Montag, 10. Dezember 2018

Sîddharta




"Sîddharta weha peyivî: belê, ramanên min hebûn û hayzanî hebûn, tim û tim hebûn. Min carna ji bo saetekî an ji bo rojekê zanyarî di nav xwe de hîs dikir, wisa mîna ku meriv jîyanê di dilê xwe de hîs dike. Lê dê ji bo min gelek zehmet be ku ez hin ramanan ji te re zelal binîm ziman. Binêre, Govîndayê min,  zanyarî bikare bê gotin û parvekirin. Zanyarî, eger zanyarek biceribîne bîne ziman, her tim mîna şêtî dixuye."

Ev gotinên Sîddhartayê lawê Samanan e. Sîddhartayî di zaroktiya xwe de heya kamiliyê wekî zarokekî zêrîn gotina bav û kalên xwe kir, dema xwe bi zikr, dûa û rojiyê ve derbas kir. Lê rojekî biryar da ku dev ji dewlemeniya malbata xwe ber de û tevli komên gerok ên sofiyan bigere. Lê gelo sofîyên gerok ji çi digerin? Dibe ku bi hezaran bersivên vê pirsê hebin. Ji ber ku her bersîv bes bi aliyê kesê ew peyda kiriye ve tê têgihîştin, em bes ji dûr ve disekînin û bi tilîya xwe îşaret dikin; hove!!

Herrmann Hesse zêdepariya jiyana xwe li Hîndistanê derbas kiribû û vê navberê de jî bîr û baweriyên vê erdnigariyê li ser wî gelekî bandor kirin. Dema ku  sala 1922an de Sîddharta der çû, civata Ewropayê di derbarê bîr û baweriyên li wê erdnigariyê de zêde haydar nîn bûn. Piştî derçûna pirtûkê ciwan di bin bandora jiyana Budda de man, gelek kesan berê xwe danê Hîndistanê ku zanyariya jiyanê "bi dest bixin". Lê wekî Sîddharta li ber çêm ji Govînda re jî gotibû; çem li her derê ye, bes divê tu guhdarîkirinê fêr bibî. 

Ev pirtûka hêja bi aliyê weşanxaneya Rûpel ve di sala 2015an de li Stenbolê hatiye çapkirin. ( https://www.facebook.com/We%C5%9Fanxaneya-R%C3%BBpel-Rupel-Bas%C4%B1m-Yay%C4%B1n-147064825448775/ )
Wergera pirtûkê bi aliyê Hûseyîn Kartal ve ji zimanê resen, Almanî hatiye kirin. Bi raya min hin caran di hevoksaziyê de pirsgirêkên biçûk henin ku meriv nikare carekî de bixwîne û fêm bike. Lê dibe ku ev jî kêmasiya xwîner xwe be çimkî hevoksaziya pirtûkê a Almanî jî hinekî cuda ye û hêsa nîn e ku wergêr bi zimaneke kêm hatiye bikaranîn hemû wateyan ewqasî xurt bide.  

Mittwoch, 14. November 2018

ANTABUS




Piştî demeke dirêj min cardin pirtûkeke bi zimanê Tirkî hatiye nûsîn xwend. Belê min berê zêde bala xwe nedida ji kesên bi zimanê wan dinvîsin (Xêncî Murathan Mungan). Lê êdî dibînim ku hem di sînemayê de him jî wêjeyê de nifşeke nû ya jinan ji nav "civaka wan" derdikeve. Bo nimûnê di sînemayê de Zefîr a Belma Başê (https://g.co/kgs/pjKqhx) di wêjeyê de jî Antabus a Seray Şahînerê (https://www.goodreads.com/book/show/22050136-antabus ).  Bila niha Zefîr bisekine bo nivîseke din lê ez ê hewl bidim ku derbarê Antabusê de çend tiştnan bibêjim. 

Pirsa Yekemîn: Dema meriv her roj ducarî bi hezaran neheqî,zilm û zordarî, kerasetên cuda cuda tê meriv çawa dikare vê rewşê rave bike? 


- Nizan im. Dema ku Kurdan bersîva vê pirsê dît dibe ku gelek berhemên wêjeyî ên şayeste bi kurdî bên nûsîn. Lê niha dibe ku bersîveke hêsa û pratîk wiha bê dayin; Seray Şahînerê jiyana Leylayê bi zimanekî nîv-tirraneyî, niv-cidî vegotiye. Heke min zimanê Antabusê terîf bikira min ê bigota; dişibe ew kenê ku dema meriv zêde hêrs dibe tê bêhemdî mirov li ser rû mexel dide, naçe! Erê, Jixwe heya meriv nikaribe tirraneyên xwe ji xwe, jiyana xwe, rewş û êşa xwe neke ka gelo meriv çawa bikaribe derbarê wê de xeber de?

Pirtûk bi hin kurte-nûçeyên di derbarê jinên hatine kuştin, zêlandin, tecawizkirin de dest pê dike. Him jî Şahînerê wisa "wêje" nekiriye ha, hema hin nûçeyên rojanê li rojnameyan hildaye. 

Çîroka Leylayê ji bona gelemperiya me gelekî nas e. 

Feqîrtî, koçberî, karkerî...

Çîroka Leylayê ji bona hinekan ji me zêde rast e. 

Tundiya mêran, zîndanîbûna li malê, tecawuz...

Leyla dema qîzeke 15 salî ye malbata wê koçî li Stenbolê dike. Di sêrî de destûrê nadin ku ew bi tena serê xwe biçe li dikanê bê, lê axiriyê de tunebûn zorê dide li ser malbatê û Leyla diçe li konfeksîyonê de kar dike. (Gelo di konfeksîyonên Stenbolê de çend hezar Leyla henin? Min çend Leylayên Êlihî dîtibûn, zêde Leyla bûn.) Piştî gelek bûyerên ku "ji bona gelek jinan rojane" nin Leyla kêra nîn davêje zikê "mêrê xwe." Û axubet li serê hemû Leylayan... Bi kurtasî çîrok ev e. 

