Dienstag, 15. Januar 2019

Rû û Kûr - Alî Duran Topuz





Min pêşiyê 20 rûpelên pêşîn xwendin, paşê çavên min li paşiya berga pirtûkê ket. Nivîsa li paşiya pirtûkê wiha destpê dike; "Paul Auster dibêje, tenê ew kesa/kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî. Çirokên mînîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin...." Di binê vê nivisê navê çu kesî nîn e. Gelo çima li ser vê meselê disekinim? Ji ber ku meraq dikim gelo çima piştî xwendina "Rû û Kûr"ê gotinên Walter Benjamîn ên derbarê çîrok û çîrokbêjiyê de nehatiye hişê wan lê navê Paul Austerê kirine? Paşê dîsa mala xwe didime naveroka pirtûkê û dibînim ku pirtûk bi rastî jî ji danasîna li piştê zêdetir e. Xwezila êdî dem-dezgehên ku derbarê metnên kurdî xwe analîz û rexneyên wêjeyî dikin hebin û em bikaribin gotin û fikrên zêdetir kesan bixwînin. 

Rû û Kûr ji weşanxaneya Awestayê der çûye. Bi zimanekî ne-çêkirî, bi taybetî zimanê herema Qoçgirîyê ve hatiye nûsîn. 90 rûpel e û di rûpela paşîn de ferhengeka biçûk heye. 

Gava mirov nikare ji êşa xwe dûr bikeve, bi awayekî aram, serîyekî sax û salîm derbarê xwe, bîrhatinan, şer û koçberiyê bikire û di deman demê de zimanê warê zarokatiyê her û her talan bibe, meriv mîna mirovên tat û lal pildepild dike lê nikare mabesta xwe bi awayekî dûr û dirêj rave bike. 
Rewşa zêdepariya civaka me wiha ye. Lê carna hin kes derdikevin û hîç nebe keviran didin li hin goşe qunçikên bîra me. Bi keviran wêneyên nêrîneka şermoke, axîneka wan pîrên êdî zar zêçên wan jî zimanê wan nizanin, wan jinikên xwe didan li ber pencereyên bêtonarmeyên Enqerê, karkerên berve êvarê bi bêhna xwedana kefikî dolmîşa fikirtepeyê siwar dibin, civakeka di navbera berê û niha de şaş û metel notanî keriyê bêserî diçe tê, xêz dike. 

Ji pirtûkê;

"Go, 'bila kes ne navê min wenî bîra xwe û ne jî qala min bike.' Niha her tim li bîra me da ye ku em xwe şaş nekin û navê wî helmedin." 

Nivîskar bi zimaneke zor resen, şêwazeke sade û sakin hin wêneyên wan kesên êdî koka wan qeliyaye, hêdî hêdî dimirin û tên jibîrkirin xêz kiriye. Bi dil û can pêşniyarî xwîneran dikim û helbet hêvî dikim ku tu kes reverev neçe vê pirtûka delal wernegerîne zimanê tirkan. An na, wekî ku Paul Austerê post-modernîst di Newyork Trilogyê de gotibû; hertişt vediguhere û dibe dijminê xwe. Hêvî dikim ew dengên sêwî bi hemû sêwitiya xwe li ber der diyarê xwe bimînin. Hema bila haya wan torinên bêxîret jê nebe, ma çi! 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen