend xwedêyên mirî de daniye. Mîna çawa hin kes eraqê vexwin, esrarê bikşînin, ew jî Dostoyevskî, J. London, M. Twain, Celine dixwîne. 

2- Ji bo jibîr bike

Carna xwe davêje bextê tiştên nû, nivîskarên nû, gotinên post-modern, navxwaze êdî biêşe bes dixwaze ji bîr bike, lewma jî Murakamî, Herta Müller, Dasgupta, Tom Robbins, Muriel Barberyê dixwîne.

3- Ji bo bikaribe vî zimanê qedîm fêr bibe

Hecîyê Cindî dixwîne. Her şev, berîya razanê mîna çawa ku çayeke bişeref çê ke û gazî kalkê xwe bişke, derê Hewariyê cardin vedike. Pirtûkên berê yên Tosinê Reşîd dixwîne. Wezîrê Êşo dixwîne, wergerên Kawa Nemir, Ergîn Opengîn dixwîne. Hemû nivîsên Rizgar Elegez mîna metnên pîroz dixwîne. 

4- Ji bo haya wê ji edebiyata Kurdî ya nûjen hebe 

Carna bêdilî be jî, bes ji bona şansekî bide xwe û nivîskarên nûjen yên Kurdî dinvîsin; Cîwanmerd kûlek dixwîne, dibe ku hê jî bixwîne. Mixabin hin kesên wisa jî xwendine ku dema behsa wan dibe vereşana wê tê. 

5- Ji bo fêrbûn û famkirinê dixwîne

Nurdan Gurbilekê dixwîne, bi taybetî "Kötü çocuk türk", "Sesizin payı", "Vitrinde yaşamak" vedigere û vedigere dixwîne. Silvia Federeciyê dixwîne, Simone de Beauvoirê dixwîne, Kate Millettê dixwîne, Franz Fanonî dixwîne û hew.

6- Ji bo fêrbûna zimanan

Çîrokên Rûsî û romanên fantastîk yên Almanî dixwîne. 

Gelo ev tabloya xwendine bi nêrîneke îdeolojîk çî dibêje?
Bersîv niha ew e ku, belengazeke hewl dide ku bi awayekî oto-dîdakt perwerdeya xwe bike. Lê di heman demê de, dixwaze rihê xwe wekî yekparçe bigire. 




Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen