Dienstag, 27. März 2018

Bo Xwîşkên Min û Sarê Çend Şîret

Em îro li dora maseya xwe ya sor kom bûne. Ez û Sarê. Sarê neynûkên xwe kesk boyax kirine îro. Dibêjim; keçe beqa li ser neynûkên te de rî ne, ew tirqe tirq dike dikene. Ez qurbana kenê te Sarê, te dî divê em van rojan çend karên rast, baş bikin ha! Bi navê Xwedê ez xwe bi wekî teralên bexdayê hest dikim. Sarê vedike ji deftera xwe ya qirêj wergereka xwe ya nû dixwîne. Tûj dibim ji nava çavên wê dinêrim; ka were em îşev çend şîretan bidin xwîşkên xwe da! Hela binêr e ji ber nêrînên tejî tûjeyên wê serdemê perîşan bûne. Bi ken û fen dibê; ha pêxembertî ji me kêm ma ne wisa?
Na lê, bes çend gotinên dilnizm… De bila wisa be, ka dest pê bike;

1-      Ey xwîşka min a ji hemzayendên xwe re kul ji serdestên xwe re gul; çu carî bo tiştên ne sûc û gunehê te ye lêborînê nexwaze. Xwe bi wekî berpirsiyarê her tiştî nebîne. Tu bi aliyê Xwedê ve bo ku her derê paqij bikî, zikê her kesî têr bikî, dilê her kesî xweş bikî nehatiyî berpirsiyarkirin. Berpirsiyariya her yek mirovê din çi be a te jî ew e. Xwe bi wekî berpirsiyar û sûcdarê her tiştî nebîne.
2-      Ey xwîşka min a bindest;  gava tu biryareka xwe tînî ziman tu carî neçar nîn î ku xwe ji hewceyê zêdetir vebêji. Ne mecbûrî ku biryara xwe bi gotinên wekî “ji ber ku”, “çimkî”, lewma jî” ve palpişt bikî. Dibe ku biryara te ne biqailane be jî, dibe ku çu sedemeke te ya baş nîn be jî lê heke te ev biryar da be temam e.
3-      Ey xwîşka min a ketiye wê xeyalê ku şaîrekî hoste çend helbestan jî bona çav û birûyên wê binvîse; her mirov bi kar û kirinên xwe serpilind dibe, xwe wiha bi temam, bi serkeftî hest dike. Tu ne bûkika destê hin kesên din î! Dilê xwe nevêje dek û dolabên çanda mêrane ya behna genî û fêlbazîyê jê tê. Hûnera çanda mêrane nêçîrvanîya bejn bala te û mezinkirina “ez” a wan xwe ye. Qudreta gotinê hilde ji destê xwe!
4-      Ey xwîşka min a ku bindestî û dilnizmîyê heman yek dizane; li vê meydana ku erd û ezman bi ayîna mêrane, bi senfonîya “ez!, ez! ,dîsa ez!”ê ve hildiweşe hîç wateya gotinên te yên şermok nîn in. Bila çu carî hevokên te wiha dest pê nekin “li gorî zanîna min”, “wekî ez dizanim”, “dibe ku şaş bim lê.” Gotinên nazik ji bo guhên fêmdar in!
5-      Ey xwîşka min a çavên xwe kutaye milyaketbûne, bê rave, bê şîrove û rasterast bibêje “NA” Çu carî hêza “na” ya delal ji bîr nekî! “Na” peyveke wisa giranbiha ye ku dikare bi yek dengê xwe ve rêyan bigire û rêyên nû, şîn û xweş jî veke… Belê tu bi wekî keseka divê tim bi rûgeşî, bi kubarî, bi xweşî xeberdî hatî mezinkirin û bo te hîç hêsa nîn e ku tu rasterast bibêjî ;na! Lê heya ku tu gotina “na” yê fêr nebî, hîç qîmetê “belê” yên te jî namîne. Tu carî ji bîrneke ku mafê milyaketan î hilbijartinê nîn e, vîn a wan nîn e, ew bes bi wekî robotên îlahî hatine afirandin. Tu milyaket nîn î ku her tim her tiştî bipejirinî, qîmetê xwe bizanibe!

6-      Ey xwîşka min a hê ku dev lêvên xwe qurmiçandiye rû jê nemaye, Facebook, Instagram, Twitter û hemû ew torên dinên civakî amûreke çanda desthilatdar e. Çanda mêrane ya ku jinan bi wekî goşt, laş, bedenên dibîne û li gorî hewceyên xwe dîzaynd dike bi rêya van torên civakî destê xwe lap bihêztir dike. Tu jî bi wekî hezaran jinên din porê xwe ve dikî, lêven xwe diqurçimînî, memikên xwe zop dikî, nava xwe hildikişînî zikê xwe û pozan didî, tu jî bedena xwe bi terazîya çanda mêraneya tecawuzê ve dipîvî, neke! Tu bi por, lêv, çav, xeyal, hest, fikr û zanîna xwe ve tu yî. Ne kes dikare bibe tu, ne jî tu dikarî ji xwe derkevî bibî yek ji wan ên din. Bi neynîka serdestan, bi rûyê xwe nenêre, qîmetê xwe bi terazîya wan nepîve, bejna xwe neke amûra çanda mêrane a tecawuzê. Hemû bedena xwe, qertîşên li ser pişta destên xwe, çend kîlo bezê li ser zikê xwe jî hez bike. Yanê bi çavên çanda mêrane xwe nepîve û li hemberî hemzayendên xwe nekeve pêşbirka qaşo bedewbûnê. 

Freitag, 16. März 2018

Rasthatineke Dîrokî


Bo Bekirê Apê Skeptical.. 

Şev nîvê şevê, derva xuşe xuşa baranê ye. Li dora xwe dinêr e, bi şûşeya ji destê xwe dilîze, dengên biyanî, zimanên nû, ken û qerebalixî... Ji nav re peyvek wekî golikek çawa ji nav hemû garanê de dayîka xwe tê derxe, wisa tê dikeve guhê wê.

-from Kurdistan!

Hi kurdistan! Yekî go kurdistan! Vedigere û  ew! Çend sal derbasbûne piştî hevdu dîtina dawîn? Xêncî ji wê rastî hevdu hatina li ser pîyan, li bintara wê deşta germ... Dibe ku 6 sal! Ne ew qas dirêj, lê ji bona tevyiya emrê me têra xwe direj.

+ Wey qaçax dêmeg xwîna te bajarên sar dikşîne he?

- Xwîna te jî min! Karê li vir çi ye? Te xêr e tu bi navê xwedê, ja çima xeberê nadî hîç nebe.

+ Errik! Keçê tu kinyê we wiha romantîk bûyî, yanê anegorî te em bi tesadûfî li vê bara Almanan rastî hevdu hatin he? Peyyy ma hîç haya te ji stalkkirinê nîn e!

-Min di wergerekî de dewsa peyva "stalk" ê "xwe telandin" bi kar anî...

+Baş e, lê hemasa nabe ne wisa?

-Na!

+Te temaşe kir?

-Çi?

+ The Teory of Everything! Stephan Hawking mir ya, wisa hate ji bîra min.

-Belê, lê min bi dewsa teorîya her tiştî, bes bi teorîya jineka jiyana xwe qurbana mêrekî zêde baqil, jîr lê nexweş kiriye dît. Jane wekî rahibe Terresayê bi salan xizmeta Stephan dike, û bi tevayî ya fîlmê de xwe kuştine ku çawa temaşevanan îkna bikin ka gelo çawa ji hevdu hez dikin, Janê bi dilî xizmeta Stephan dikir û hev! Bi rastî Stephan wekî kula xwedê li serê Janê de ket! Dema Stephan got; ez nexweş im ez ê navbera 2 salan de bimirim, heke Janê terka wî bida îcar jî niha her kesî bi yek dengî Jane sûcdar dikir. Jinika belengaz çi bike, xwedê zanê niha go; hema ez ê xîzmeta ev î navdar bikim çima mêrekî vexwe û min bikute xerabtir e!

+ Hîç ji bîra min neçû; te dîsa bi şeveka wiha nîv-serxoşî de gotibû; jiyan di navbera çend xerabîyan de hilbijartina ya ku çêtir e. Tu hemasa wiha dikî, tespîtên net, eşkere, dibe ku sekter... Pîîî keçê berra teze hate ji bîra min, spas ji bo wan pirtûkan. Bi rastî wî hevalê rojhilatî got te ji bona min wekî diyarî pey xwe hîştine lê gava çavên min ji du pirtûkên Dîdem Madakê ketin ez şaş metel mam. Yaw tu ji darê dinyayê de Dîdem Madakê jî dixwînî qey! Hahah te li amfîya jorîn carekî bi pozbilindî gotibû; Dîdem Madak'ın östorojen oranı yüksek şiirleri!

- Ew pirtûk ne bi taybetî ji bona te bûn. Tu dizanî ez ji barê giran zehf behnteng dibim, min got bila çente piçekî sivik bibe. Dîdem Madak wekî keçikeke ku dilê xwe ji dê bavê xwe kiribe dinvîse. Wekî keçikeka li hemberî jiyanê ingirî be, dilê xwe jê kirîbe. Min dereng fem kir; be ka çima fîlmên meriv herî zêde jê ditirse bi keçikên biçûk yên dêrekî spî xwe kirine û teqes dilê xwe ji hin kesan kirine ve tên kişandin.

+  Bi min te herî zêde ji vê derê hez kirîye, ka bise ji te re bibêjim; "Vasiyetim olsun/ en güçlülerinden seçsinler beni taşıyacak olanları/ yükleri ağırlaşsın diye/ tepineceğim o tabunun içinde."

-  Te jî "Dalgınlığınıza gelmek istiyorum/ ve kaybolmak o dalgınlıkta..."

+Pîîî keçê em jî wekî du Kurdên çiyayî hevdu dibînin lê te bibêji ji fîlmeke Woody Allen derketine, helbest xwendin felan... Welleh min xwe şerm kir!

-Ha tu min qayîlî parodîya fîlmeka wiha dibînî lê bi xwe şerm dikî he?

+ Na, na! Herî zêde ji te şerm dikim. Te dîsa gotibû; yên herî zehlê min jê diçin ew in ku "li welatê xwe wekî turîstan" tev digerin.

-Te jî gotibû; lê êdî her kes li her derê wekî tûrîstan nin! Yanê çi'zam êdî pitikên di nav qundaxê de jî dema kamerayê dibînin poz didin. Lê êdî hindurê serê me hemûyan de kamera hebin û em bikin nekin her tim pozan bidin, wekî tûristan tev bigerin?

+ Waa navê xwedê carna ez jî "gotinên ji nav Quranê de dikim" ha! Ez hê jî li ser gotina xwe me heya bi vê fikrê senaryoyeke xweş jî dibe ku bê nivisîn.

-Ji kerema xwe behsa senaryo, sînemayê felan neke law! Ma ne porê te xelek e, ne jî gihara te heye ka gelo bi vî qilixê te "halkların sinemasi" derdikeve?

+ Ha îşev konsepta te ya sînemayê îlleh horror e he?

-Hhahhaha lawo hela bibîne ber çavên xwe, halklarin sînemacisîyek kameraya xwe hildide û çend hevalên xwe yên wekî hobîyeke part-time dostanîya Kurdan dikin jî dicivîne li dora xwe û fîlmeke di derheqa vê mijarê de dikşîne.

+ Hahahhah xwedê îmana te kamil neke inşellah, tu hemasa rûyê min wiha geş bikî!

-Ka were em hinekî jî tevli sohbeta wan canik, camêran bin. Jixwe dem heye bona sohbetên dirêj ne?

Nîşe: Bi destûra wî, min ev xeberdan nivisîn.


Freitag, 9. März 2018

8ê Adarê Li Berlînê



Dîroka Berlînê ecêw e. Hemû îdeolojiyên şêwaz dane dinyaya niha li vê derê hatine nîqaşkirin, li vê derê xurt bûne an jî hatine fetisandin. Lewma helbestkareka Hindî dibê;

“Ey bajarê qaçaxan/Ey stargeha hosteyên tenêtiyê/ Ey bajarê ew şoreşvanên ji serê wan de hezar rovî/ku bi her boçikê xeyalekî şîn dikin/te ku ew serxoşên devgenî hembez kirin/Min jî hez bike, min jî hembêz bike”

Tevgera çepgir her tim li Berlînê xurt bûye. Her çi qasî êdî utopyayên mirovan hilweşiyabin jî, gelek rêxistinên cihê cihê hê jî li vir birêxistinkirî nin. Wekî mînak, li seranserê Almanyayê bi tenê li herema Berlînê zewaca hevzayendî fermî ye û heya serokê şaredariya Berlînê xwe jî gay e. Lewma jî rêxistinên LGBTÎ jî li vê derê şên in, çimkî li her dera dinyayê gelek kes tên li vir dizewicin û dijîn.

Çalakiya îsal ji Ubahna Schlesisches Tor’ê dest pê kir heya Oranien Strasseyê bi axaftin, meş û sloganan ve berdevam kir. Li Oranien Strasseyê piştî çalakiyê muzik û govendê heya nîvê şevê berdevam kir paşê baraneka wisa kire guşeguş ku milet wekî çêlikên mişkan belav bû. Li gorî kixaza belavkiribûn li ser navê Jinên hemû Kurdistanê kes nîn bû (navê min kixazê de nîn bû) lê jinên Kurd komên wekî Tevgera jinên Êzîdî, Jinên ji Rojhilatê, Jinên Ciwanên Azad û JXK Berlîn, Jinên PYDyî, Jinên HDK yî beşdarî çalakiyê bûn.

Welhasil, bernameya 8ê Adarê de du komên gelekî çalak hebûn yek; tevgera LGBTÎ a din jî hûn texmîn bikin? Li seranserê meydanê bi hezar cureyî alên rêxistinên Kurdan ve xemilandî bûn. Ew qas zêde al, nav, reng, xêlî hebûn ku bi rastî hevaleka Alman vegeriya yek bi yek wateya wan navan ji min pirsî û bi şermana ava rûyê min çû erdê. Yaw ez ji ku bizanibim her roj naveke nû, aleka nû derdixin. Bi xwedê hafiza mine w qasî xurt nîn e.

Ji nav komîteya jinên bername lidarxistî de nûnerên ji çawirdora dinyayê hebûn. Jineke Polonyayî di derheqa rewşa jinên welatê xwe de xeber da. Her hevoka wê bi “fucking Polish state” ve dest pê dikir, ji ber ku jinên li wir bona “mafê zarok hildanê” ditêkoşin. Mafê jinan î li ser laşê wan xwe bi aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin.

Malala’ya Pakîstanî derket li ser dîkê û got; li welatê min, li Pakîstanê mafê hemû mirovan, bi taybetî jî mafên jinan bi aliyê fundetalîzmê ve hatiye desteserkirin. Dawiya xeberdana xwe bi slogana Kurdan ya herî berbelav “jin jiyan azadî” yê ve anî.

Jinek ji komîteyê derket li ser dîkê, bi “silav hevalno” ve dest pê kir, nîv saetî tirkî xeberda û bi “bijî bijî” yê ve qedand.

Gorî biryara komîteya bernameyê çu mêr tevli meşa jinan nedibûn. Lê êdî Kurdan pîşeyekî nû afirandin e; beşdartiya çalakiyan! Mirovên vê yekê ji xwe re wekî pîşeyekî hildibijêrin, alayekî/bendeki/hin xêlî felan didin destê xwe û tevli her çalakiyê dibin. HÎÎÎÎÇ xema wan nîn e ka bê gelo ev çalakiya bona çi, bi çi armancê hatiye lidarxistin û wateya alaya ji destê min de çi ye.

Ji serê min de hezar fikr, rexne, gilî gotin dihat diçûn; belê ev mijareka piralî û cidî ye. Divê pêşiyê dîroka tevgera kurdan û bandora wê ya li ser gel bê zanîn. Paşê çanda mêrtiyê bi awayekî baş bê tespîtkirin û gorî têkiliya van yekan, bi awayekî sosyolojîk raveya vê yekê bê kirin û hew…

Li vî welatê xerîbistanê yekem car bû ku yekê ji milê min girt, ez vegeriyam jineke ji Kurdistanê. Me silav da hevdu û vegeriya j imin re got; ay bizim kiroları görüyor musun, anonsa rağmen illa yürüyüşe katılacaklar!

Sekin im. Rûyê min pêşiyê sor paşê mor paşê jî spîçolkî bû! Min kir hema ez bibêm; hayna “bizim kiroyan” dêv de rî ye! Hûn hema layîqî hev in!
Lê bêdeng mam. Vegeriyam dîsa li hindurê serê xwe; em ne civak in. Em kom in, giruh in. Wekî hucreyeka bi kansêrî, bêhna genî ji me tê. Aliyê dagirkeran, mêtingehkaran, milkar û ol ve hatine parçe parçekirin.

Jinika kêleka wê jî dest bi gilî gazinan kir û got; yaw te bibêjî roja jinan nîn e lê cejneka Kurdan e. Çima ev qasî zêde sloganên Kurdî tên avêtin (navê xwedê xêncî jin jiyan azadî û bijî berxwedana ypjê çu sloganên kurdî nîn bûn) min jî got; bila tevgerên tirkan jî tevli bernameyê bibûna û sloganên xwe biavêtana ma hineka pêşiya we girtî ye? Sar bû rûye min niherî. (peyyy ja terese qey go ez tirk im ha) Îcar jî got; ez xwe ji kurd im felan. Min jî bersîv da; ok.

Li gor birhatinên gelek kesan çalakiya îsal zêde xweş nîn bûye lê par çalakiyeka şêntir hebûye felan lê de hemasa tiştên wiha dibêjin. Belê, to make long and sad story short çalaki bi vî rengî derbas bû. 





 



Donnerstag, 1. März 2018

Çîrokek ji bona wê roja dawîn


Serê sibê şev de dilê wê mîna perperokeka qêj dipirpitî. Nizanibû ka pêşiyê çi bike, destê xwe bavêje li ku derê, kîjan kixaz defterên xwe bivicîne hev. Saetan wekî golikên dane mozan da bûn pey hevdu. Nîvro şunda, saet 2 ye niha, tam zemane çûyîne. Maşîna sora kefikî ber bî diyarên “wir” ve tê.

-Te dîsa xatirê xwe ji tu kesî nexwest. Kenekî sar ve, çavên xwe kirin ber xwe, ji devê çenteyê xwe yî diryayî girt.

Hê ku hin zeman heye revî çû deve xwe mîna karên teze hatine xweydanê da ber muslixê kanîyê. Boçika por, pastî, devê mile faykê wê pê de şil bû. Tişte nake. Diçî, rê xweş e, rê û çûyîn xweş e.

-Te wisa jiber kiribû çimkî hemû romanên nebaş bi pesndayina rê û çûyinê ve dest pê dikin.

Ji hoperlorê dengekî bilind, hukimdar du caran pey hevdu navê wê kir. Go divê bê odeya birêveber. Tirseka giran ket ji dil. Ma ne destûra wê jî heye, erebeya sor jî tê, bê gelo çima? Bi awayekî cangiran, tirsetirs, hêdîka ket li hindûrê oda birêvebir. Pêşiyê mîna kêrguşkeke ber kêrê ji dora xwe niherî paşê go: sanırım beni çağırdınız, buyurun efendim?

-Ja “sanırım” he! Tu hê jî bi ve gotinê ve dixwazî bi awayekî sembolik ve be jî wî navî hilnedî ser xwe. Lê belê xanima min a delal, heke bi tenê carekî be jî dema bangî te kirin û te jî bersîv da êdî ew navê te ye. Wisa lîstikên biçûk yên ji serê xwe ve bes dikarî xwe bixapinî.

Karmendê ziktirşî devedevî 45 salî li cihê xwe ra bû. Ji nav tomara kixazan de dosyayeke şîn derxist da ji destê te. Bi awayekî ken û fen got; ee dawiya van rojên te yên reş jî hat. Edî mafê te heye ku ji nav çar diwarên vê derê derkevî herî. Ez çima derewan bikim, bi rastî min hîç bawer nedikir ku tu di ezmûnê de ev qasî serkeftî bibî. Êdî ji bona te jiyaneke nû û çêtir dest pê dike. Ez te bi dil û can pîroz dikim. Ji cihê xwe cik ra bûyî, keniyayî û te spasiyên xwe yên herî nazik û sar bi awayekî profesyonel peşkeş kirin.

“Xewneka reş. Ji bona perperokeke li hundirê fanûsa cam de hepsbûyî dinya xwe xewneke reş e.”

-Ji nişke ve te navê xwe dît. Mîna kirasekî spî yî nermokî hat û hemû laşê te yî zerik pêça. Esther Greenwood! Ez Esther im. Gava min navê xwe danî, Adem û Rebbîyê wî ji nav baxçeyên bihûştê de, di bin darên Tekvînê de qulofîska runiştin. Rojên berê wekî xewnereşkan li pey namînin. Destên reşayîyê ji nav nivcîtiya zanînê de, sînorên laşê mirov de, kêmasîyên fêmdariyê de, nemimkûniya hezkirinê de, bêwateyî ya hebûnê de dora Estherê digire. Erê carna, carna gava ew hinek êgir bidize ji ber tendûra xwedê, pirtikên xwedêtiyê difurin ji ber tîrojên çavên wê.

Koro:   Bi navekî dizî çend lehzeyan xwedêtî.
            Bike melhema hebûna xwe ya gincirî.
            Derî pencereyên rastiyê j’ev dikevin;
            Carpe mortem!