Dienstag, 27. März 2018

Bo Xwîşkên Min û Sarê Çend Şîret

Em îro li dora maseya xwe ya sor kom bûne. Ez û Sarê. Sarê neynûkên xwe kesk boyax kirine îro. Dibêjim; keçe beqa li ser neynûkên te de rî ne, ew tirqe tirq dike dikene. Ez qurbana kenê te Sarê, te dî divê em van rojan çend karên rast, baş bikin ha! Bi navê Xwedê ez xwe bi wekî teralên bexdayê hest dikim. Sarê vedike ji deftera xwe ya qirêj wergereka xwe ya nû dixwîne. Tûj dibim ji nava çavên wê dinêrim; ka were em îşev çend şîretan bidin xwîşkên xwe da! Hela binêr e ji ber nêrînên tejî tûjeyên wê serdemê perîşan bûne. Bi ken û fen dibê; ha pêxembertî ji me kêm ma ne wisa?
Na lê, bes çend gotinên dilnizm… De bila wisa be, ka dest pê bike;

1-      Ey xwîşka min a ji hemzayendên xwe re kul ji serdestên xwe re gul; çu carî bo tiştên ne sûc û gunehê te ye lêborînê nexwaze. Xwe bi wekî berpirsiyarê her tiştî nebîne. Tu bi aliyê Xwedê ve bo ku her derê paqij bikî, zikê her kesî têr bikî, dilê her kesî xweş bikî nehatiyî berpirsiyarkirin. Berpirsiyariya her yek mirovê din çi be a te jî ew e. Xwe bi wekî berpirsiyar û sûcdarê her tiştî nebîne.
2-      Ey xwîşka min a bindest;  gava tu biryareka xwe tînî ziman tu carî neçar nîn î ku xwe ji hewceyê zêdetir vebêji. Ne mecbûrî ku biryara xwe bi gotinên wekî “ji ber ku”, “çimkî”, lewma jî” ve palpişt bikî. Dibe ku biryara te ne biqailane be jî, dibe ku çu sedemeke te ya baş nîn be jî lê heke te ev biryar da be temam e.
3-      Ey xwîşka min a ketiye wê xeyalê ku şaîrekî hoste çend helbestan jî bona çav û birûyên wê binvîse; her mirov bi kar û kirinên xwe serpilind dibe, xwe wiha bi temam, bi serkeftî hest dike. Tu ne bûkika destê hin kesên din î! Dilê xwe nevêje dek û dolabên çanda mêrane ya behna genî û fêlbazîyê jê tê. Hûnera çanda mêrane nêçîrvanîya bejn bala te û mezinkirina “ez” a wan xwe ye. Qudreta gotinê hilde ji destê xwe!
4-      Ey xwîşka min a ku bindestî û dilnizmîyê heman yek dizane; li vê meydana ku erd û ezman bi ayîna mêrane, bi senfonîya “ez!, ez! ,dîsa ez!”ê ve hildiweşe hîç wateya gotinên te yên şermok nîn in. Bila çu carî hevokên te wiha dest pê nekin “li gorî zanîna min”, “wekî ez dizanim”, “dibe ku şaş bim lê.” Gotinên nazik ji bo guhên fêmdar in!
5-      Ey xwîşka min a çavên xwe kutaye milyaketbûne, bê rave, bê şîrove û rasterast bibêje “NA” Çu carî hêza “na” ya delal ji bîr nekî! “Na” peyveke wisa giranbiha ye ku dikare bi yek dengê xwe ve rêyan bigire û rêyên nû, şîn û xweş jî veke… Belê tu bi wekî keseka divê tim bi rûgeşî, bi kubarî, bi xweşî xeberdî hatî mezinkirin û bo te hîç hêsa nîn e ku tu rasterast bibêjî ;na! Lê heya ku tu gotina “na” yê fêr nebî, hîç qîmetê “belê” yên te jî namîne. Tu carî ji bîrneke ku mafê milyaketan î hilbijartinê nîn e, vîn a wan nîn e, ew bes bi wekî robotên îlahî hatine afirandin. Tu milyaket nîn î ku her tim her tiştî bipejirinî, qîmetê xwe bizanibe!

6-      Ey xwîşka min a hê ku dev lêvên xwe qurmiçandiye rû jê nemaye, Facebook, Instagram, Twitter û hemû ew torên dinên civakî amûreke çanda desthilatdar e. Çanda mêrane ya ku jinan bi wekî goşt, laş, bedenên dibîne û li gorî hewceyên xwe dîzaynd dike bi rêya van torên civakî destê xwe lap bihêztir dike. Tu jî bi wekî hezaran jinên din porê xwe ve dikî, lêven xwe diqurçimînî, memikên xwe zop dikî, nava xwe hildikişînî zikê xwe û pozan didî, tu jî bedena xwe bi terazîya çanda mêraneya tecawuzê ve dipîvî, neke! Tu bi por, lêv, çav, xeyal, hest, fikr û zanîna xwe ve tu yî. Ne kes dikare bibe tu, ne jî tu dikarî ji xwe derkevî bibî yek ji wan ên din. Bi neynîka serdestan, bi rûyê xwe nenêre, qîmetê xwe bi terazîya wan nepîve, bejna xwe neke amûra çanda mêrane a tecawuzê. Hemû bedena xwe, qertîşên li ser pişta destên xwe, çend kîlo bezê li ser zikê xwe jî hez bike. Yanê bi çavên çanda mêrane xwe nepîve û li hemberî hemzayendên xwe nekeve pêşbirka qaşo bedewbûnê. 

1 Kommentar: