Montag, 15. Januar 2018

Xewna 2


Orta rê ya ber bi çêm ve diqulibî de goşîyeka tirîyan. Ketibû erdê û ji aliyê rastê ve çend heb niha ve kefikî bûn. Mûristanga sor serê xwe bi baldarî ra kir, her du antanên xwe du caran bi jêr ve û roj ve ba kir, vegeriya çû.

Ewa reş a biriştî cardin xwe dayê, kir îcar, wekî cara dawîn û xurttir xwe bide bifilitîn e. Pîrhevoka qun terrikî li jor ve xwe ba kir, mîna kewanîyeka beroşa goşt sêver bide ser êgir, carekî ve mêşa reşa biriştî dalêst.

Wê çaxê tu jî ber çêm bûyî, yan jî li gorda, pişt lodê an jî tewlê de...

Ji nişkeva, serê min muzikek welidand. Tirsiyam. Min hê wê çaxê nizaibû carna ji nişke ve serî, dest an jî çîpên te dikarin biwelîdin. Tirsiyam û min xwe di pişt sîtila dêw de veşart.


Montag, 8. Januar 2018

Xewn 1


Em xewnan dibînin. Xewnên min pak dibin. Duh şev min ortebaxçe dît, ronkayî bû, wekî wan xewnên min ên di rojên ezmûnan de nizm, genî nîn bû... Notr, heya xweş: robîn/pêsîrsor, ew hemû pirtûkên li ser çivîkên ecêw û kixazên ezmûnan, çîçekên hişkkirî: gulsosin û yasemînên qîçik ên pelçiqandî, hov û biçûk. Karmendên kurt û topikî, Kaîne Xanim û Celîle Xanîm. Û ew ava porteqalan a hê min xwe ji pencên xewnê nedifilitand x. raberî min dikir, qehveya di çanîkê bafûnda mîna iksîreka reş dikelîya.

Di xewna x. de em gerîyane li nav mêrgekî de:têjikeka plingan û plingekî xwe ji pişt daran de veşartî hebûye. Mêrekî nîvpilingî ji destê de kalaşnîkovek dêrî dikute. Wî, ji dêst de tivingeka vala mêrik xapandiye, em parastine. Gotiye ha ji vê mesafeyê ez ê mêrênîvpling bikujim!

Ra dibim.

Heke meriv ra be xewn mîna her du kewgozelên li ser dara rihê Nurê difirin diçin. Hîç nebe deng dimînin, https://youtu.be/q3gnxO8bUxQ

Samstag, 6. Januar 2018

Bi Kurtasî Dîroka Enfalê


Di pêvajoya dawîn de, me bi awayekî dilşadî dît ku hemberî hemû ciyawazî û dijraberîya di navbera partiyên Kurdan, gelê Kurd bi helwesta netewî mijaran dinirxîne. Dibe ku ev yek bona hemû mijarên di derheqa pirsgirêk û rewşa Kurdan de wiha nîn be lê hîç nebe bona referandûma li başûr ev helwesta balkêş bû. Kurdên li çarhawîrdora dinyayê bi coş û kelecan meş li dar xistin, civîyan û pişrgiriya xwe diyar kirin. Lê belê em baş dizanin ku palpiştkirin têrî serkeftinê nake ji bona ku Kurd xwe wekî neteweyekî birêxistin bikin divê ji derd û kulên hevdu haydar bin. Heya Kurdên li bakûrê Kurdistanê ji derd û kulên, ji dîroka Kurdên ji başûrê Kurdistanê haydar nebin nikarin mijaran bi awayekî rast têbigîjin û wekî vê nikarin ji bona berjewendiyên neteweyî tev bigerin. Ev yek ji bona hemû Kurdên li çawirdora dinyayê wiha ye. Bona ku Kurdên li çawirdora dinyayê xwe wekî endamên heman netewî bibînin û bona berjewendiyên netewî bikaribin piştgiriya hevdu bikin divê sêrî de ji derd û kûlên hevdu haydar bin. Û helbet divê kuştin, koçberî û bişavtinên heya îroyîn ji bîr nekin. Ev nivîsa, di vê pêvajoya hemû Kurdan çavên xwe kutane başûrê Kurdistanê de, bi hêvîya  avakirina bîreka hevpar ve hatiye nivîsdandin.
Ji sala 1926an pê ve, yanê dema ku başûrê Kurdistanê girêdayî desthilatdariya dewleta İraqê kirin pê ve Kurdên başûrê bona xweserîyê ditêkoşin. Bi peymana Sevrê ya 1920’an ve jî ev îxtimala hebû lê nijadperestên Tirk bi awayekî tûndî li hemberî vê îxtimalê sekinîn. Bona çend salan statûya başûr nediyar ma lê paşê dema ku Tirkan Ermen û Yewnan têk birin û bi peymana Lozanê ve,  Sevr jî kêrnehatî bû (van Bruinessen 1997:118). Piştî vê yekê rolê Tirkiyê  wekî çepereka li hemberî “tehlûkeya Komûnîzmê” dihat dîtin û lewma jî dewletên rojavayî dixwestin têkiliyên baş ji Tirkiyê re daynin. Jixwe Tirkiye parçeyê Kurdistanê yî herî mezin ji destê xwe de girtîbû, vîlayeta Mûsilê jî dan Îraqa di bin desthilatdariya Birîtanyayê. 

El-Enfal tê wateya “ganîmeta şer” û piştî cîhada pêşîn a pexemberê îslamê Mihemmed, wekî ayeta heştemîn hatiye nivîsin. Dewleta İraqê, sala 1988an de dema biryara fermana li ser Kurdan, Kurdên Ezîdî, Keldanî û Asûriyan dan navê vê êrîşê jî wekî “Enfal” diyar kirin. Ev binavkirina helbet ne tesadûfî bû; hikûmeta İraqê xwe wekî şûrê Mihemed/îslamê pênase dikir û bi vî navê xuya dibû ku dixwestin Kurdên misilman jî tevahî hemû dijminên xwe wekî “yên kafir-kuştina wan helal” nîşan bidin ku piştgirî û sempatiya dewletên îslamê bi dest bixin.
Pêşiya Enfalê, hikûmeta İraqê 1650 gundên Kurdan hilweşandibûn û gel jî koçberî qampên cuda cuda kiribû, paşê hêdî hêdî pêşmerge ev cih dîsa bona mirov bikaribin cih û warê xwe, hildan bin qontrola xwe.
Cotmeha sala 1986an de hêzên Îranê bi rêberiya peşmerge ve êrîşî deverên petrolê yên li Mûsilê kirin. Di sala 1987an de partiyên Kurdan di nav xwe de peymanek danîn û kirin ku li hemberî êrîşên dewleta İraqê parastineka bihêztir bikin. Her çi qasî van hêzên Kurd dizanibûn ku heke piştgiriya Îranê bikin, serokê İraqê Seddam Huseyînê lap har bibe jî, li hemberî êrîşên İraqê biryar dan ku piştgiriya Îranê bikin.
Piştî van bûyeran dewleta İraqê, ew kesê nav Kurdan de wekî “Kîmyasal Elî” tê zanîn wekî sekreterê aliyê Bakûr şand û êrîşa Enfalê jî dest pê kir. Hemû mafên fermî ji navê rabûn, çûyîn hatin û bazirganiya di navbera gundan û cihên din, bajarên qerebalix re qedexe kirin. Çawirdora Kurdan girtin û xwestin ku gel birçî û neçar bikin. Ji sala 1987an de serjimêrîyek kiribûn û kesên tevî vê jimartinê nebûn jî wekî welatiyê İraqê nedihatin hesibandin lê belê hê jî diyar nîn e ku gelo haya gel ji vê serjimarê çi qasî hebû û çend kes tevî serjimarê bûn. Bi vî awayî êrîşên li hemberî Kurd, Asûrî û Keldanîyan dest pê kir.
Di şeş deverên Kurdistanê de, bi heşt qonaxan de hat meşandin û nêzikî 7 mehan hat domandin. Di her qonaxê de bona ku behna gel teng bikin, bitirsînin û wan bi kerreker ji holê ra kin êrîşên bi gazên kîmyasal êrîş kirin (Hiltermann 2007).

Qonaxa yekem

Di sala 1988an de navbera 23yê Sibat û 19ê Adarê de êrîşî gelîyê Yafesîyê kirin. Gelemperîya hêzên YNKê vê deverê bûn û partiyê xwest ku bajarê Helepçê hilde di bin kontrola xwe, ku bi vekirina cepheyeka din ve bandora erîşên dijmin hindiktir bike. Lê belê, dewleta İraqê 16de Adarê di sala 1988an de bi gazên kimyasal êrîşî bajêr kir û bi vê êrîşê bi hezaran mirovên sîvîl kuştin, gelek ji wan seqet man an jî paşê bi nexweşîyan hêdî hêdî mirin. Ji 80ê zêdetir kes jî li ser rêya koçberîyê de cemidîn û wisa jiyana xwe ji dest dan.
Bi daxûnayiyên vir û derew kesên karibinê xwe veşêrin jî xapandin, gotin heke hûn xwe teslîm bibin dewlet we nakûje lê belê kesên bi destê xwe diçin teslîmî dewletê dibin jî tev tên kuştin.

Qonaxa duyemîn

Di navbera 22ê Adarê û 2yê Avrêlê li devera Qeredaxê hat kirin. Qeredax li başûrê rojavayê bajarê Silêmaniyê ye. Bi êrîşên kimyasal ser hemû gundên vê deverê de çûn, yên derfet dîtibûn ku birevin jî li serê rêyan hatin girtin û wekî mêr, jin û zarok û kesên kal û pîr hatin ji hevdu veqetandin. Mêr ji nişke ve kûştin, yên mayîn jî pêşiyê şandin qampa Topzawa û Dîpsê lê paşê zêdepariya wan jî yan bi nexweşî û bîrçîtiyê mirin an jî bi komî hatin kûştin.

Qonaxa sêyemîn

Di navbera 7 û 20ê Avrêlê de êrîşî herema Germîyanê kirin. Ev dever jî li rojhilatê Silêmaniyê ye. Germîyan gerreka fireh e, zêde derfetên revîn û xwe veşartinên nîn in. Herî zêde jin û zarok ji vê deverê hatin kuştin, heya ku di nav gelê Başûrê de hê jî navê vê deverê wekî “cihê ku xwîn wekî avê hatibû rijandin” tê gotin.
Sedemeka din a ku herî zêde jin û zarok ji vî deverî kuştibûn ew bû ku; Germîyan nêzîkî Kerkûkê yanê devera bi pêtrol bû. Jixwe ev yek paşê di nav raporên îstixbarata İraqê derketin. Fermandarê giştî yî personelan Wafiq El-Samara di van raporan de dibê ku;
Heke hûn li Hewlêrê nîv milyon Kurdî bikûjin jî çu tişt naguhere, ew dere dîsa jî wekî Kurd bimîne. Lê belê li Kerkûkê bi kuştina 50.000 Kurdî ve pirsgirêka Kurdan e tev de bê çareserkirin (El-Samara, Hiltermann 2007:134).

Qonaxa Çaremîn

Di navbera 3-8ê Gulanê de li der dorên Kerkûk û Geliyê Zapê yî biçûk de pêşmerge û kesên ji deverên din revîna hatine li vir hatin kuştin. Dîsa bi destê Ceşan gelek mirov xapandin, kesên xapîyan û teslîm bûn hatin kuştin. Hemû mal û milkê gel hate talankirin.

Qonaxên Pênçemîn, Şeşemîn û Heftemîn

Ji meha Gûlanê de destpê kir û heya 26ê Gelawejê hat domandin. Bi van êrîşan xwestin ku bi taybet kesên xwe avêtine aliyê rojhilata Kurdistan (ku bin dagira Îranê de ye) bikujin. Bi êrîşên gazên kimyasal avêtin li ser gundên der dora Şeqlawe û Rewandûzê. Her sê êrîşên pêşîn têr nekirin ku hêzên Kurdan tev de tune bike lewma êrîşên şeşemîn û heftemîn bi tûndtir kirin. Fermandarekî Peşmergeyan, xwarin û çek kom kirin, bi serokên Ceşan re peyman danî û gelek mirov ji wan deran xelas kirin.

Qonaxa Heştemîn

Êrîşa dawîn li hemberî devera Behdînanê bû ku ev der navenda PDK’yê bû. Di navbera 25ê Gelawejê û 6 Îlonê de hat meşandin. Gel ber bi sînorê bakûrê Kurdistanê yî di bin dagira Tirkan de revî, leşkerên İraqê sînor girtin. Kêm kes derbasî aliyê bakûr bûn û bi vî awayî ji kuştinê filitîn lê belê zêdepariya mayîn hatin kuştin.

Efûya Îlonê

Hemû mêr kuştin, nîvê jinan kuştin; yên mayîn jî bona propagandaya xwe, berdan. Ciwan û kesên kêrhatî kuştin û bi tenê kal pîr hîştin. (Runak, Berfanber 2005-Choman Hardy)
Di sala 1988an, meha îlonê pêve hikûmeta İraqê armanca xwe êdî pêk anî bû. Zêdepariya mêrên temenê wan navbera 15-50 de an hatibûn kuştin an jî ketibûn rêyên koçberiyê. Piştî ku şerê di navbera Îranê û İraqê de jî êdî dirawestiya û kurdên karibûn revîn jî dest bi salixên êrîşên kîmyasal kirin, Seddem jî efû îlan kir. Him êdî armanca xwe anîbû cih him jî nedixwest ku dinya wî wekî sûcdar îlan bike.

Enfal û Jenosîd

2006an de, Seddem û 6 kes ji rêvebirên hikûmeta İraqê hatin darizandin. Lê belê hê jî ev darizandina encam negirtibû ku Seddem hat dardakirin û ev doza wisa ma. Bi tenê El-Mecîd bi sûcê genosîdê ve hat darizandin lê 5 kesên din bi sûcê şer û şerê dijî mirovahiyê ve hatin darizandin. Lê belê, ne yekitiya netewan ne jî dewletên bihêz yên rojavayî xwestin ku van êrîşan wekî genosîd pênasebikin. Her çi qasî, heyetan lêkolîn kiribûn, bi awayekî eşkere diyar kirin ku  gazên kîmyasal hatine bikaranîn jî dinya li ber vê mijarê kerr û lal ma.
Di sala 1993an de, Komela Mafê Mirovan raporeka Enfalê wekî genosîd qebûl dike weşand. Dadgeha Hollandayê, karsazê bi navê Van Anraat ji bona ku bi tonan gazên kîmyasal firotiyê Seddam darizand.
Hikûmeta Brîtanyayê heyetek şand li kampên li aliyê Bakûr ku diyar bikin; gelo bi rastî jî gazên kimyasalî hatine bi kar anîn an na. Lê belê, dewletan Tirkan rê neda ku ev heyeta ji Kurdên li kampan de têkiliyê daynîn. Heyeteka ji dewleta Tirkan, raporek amade kirin û gotin ku “çû bandora gazên kîmyasal“ nehatiye dîtin.
Seddam dema di sala 2002an de raporek da Yekitîya Miletan û di vê raporê de hatibû diyar kirin ku hikûmeta İraqê hemû çekên leşkerî yên heya niha bi kar anîye tevî du şirketên Amerîkî yên herî mezin,  ji 80’ê zêdetir jî şirketên Almanan stendiye. (Tagezeitung-2002) Yanê jixwe hemû gazên kimyasal û çekên din bi destê Amerîkayê û çend welatên din ên rojavayî hatibûn firotin. Amerîkayê bona ku ev rapor “nekeve ji destên neqencan“  ji dewletên din ve hev kir û bêdengiya di derheqa vê mijarê de ji nû ve saz kir.
Gorî gelek çavkaniyan 182.000 mirov hate kuştin an jî winda kirin. Komeleya Mafê Mirovan bi tenê navê 50.000 kesan diyar kir ji ber ku him hejmara kesên bê ser û berate hatine windakirin zêdebûn him jî çû nasnamê an jî tişteka navê wan diyar bike nîn bû. Dema ku 2005an de li başûrê İraqê goreka tê de termê 1500 mirovan cehlkirî hatibû ditîn, bi tenê cil û bergên jinan yên rengarengî û pêlîstokên di destê termên zarokan ve ev kes hatibûn pênasekirin. Xêncî van kinc û pêlîstokan ne nasname hebûn ne jî kesên ku wan nas dikin. Jixwe gelek malbat pêve kuta bûn.
Di navbera salên 2003 û 2006an de 6 goristanên mezin dîsa hatin vekirin, di van goran de gelek nasname jî derketibûn. (Associated Press-2006)
Ev genosîda li hemberî Kurdan ne ya yekem bû ne jî ya dawîn. Her çi qasî dewletên dinyayê ji bona berjewendiyên xwe kerr û lal mabin jî a girîng ew e ku ev bûyer di bîra netewa Kurd xwe de bi awayekî rast cih bigrin. Di dîrokê de gelek caran eşkere bûye ku dewletên îro bona berjewendiyên xwe kerr û lal dimînin sibê dîsa bona berjewendiyên xwe alîgirîyê jî dikin. Lê belê heke ew netewa ev qas zilm û zordarî kişandiye xwe, bi êş û kesera xwe bîreka hevpar saz neke, piştgiriya hevdû neke çu çareserî pêkan nabe.