Çima dê bê xwendin?

Ji ber ku wêje ew e ku bikaribe ji me bide zanîn, fêmkirin û dawiyê de rêya guhertinê ve ke. Pirtûka Seray Şahînerê ew êşa êdî me jiber kiriye lewma jî bêkêr bûye hildide dide ji rûyê me. 




Freitag, 2. November 2018

Ji Tewratê Beşa Waîz

"Her tişt pûç û vala ye"
Ev gotinên Waîzê lawê Dawîdê ku li Yerûşalimê qraltiyê dike, nin:

  
2 Waîz dibêje “Her tişt pûç e, pûç û vala ye, pûç û vala ye.”
 3 Çi dikeve ji destê mirov?
Piştî hemû ew keda di bin tavê de dide?
 4  Mirov nifş bi nifş tên û diçin
Lê dinya heya ebediyê dimîne
 5 Roj hil tê, roj diçe ava,
Her vedigere li zikê maka xwe.
 6 Ba ber bi başûr ve diçe, vedigere li bakûr, 
Lêdixe û vedigere ba
Her bi heman teşeyî.
 7 hemû robar dikişin ji nav deryayê,
Dîsa jî derya tijî nabe.
Robar her vedigerin ji çavkaniya xwe.
 8 Her tişt çetin e,
Wekî gotin têra ronkirinê nake.
Çav bi dîtinê têr nabin,
Guh bi bihîstinê tiji nabin.
 9 Berê çi qewimî be, yê cardin biqewime.
Berê çi hatibe kirin, yê cardin bê kirin.
Di bin tavê de tu tişteke nû nîn e.
  10  Gelo tu tişteke ku kesek bikaribe bibêje “dêhna xwe bide ev tişteke nû ye“ heye?
Her tişt ji berê ve, gelek salan beriya me jî hebû.
 11 Nifşên berê nayên jibîra kesî,
Nifşên dahatûyê yê jî bi aliyê nifşên piştî xwe ve neyên bibîr hatin.

Zanatî Pûç e

12  Ez Waîz, dema ku li Yerûşalîmê qralê Îsraîlê bûm13  mi min xwe kire xizmeta lêgerrin û têgihîna her tiştên ku di bin van ewr esmanan de tên kirin. Ev barekî çetin e ku Xwedê ji bona mirov pê mijûl bin kiriye para wan. 14  Min  hemû kar û xebatên di bin tavê de tên kirin dîtin; hemû vikûvala nin, hemû ew hewldanên ku girtina bê nin 15  A çep nayê rastkirin, a kêm nayê jimartin.
 16 Min ji xwe re got, “Belê, min zanîna xwe ji zanîna hemû kesên beriya min li Yerûşalimê qraltî kirinê zêdetir kir.“  “Min zanîn û zanatiyeke bêserûbin peyda kir.” 17  Min xwe fedayî têgihîna zanînê, zanetiyê, dîntiyê û bêaqiliyê kir. Têgihîştim ku ev jî bes hewldanek e ji bo girtina bê 18  Ji ber ku zanetiya zêde êş û kedera zêde derdixe holê, her ku zanîn zêdetir dibe êş jî zêdetir dibe. 


(Ji zimanê orjînal nehatiye wergerandin. )

Donnerstag, 11. Oktober 2018

Nîşeyek



Wê êvara şilve, dîsa terpe terpa Hespê Boz dihat lê tu kes ji ber Erez nedihat. Bejna qerimî bi peyvan dilîst, peyvek  ber du gûzan nedida. Ma çi ye qîmetê peyvan? Du gûzan ji nav tilî pêçiyên cemidî de bi rûyekî posîde dinêrin. Digotin terpe terpa Hespê Boz tê, wê digot; dibêjin terpe terpa Hespê Boz tê (Na, naşêm derbarê "tu kesê nayê" de xeberdim cardin) Bejna qerimî sekinî û got; te ji bîra min yekî gotibû "Ziman kêrî eşkerekirinê nayê, kêrî veşartinê tê. Hewceya mirovan ji veşartinê hebû lewma ziman afirandin." Tilî pêçiyên cemidî bi şanazî keniyan. 


Bejna qerimî ji nişke ve çîk ra bû - te her dizanibû we ê bi gotinên pirwate derê çêm biximtîne- lê çavên xwe zoq vekirin got; ditirsim, ditirsim, ditirsim... Şevereşka di kûrahiya dilê wê de her dikeliya, terpe terpa tişteke nû, tişteke mezin, germ, kûr, nepenî, tirsnak...

Mirov
Bêhna xwe bi xwe re tînin.
Dihêlin,
û diçin
Rojekî tên û roja din diçin
Bîrhatinan bi xwe re nabin
Mirov tên
Bîrhatinên xwe dihêlin
û diçin
Mirov rojekî tên
Û hemû rûpelên salnamê dibin bihar
Û dema diçin
Çar serdem payîz
Bi xwe re nabin
Mirov tên û diçin
Birhatînan û payizê li pey xwe dihêlin
Mirov dema tên stranên xwe dilorînin
Lê dema diçin
Wan bi xwe re nabin
Mirov tên û diçin 
Lê di hesreta me de
Helbestên me de
Û di xewnên xwezdar ên şeva me de
Hemasa dimînin
Nehêlin...
Wê rojê; bi xwe re bibin her we çi anîbe
Gava hûn çûn
Tu car venegerin
Ji xewn û bîrhatinên me

(Herta Müller) 

Wê êvara şilvê me bi tilî pêçiyên cemidî peyvan dilîst. Wê li ber du gûzên genî derxist helbesteke Müller'ê pê ve da. Lê em dîsa jî, nizanim, em dîsa jî ditirsiyan...

Montag, 24. September 2018

Ka Werin Em Mirovahiyê Bikujin!



-Çima, mirovahî miriye!
-Rêza min bona her mirovî/ê heye.
-Beriya her tiştî, a herî girîng mirovahî ye.
-Bes ji bona ku tu jî mirov î ez rêza te digirim.

Ev her yek gotin pakêtên rezîltiya mirovan ên hevpar in. Mirov rezîl, xweperest û bê şerm e. Ji bona bikaribe ku rezîltiya xwe ya durû binecil bike neçarê pejirandina mirovên din e. Lewma jî gotinên wiha pakêt amade dike ku dema hewce pê bû, bi hêsayî ji bêrika xwe derxe û bikar bîne. 

Sê mehan beriya vê du leşkerên tirkan, tanka xwe bi zanetî (bê zanetî be çi diguhere!) li ser xanîyekî re ajotin û zarokekî 6 salî hate perçiqandin ê din jî bi birîneke xedar filitî. Yan jî me wisa dizanibû. Lê îro li gorî nûçeyeke Sputnîkê ew zarok jî mir. Li binê nûçeyê şiroveyên mirovan dixwînim. (Belê, dikarim milên xwe kêr bikim, esrar û vodkayê tevlihev bikim, an jî şiroveyên binê nûçeyên tirkan bixwînim.) Nêzikî 10 tirkan qîr û gemara dilê xwe bi zimanê xwe rave kiriye. Çend mirovên (Nabêjim Kurd, ji ber ku Kurdbûn têgihîn û helwesteke neteweyî divê) ji Bakûrê Kurdistanê jî bi zimanê tirkan ji van pakêtên li jorê hinek avêtine li ser hevdu; mirovahî girîng e, ew zarok jî mirov bûn, em jî mirov in... Vedigerim û rûpelên wan Tirkên gotine ku "şikir dinya ji du pîçên kurdan xelas bû, madem ku zarok bûn li wir çi dikirin, xwedê rehma xwe lê bikê, lê gerê malbata wan ji wan xwedî derketa" nihêrî. Jineke gotiye ku "şikir dinya ji du pîçên kurdan xelas bû" wêneyê zarokeke otîstîk parve kiriye û dibêje ku ji kerema xwe, bona mirovahiyê alikariya malbata vê zarokê bikin. Mêrekî navsere li destpêka rûpela xwe wiha nivisîye "Önce İnsanlık/ Beriya her tiştî mirovahî." Û kesên din jî anegorî nirxên xwe kesên xwedî malbat, zar û zêç yanê anegorî nirxên civakê gelekî "meqbûl" in. 

Ew ên ku dilê xwe ji kuştina du zarokan xweş dikin mirov in û ji mirovahiyê bawer in. 
Ew ên ku li ser navê her du zarokan bangewaziya mirovahiyê dikin mirov in, ji mirovahiyê bawer in.
Her du zarokên perçiqandî mirov bûn. 

Vegerin li dîroka mirovan bibêrin; gelo hûn ê bêyî şer, tecawuz, kuştin, koçberî, zilm, zordarî, hevdu zêlandin û  şêlandinên "pîroz" çi bibînin. Ew tişta ku jê re dibên tarîx/dîrok/he-story xêncî kuştin û mirinê çi dihewîne? Ev gotin, derbarê dîroka di navbera mirovan û mirovan de bû. 

Lê gelo dîroka navbera mirovan û ajalên/hewvanên din de çi dibêje? 
Hema dev ji ew laşên mirov jê re dibên "kebab" berdin, dev ji sol/pêlav û çenteyên xwe yên bi çêrmê ajaleke din hatiye çêkirin jî berdin bes çîroka Dodo'yan binêr in. Mirovan koka wan balindeyên şên û henekbaz anî, çimkî ji mirovan nedireviyan. 

Tevgera Kurdan a herî mezin êdî dibêje "Em tevgera mirovahiyê nin!" 

Lê hîç kesekî "mezin" nepirsî; kî nin mirov û kîjan mirovahî?

Ne mirov cinseke homojen e, ne jî mirovahî têgiheke pîr û pak e. Dagirker jî mirov e, kesên li hemberî dagirkeriyê şer dikin jî. Tecawuzker jî mirov e, ew kesa tê tecawuzkirin jî. Sermayeger jî mirov e, ew karkerên wekî koleyan dixebitin jî. 

Lê mirovahî? 
Dîroka mirovahiyê li ber çavan e, lê heke ew qasî dema we nîn be vegerin jiyana xwe binêrin. Mesele ew e ku her mirov anegorî berjewendiyên xwe hin kesan wekî mirov qebul dike û hin kesên din wekî mirov qebul nake. Min ji we re qala ew kesên wekî mirov nayên qebulkirin "ajalên din" kiribû ne wisa? Ew jina Tirk mirov e û anegorî nirxên xwe gelekî jî mirovperwer e. Lê dilê xwe bi kuştina zarokeke Kurdan şa dike. Çimkî anegorî berjewendiyên wê ew zaroka mirov nîn e, "pîçekî Kurdan" e.

Lê gelo "tevgera mirovahiyê" çi ye?

Dê bo çi û çawa mirovahiyê biparêz in? Yê mirovahiyê ji kê biparêz in? Eşkere ye ku mirov ji zûve bûne desthilatdarê hemû dinyayê. Lê heke ev agahî şaş be û şerê tevgerê li hemberî Meymûnên Qûngewr be, divê ez niha ve rasterast bibêjim ku ez alîgirê meymûnan im. 

Li hemberî dagirkeriyê dê şerê rizgariya neteweyî bê kirin.
Li hemberî mêtinkariyê dê şerê dij-mêtinkar bê kirin.
Li hemberî bavsalariyê dê şerê femînizmê bê kirin.
Li hemberî sermayegeriyê dê şerê çînî bê kirin.

Bona ku wekheviya di navbera mirov û mirov an, mirov û ajalên din bê sazkirin; ka werin em mirovahiyê bikujin! 



Freitag, 7. September 2018

Mirin 2


Kezîya berxikê dergistîyê mirinê be jî, êvarên hênik ên havîna dereng henîn ku aramî û fêmdarîyeke bêsînor dixin ji dilê wê. Xwedêgiravî kujerekî çavzerî bêom ji wir re derbas nedibû yan na dibe ku bi kelecaneke kelogirî bigota; evîndara te me ey kujerê delal! Xwedê te bibexşîne min ey xelaskerê bêrehm!

Lê li hin bajaran "niha" zêde fireh e. Berlîn jî yek ji wan bajaran e ku nihayên devken, bisebr, zarşirin dihewîne di hembêza xwe de. Nihayên fireh gotinên yekalî nadin li ser zimanê merivan. Wateya gotinan jî ji vê firehîyê nesîbê xwe digire, ew jî fireh, piralî, pirasoyî dibin.

Yanê heke kezîya berxikê bi kelecan derkeve li meydana aşiqan ma kî dizane govenda çi dewat an bobelatê tê girtin? Dê meriv ticarî qîma xwe ji kelecanên nihayên fireh neyîne. Xwedê meyser bike...



Montag, 30. Juli 2018

Şev û Talûke - Axaftina Andrea Drowkînê






Meşa ku bi navê “şeve cardin bidest bixe” hatiye lidarxistin bangewazîyeke bo kesayeta me ya hestiyar. Wisa kirine ku divê em, wekî jinekî bi taybetî ji şeve bitirsin. Şev ji bona jinan tijî tehde û talûke ne. Heke jinek şevê bi tena serê xwe li sûkê de bimeşe, ev yek bes nayê wateya ku ev jin di bin rîska tacîzkirinê de ye, her wiha wateya vê yekê –anegorî hişmendîya mêrsalar- ew e ku ev jin bi zanetî û dilî dixwaze bê tacîzkirin. Ew jina ku ji tixûbên şevê derbas dibe êdî qaçaxê zagonê ye ku rêzika bingehîn a tevgerana şaristanî xira dike: jineke binamûs şevê dernakeve li derva, heya bi tena serê xwe an ji tevli hin jinên din qet dernakeve. Ew jina ku şevê bêyî gergûnka xwe derdikevin li derva an wekî kuçegêrok an jî orispîyeke pozbilind a ku nizane çawa tevbigere tê dîtin. Polîsên şeve –yanê tecawîzker û mêrên din ên ku derketine nêçîrê- xwedîyê ew mafî nin ku zagona şevê bicih bînin: jinan bi nermovingo temaşe bikin û wê ceza bikin. Ketin li pey me hemûyan û gelek ji me hatin girtin jî. Her yek jina ku ji rêgezên civata şaristanî haydar, baş dizane ku divê xwe bi şevê biparêz e. Lê heke ew jin wekî “keçeka qenc” li malê bimîne û derîyan ji ser xwe de dade jî şev wê tehdît dike ku bi zorê bikeve li hindur. Ew heywanên dirrinde ku li pencere diteyîsin, xwe bi borîyan digirin hildiperikin, zirzeyan vedikin û ji kûlekê re dikevin hindur şevê digel xwe tînin. Bo nimûne ev nêçîrvan di fîlmên vampîran de wekî romantîk tên nîşankirin. Nêçîrvan notanî dûxanê ji derz û qelşan re dadiwêre. Digel xwe mirinê û seksê tînin. Qurbanî vedikişin; li hemberê seksê berxwe didin, heya ku xwe teslîmî kelecana nêçîrvan dikin û şeqên xwe ve dikin, sîngên xwe yên rût û tazî pêşkêş dikin û dikevin “evînîya” wî. Piştî ku qurbanî bi tevahî xwe teslîm dike êdî şev ji gef û gurra xwe dest berdide ji ber ku êdî qurbanî jixwe mirî ye. Jinik gelekî şêrîn, gelekî jinane û gelekî mirî ye. Belê wiha ye, ev qaşo-romantîzm tecawîz e ku bi nêrînên watedar hatiye xemilandin. Şev dema romantîzmê ye. Mêr jî notanî ew vampîrên ku mirov xwezîyên xwe pê tînin, diçin bo xapandina jinan. Notanî vampîran derdikevin nêçîrê. Şev destûrnameya qaşo-romantîzmê dide û romantîzim vediguhere destdirêjîyê. Ew îqameya ku derîyên derîyên wê darê zorê tên vekirin carna mal, hemasa beden û carna jî ew tiştê ku hin kes jê re dibên giyan e. Jin tiktenê ye û/an jî ji xewê de ye. Mêr ji hebûna jinê dixwe heya ku jê têr dibe an jî jin di destên wî de dimire. Kûlîlkên jin xapandinê ew in ku berîya qurbanî tê kuştin bi aliyê kujer ve tên pêşkêşîkirin. Kincan li laşê wê dikin, wê dirêj dikin û bi merasîmekî ve dest didin li ser hebûna wê, êdî ew heta hetayê bona berdevamiya heman tiştê tê bikar anîn. Hemû ciyawazîyên viyanî û takekasî kuta dibin û wisa dixwazin ku em bawerîya xwe pê bînin ku ev kutakirina bi aliyê tecewîzker ve nehatiye kirin, şevê xwe hemû ciyawazî kuta kirine. Mêr şevê bona tinekirina me bikar tînin. Kasanovayê ku mêr wî wekî hosteyê xwe qebul dikin dibêje ku “gava lempe tê vemirandin hemû jin notanî hevdu nin.” Hêmana zayenditîya mêran a sereke ew e ku kesayetî, takekesitî, taybetmendîyên şexsî û vîna jinê tine dike. Loma jî şev ew wext e ku bona pîrozkirina zayenditîya mêran hatiye terxankirin, ji ber ku bi şevan her der reş û tarîyê û di tarîyê de hêsatir e ku ciyawaziyan nebînin, ferq nekin bê ka ew jîn kî ye. Zayenditîya mêran ku ji tevahîya jiyanê, bi taybetî jî ji jiyana jinan nefret dike, dikare bi hovanê bireve, hema kîjan qurbanî bikeve li ber bikûje, bona xwe veşartinê tarîyê bikar bîne, sebra xwe bi tarîyê bînê, tarîyê bike stargeh û xwe pê bihewîne. Şev ji bona mêran efsûnî nin. Ew bi şevê derdikevin bi gerrîna fahîşeyan. Qaşo peyşabûnên xwe şevê dikin. Şevê serxoş dibin û notanî garanan li sûkan digerin. Ew bi şevê dikutin jinên xwe. Cimaeta xwe bi şevê geş dikin. Qaşo- jirêderxistinên xwe bi şevê dikin. Kirasên xwe yên spî şevê xwe dikin û agir alafê berdidin bi xêç. Şeva belûr, ew şeva ku Nazîyên Alman li çawirdora Almanyayê dikan û malên Cihûyan bombe kirin, ew şeva ku heya ku borî tevahîya Almanyayê bi şûşeyên şkestî de ma, ew şeva belûrîya ku navê xwe bi wan şûşeyên şkestî girt. Şeva belûrîya ku Nazîyan hemû Cihûyên ku xwe di cihên ewle de veneşartine û zirze li ser xwe de negirtine qir kirin. Şeva belûrîya ku elameta qetlîamên siberojê, nîşaneya wateya şevê ye. Nirxên rojê dibin derd û kûlên şevê. Hemû komên, cimaetên di bin tehdeyê de ji şevê ditirsin, ji ber ku bi şevan hemû kesên wekî bindeste tên dîtin notanî jinan muamele pê tê kirin: wekî nêçîrekî, lêdanê dixwin, tên kuştin an jî dibin hedefa tûndîya zayendî. Em bi şevan ditirsin ji ber ku mêr bi şevan bêtir xeternak in. Emrîka anegorî xeysetê xwe yî nijadperest tevdigere, dike ku tirsa tarîyê di binehişê me de wekî tirsa reşîkan, bi taybetî tirsa mêrên reşik bicih bike. Bi vî awayî têkiliya gerdîşî ya di navbera mêrên reşik û destdirêjîyê -destdirêjî mîrateya me ya neteweyî ye- bixêztir dibe. Lewre nîgaşa şeva reş wisa pêşniyar dike ku reş bi jixweberî xeternak e. Bi vî awayî li ser têkiliya di navbera şevê, mêrê reş û tecawizê tê girtin. Şev yanê zemanê ku seks tê kirin, dibe zemanê nijadperestiyê, tirsa nijadperest û nefreta nijadî. Li Başûrê Emrîkayê, bi şevan derdikevin gerra mêrê reş ku wî bixesînîn û/an jî linç bikin. Emrîka dewleteke nijadperest e û mêrê reşik jî wekî barkêşê talûkê, barkêşê destdirêjiyê tê hilbijartin. Rêbaza desthilatdariya mêran a sereke dike ku mêrên reşik ji bona nijadên wan kêm bên qebulkirin û wekî serê kulê, wekî nîşaneya zayenditîya hemû mêrtiyê bên bikar anîn. Hîtler jî heman yek anî li serê mêrên Cihû. Li Emrîkayê zêdepariya fahîşeyan bi jinên reşik pêk tên: ev jin wekî pêşnimûneyên sedema hemû qirêjî û gunehkariyan û zayenditîya jinan a ku wekî milkê mêran hatiye pênasekirin tên dîtin. Û bi vi awayî şev ji bona jinan dibin zemanê nijadê û zayenditîyê: mêtinkarîya nijadî û zayenditî tevli hevdu dibe, ji hevdu nayê veqetandin. Şev û reş, seks û nijad. Mêrên reşik bona kirinên hemû mêran tên tawanbarkirin; jinên reşik hemû jin çawa bên îstîsmarkirin wisa tên îstîsmarkirin. Lê belê hikûk û gerdîşa civakî bes wan û bi awayekî tûndî ceza dike. Bona ku em bikaribin vê girêka zordest a ku her şev cardin tev digere çareser bikin divê em cardin şevê bidest bixin, bo ku êdî ne nijad ne jî zayend bikaribe me bi destê vê girêkê tine bike. Şev du alternatîfan raberî jinan dike: an talûke an jî zindan. Lê belê gelek caran zindan jî pir neternak e. Jinên ku lêdanê dixwin mehpûs in. Ew jina ku dûçarî destdirêjîya mêrê xwe bûye, îxtimaleke mezin e ku ev tecawiza li mala wê xwe de hatiye serê wê. Lê wisa didin qebulkirin ku heke em xwe di malê de zindanî bikin êdî talûke namîne. Dîroka jinan dîroka mehpûsîyê ye: sînordarkirina fîzîkî, girêdayîn, qedexekirina tevgeranên jinan, cezakirina hereketkirina jinan. Niha hema em berê xwe bidin li ku derê lingên jinan girêdayî nin. Jineka ku dest û pîyên wê girêdayî bona rewşa me ya heyî nîşaneyeke berbiçav e. Û em hema vegerîn bi kîjan alî dibînin ku êsirtiya me tê pîrozkirin. Aktor George Hamilton di Kontê Nû Draculayê de dibêje “Her jinek xwedîyê ew fantazîyê ye ku kesekî biyanî di tarîyê de destên wê girê bide, fantazîya jinan ew nîn e ku digel Vanessa Redgraveê tevlî meşe bibin.” Xuya ye ku haya Hamîlton bi fantazîya me ya ku digel Venessa Redgraveê tevlîbûna mêşê nîn e. Pîrozkirina şehwanî a koletîya jinan, olên, pirtûkên pîrôz û fîlmên vê serdemê –notanî dest û pîyên girtî- li çawirdora me nin. Bandora koletîyê ew e ku azadîya tevgeranê sinordar dike. Hannah Arenth wiha nivisîye, “ gava ku peyva azadî ji ber guhê me dikeve, ji nav hemû azadîyên ku tên li bîra me de azadîya herî qedîm û herî bingehîn azadîya tevgeranê ye.” Azadîya ku dilê me her ji kuda bixweze em bikarin biçin li ew derê nîşaneya azadîyê ya herî sereke ye. Lewre qedexekirina tevgeranê ji serdemên qedîm pê ve şerta sereke a koletîyê ye. Azadiya hereketkirinê, parçeyekî tevgeranê yî bingehîn e û mêr bi taybetî azadîya xwe di nav tevgeranê de azmûn dikin. Mêr azadîyê û azadîya tevgeranê azmûn dikin lê heman yek bona jinan ne pêkan e. Divê em qebul bikin ku azadîya tevgeranê şertê bingehîn ê hemû azadîyên din e. Heke em anegorî girîngîya azadîyan dorekî çê bikin, girîngiya azadîya tevgeranê li berîya azadîya ravekirinê ye ji ber ku heya azadîya tevgeranê nîn be ticarî azadîya ravekirinê pêkan nabe. Yanê dema ku em bona azadîyê ditêkoşin divê em ji sêrî ve destpê bikin û ji bona azadîya tevgeranê şer bikin. Çimkî heya ku ew nebe hîç azadîyeke din nabe. Rastî ev e; piştî tarî dikeve li erdê destûra me nîn e ku em derkevin li derve. Li hin cihên dinyayê derva ji bona jinan bi temamî qedexe ye lê belê di bin ev demokrasîya ku wekî nimûnê ji hemû dinyayê tê nişandayîn de destûrê didin ku em li berîya ketina tarîyê kor topal biçin bên û bendê nin ku em şikira xwe bi vê rewşê bînin. Divê em şikirdar bin ji ber ku bi taybetî karên me û ewlehîya me girêdayî vê şikirdarbûnê, girêdayî bindestîtiyeke rûgeş, şêrîntîyeke pasif û stûxwarkirinê ye- êdî kîjan anegorî kêfa mêrê ku divê em kêfxweş bikin be ew! Heke em notanî bûkên pêlîstok bin, heke em bona têkoşînê amade nîn bin û wê bendê bin ku zirzeyan li ser me de dadin, me girê bidin, zindanî bikin, zeft bikin, bibin xwedîyê me, dest bidin li ser me divê em şikirdariya xwe pê bînin. Heke em li hemberî dîmenên ku jin tên girêdayin, ziravê wan tê qetadin û tên îstîsmarkirin amade nîn bin ku bitêkoşin divê em bona şikirdarîyê amadekariya xwe bikin. Divê em amade bin bo daxwazîkirina azadîya tevgeranê, ne bes daxwazîkirin têr nake, divê em an vê azadîyê peyda bikin an jî şikirdarîya xwe pê bînin çimkî em baş dizanin ku azadîya tevgeranê esasê bingehîn a hemû azadîyên din e. Divê an em şikirdariya xwe pê bînin an jî bi dil û can wekî “her sê Mariayên Portekîzî” bibêjin “Na! Êdî roj roja raperînê ye: êdî bes e. Êdî ew roj ew roj e ku divê em bi laşên xwe diwarekî daynin.” Bi raya min em şikirdariya xwe zêde bi qencîyên mêran ên biçûk tînin. Bi raya min vê şikirdarîyê êdî canê me zer kiriye. Te bibêji qaşo em ruleta Rusan dilîzîn, her şev çêkên wan li ber enîya me nin. Û her roj bi belengazî şikirdariya xwe pê tînin ku hê jî nehatine kuştin. Em her roj ji bîr dikin ku şevekî dore bê me; ew tehdeya ketober e rojekî diyar û takekasî be. Dibe ku ew kesê ez bim, an jî tu, an jî keseka em ji canê xwe zêdetir jê hez dikin. Her roj cardin ji bîra me derdikeve ku em hema çi ji destê me de hebe ser bi ser didin lê wekî berdel hîç tiştekî nastînin. Em her roj şikirdariya xwe ji destê me de çi hebe bi wê tînin û her şev em an hêsîr an jî tawanbar in- û her du îxtîmal jî zirarê didin me. Roj ew roj e ku em hewar bikin bibêjin “êdî bes e” lê hawara dibê “êdî bes e” ji têra tiştekî nake. Divê em bedena xwe bona ku bibêjin “êdî bes e” bikar bînin, divê em bi bedena xwe barîkatekî ava bikin. Divê ev barîkata notanî oqyanûsê tev bigere û notanî oqyanûsekî gewre be. Divê em bona vê şevê û hemû şevên din cardin bidest bixin hêza xwe ya girseyî, bengîtiya xwe û hemû tirûşa xwe bikar bînin ku jiyan hêjayî jiyînê be, rûmeta mirovahiyê tê der bê. Kirina me ya îşev evqasî hêsa, evqasî zehmet û evqasî girîng e.


Samstag, 23. Juni 2018

Esmanê Şeva Hejmetkar - Derheqa Nothing Personalê de


Clarîsa Pînkola Estes di pirtûka xwe ya “Women Who Run with the Wolves/Jinên Tevî Guran Direvin” de wiha dibêje; berê, çaxên qedîm de wateya peyva bi Îngîlîzî “alone” (tenêtî) yê “all one” bû yanê bi zimanê me; hemû yek, bitûn an jî temam bû. Dîsa ane gorî gotinên Estes’ê wan çaxan wateya tenêtiyê wekî niha neyênî nîn bû çikû heke mirovek “all one” yanî bitûn, temam be dikare xwe şad hest bike, dikare ji xwe, ji hebûna xwe haydar be. Lê belê serdema heyî gelek caran firsendê nade ku em di derheqa xwe de bifikirin, ji hest, kirin û hebûna xwe haydar bin çimkî serîyê me her tim bi aliyê înternet, reklam, tv, muzik, pirtûk û însanên din ve tê mijûlkirin. Di vê serdemê de em her roj derheqa bi hezaran mirovan, serpehatiyan, çîrokan de înformasyonê hildidin lê bi esasê xwe de ne haya me ji wan kes û çîrokan henin ne jî a wan ji me. Em gelekî “îzole” nin lê mixabin hîç “alone” tenê nîn in. Carna bi rojan destê me ji destên mirovekî din nakeve lê em di derheqa hemû hûrgilîyên jiyana wan de agahdar dibin. Lê gelo Nothing Personalê tenêtî û îzolebûn çawa nîşan daye?
Jineke por sor bi tena serê xwe li xanîyekî vik û vala de rûniştiye; wisa xuya ye ku ew mala xwe bar dike. Wê xwe kerr kiriye ji temaşeyî valahiyê dike; zehmet e ku meriv ji nêrîna wê tiştekî fêm bike. Xemgînîyeke bêdawî belavî nêrîna wê bûye, lê hêrs, destjêberdan jî. Bi gustîlka pêçîya xwe ve dilîze. Gelo ev gustîlka zewacê ye? Helbet sedemeka jiyana wê hilweşandiye heye lê Urszula Antoniak bi fîlma xwe ya "Nothing Personal" de vê sedemê rave nake. A girîng ew e ku Anne dixwaze bi tena serê xwe dinyayê re derbas be biçe. Lê paşê çi diqewime? Em ê dawiya fîlmê de bibînin.

Destpêk
Pirsên takekasî nayên qebulkirin- peymana navbera jina cîwan û mêrik de ev e. Jinik di baxçe de dixebite û karên malê dike; ew jî xwarînê û cihê razenê dide wê. Her hewldana nêzikbûnê bi aliyê wê ve bi tundî tê redkirin. "NOTHING PERSONAL", fîlma yekemîn a derhenêra Polonyayî Urszula Antoniak bi awayekî cidî girêdayî vê peymanê dimîne. Fîlm ji nod xûlekî zêdetir berdevam dike lê tevahîya vî zemanî de meriv dikare kêm tiştan di derheqa her du lehengên sereke de fêm bike. Digel hemû mehremîyetê (du mirov li maleke tik û tenê de, xuyaye ku dawîya dinyayê hatiye) di navbera her duyan de dûrahiyeke ku jina ciwan hîç hewl nade xelas bike heye. Wêneyê wan her duyan bi awayekî cidî ji hevdu dûr tê girtin ku bîrewerîyeke rojhilatê Ewropayê ya sade der dide; dewr û berên derava Irlandayê, jiyana sade a mêrikekî tenê ku ew debara xwe bi vî erdî dike (xuya dibe ku hemû kirinên wî yên rojane bes xwendina pirtûkan, karên baxçe û girtina masîyan e), ji gorrepanên berfireh re ba lê dixe.
Urszula Antonîak bi fîlma xwe ya çîrokane ve bala me dikşîne li ser tenêbûneke dilî. Jineke nêzikî 30-35 salî terka “her tiştî” dide û bi tena serê xwe dikeve rêyan.Me bi zanetî her tişt ji nav kevanekê de nivisî ji ber ku destpêkê pê de derheqa jiyana vê jinê yak u ew terk dike, têkiliyên wê, agahiyên takekasî de hîç tiştek nayê gotin. Bes lehenga fîlmê li ser perwaza pencereya xanîyekî vik û vala rûniştiye û gustîlka di pêçîya xwe de ba dide û dawiyê de wê jî derdixe dide li ser perwazê. Meriv dikare bibêje ku lehenga fîlmê berê zewicî bû û êdî hevserê xwe terk dike lê belê meriv dîsa dikare bibêje ku ev gustîlk nîşaneya hemû “zewacan” yanê girêdayîbûn, têkildarbûn, berpirsiyarbûn û heya dîlbûnan e.
Dema berpirsiyariyên bê dawî ji dora meriv digirin, dema têkiliyên rojane ne tetmîn dikin ne jî tenê dihêlin, dema meriv ferq dike ku emr ji nav gilî gotinên bêkêr de dêrs dibe û diçe “çûyîn” wekî peyveke efsûnî diçûrise li ser bêhntengîya me. Nothing Personal fîlmeke çîrokane ye ji ber ku efsûna terkirinê, çûyînê bi awayekî çîrokane, efsûnî hatiye nîgarkirin. Jineke bi tena serê xwe, ji nav bedewîya sirûşta Îrlandayê de bêminet digere, xêncî çentê li piştê hîç barekî wê nîn e. Ew azad e! Belê, lehenga me ji nava sirûşteke ewqas bedew de winda dibe ku meriv dibê qey ew êdî bi bedewîya xwezayê û tehma azadiyê ve mest bûye lê belê ew dema otostop dikşîne pişta xwe ji aliyê seyare tên ve dike ku rûyê wê neyê dîtin. Belê,ev sehneye risteyeke Rênas Jiyan tîne ji bîra me; “Ji qewmê pezkovîyan re xew xeram e!” Di vê pergala bav salar, mêrane de jin jî wekî pezkovîyan dive her hişyar bin ku neyên nêçîrkirin. Jixwe em mafdariya we hinekî şûn ve baş dibînin.Ew ji kamyona mêrekî siyar dibe lê piştî çend lehzeyan ev kesa bi awayekî eşkere, bêtirs û xof dest bi mizdana penîsa xwe dike lewre li gorî çanda mêrane heke jinek bi tena serê xwe otostop kişan dibe dive bona encamên vê azadiyê amade be. Û ew dêrî ve dike pêşiyê çenteyê xwe paşê jî bedena xwe davêje li kêleka rê. Belê xwe nezaniyê ve danayne, çavên xwe nagire û nasekine, bi tirsê xwe kerr nake, ji ber mêr nagere lê çentê xwe hildide û xwe ji kamyonê davêje.Ji ber ku wê mizakereyên di navbera xwe û çanda mêran de bi kurt ve birrîye avêtiye.

  “Her jin bona ku hebûna xwe bidomîne divê baceyê bide çanda mêrane. Ev baçe ew e ku carna li hemberî tacîz, destdirêjî, êrîşan devkî xwe kerr dikî carna jî destê xwe bi zanetî azadiyên xwe yên bingehîn dikşînî.”

Piştî xwe avêtina wê ajokar jî kamyonê dide sekinandin û ji wê re dide xeberan lê belê em dibînin ku ew ji mêrê êrîşkar nareve heya berevajî vê li ser wî de diqare, te bibêjî qey xwe ji dînî davêje.
Hinekî şûnda em dibînin ku ew ê şûşeyek daye ji destê xwe dike ku ji sûlavê tijî ava vexwarinê bike lê mil û pêsîra wê tev de şil dibe, av diçilke li ser her dera wê. Û em çi bibînin baş e! Kanîyeke biçûk li hemberî sûlavê disekine. Meriv dikare wisa şîrove bike ku Urszula Antonîakê bi vê sahneyê xwest rasterast nîşan bide ku lehenga Nothing Personal ê ne bes ji têkîliyên mirovan, ji hemû berhemên mirovan direve. Kanî li wir disekine lê ew pêşiyê nabîne, piştî ku şil dibe û nikare avê vexwe çavên xwe li kanîyê dikevin. Belê ev sahneya di derheqa dawîya fîlmê de fikreke girîng dide lê em niha nakevîn vê mijarê.

 Jin û Malbat
Ew devê sergoyên tesîsa rawestanê ve dike, xwarînên nîv-genî, sandwîçên nîvcî derdixe, bi cihên negenî ve zikê xwe têr dike li hemberî wê jî malbatek digel du zarokên xwe rûniştine û xwarinên xwe yên baş ambalajkirî dixwin. Jina xwedî malbat dipirse “hewceya te ji alîkariyê heye?” û ew dibersivîne “na, lê ya te?” Jina xwedî malbat mirûzê xwe tirş dike, vedigere li ber xwe lê îcar jî ew nasekine û dibê; gelo hûn dikarin hinek xwarin bidin? Lê bersîv amade ye; na! Xwarin bona zarokên me nin.
Malbat sazîyeke dabeşkar û girtî ye. Endamên malbetê li hemberî mirovên “biyanî” yên ji ne malbatê her tim piştgiriya hevdu dikin- an jî wisa tê qebulkirin ku divê bikin. Lê lehenga Nothing Personalê him bi bersîva xwe ya curetkar ve mirûzê jina xwedî malbat tirş dike him jî dawiyê de hinek xwarin dixwaze. Yanê him dibê ku “belê ez tenê me lê ji te kêmtir nîn im, ji malbatbûnê bawer nebe, dibe ku hewceya te jî ji min hebe” him jî dîsa dibê “ji destketiyên jiyana xwe hinekî jî bide min.”

Romantîzm
Nothing Personal wekî berhemeke Ewropî hatiye çêkirin, nêrîn û hişmendiya Ewropî temsîl dike û ji vê yekê haydar e yanê jixwe îddîayeke wê ya din jî nîn e. Bona vê taybetmendiyê ye ku em dikarin bibêjin “Nothing Personal” vejarteyeke erênî ye. Her çi qasî di fîlmê de bandora romantîzmê bi awayekî eşkere xuya bibe jî Nothing Personal ji îddiaya resenitîyê dest dikşîne û dîmena Irlandayî ya bervelav serobino dike. Fîlma Antonîakê bi taybetmendiyên komedîyên romantîk ve dest pê dike; jineke ciwan terka jiyana xwe ya netetmînkar dide û dikeve rêyên welatekî biyanî ku li wir ew hin nirxên nû keşf dike û ji kesekî niştecih re yanê ew mêrikî re têkiliyekî ava dike. Wekî Rosa Gonzálezê jî gotibû gelek fîlmên vê axirîyê Irlandayê wekî cihê wan “rêwîtiyên pakkirina giyanî” hildibijêrin. (2010). Cihê Nothing Personal lê hatiye çêkirin bes bi Connemarayê ve hatiye sînorkirin û derhenêr hevpeyvînekî  de di derheqa vê mijarê de dibêje ku ev biryareke awarte bû ji ber ku stîdyo li County Wicklowê bûn û derfetên bo fîlm çêkirinê ên li Connomerayê ew qasî nebaş bûn. (Antoniak 2009). Lê belê ev dejavantaj bi awayekî hêsa bona giranîya sembolîk a fîlmê hatiye bikar anîn. Di bin bandora romantîzma Ingîlîzan de ev herem bi israrî wekî sembola şêwazeke jiyanê ya gundewarî û sade lê dîsa jî bi aliyê giyanî ve dewlemend hatiye dîtin, ku ev yeka dikare jehrkûjîya xerabîyên modernîteyê bike. (Duffy 1997: 67-69). Ev dîmena Rojavayî hê di salên 1990î de bi The Field’a Jim Sherîdan ve hate vejandin û Nothing Personal jî bi awayekî bêminet xwe girêdayî heman şêwedarbûnan dike. Fîlm di destpêkê pê de navbera Ewropaya Parzemîn û Irlandayê de dijbertîyeke rasterast ava dike: Ewropaya Parzemîn wekî bajarî, modern û materialîst tê pênasekirin û dibe nîşaneya bêganbûnê lê Irlandayê jî wekî nîşaneya gundewarîtîyê, jiyana berîya endûstrîyê, nirxên giyanî û ahenga jiyînê pênase dike.     
Her ku mijar tê ravekirin dijbertiya navbera “modern” û “nêrît” ê zêdetir eşkere dibe lewre dibe ku bê gotin Nothing Personalê xwe li ser “rêzgeha îdeolojîya kapîtalîst” ava kiriye. Di navbera Ewropaya Parzemîn a bajarî û Irlandaya gundewarî de şahrêyeke wekî nîşaneya guhertina demê hatiye bikar anîn heye ku ev yek di derheqa dema mijarê de hin delîlan dide: hîç nebe wisa xuya dibe ku ew aşên bê nîşan didin ku fîlm di dema heyî/niha de derbas dibe. Gava ku lehengê fîlmê derbasî cihê dûyemîn (Irlanda) dibe rêçên hemçaxiyê jî kêmtir dibin, bo nimûne kiryarên wekî çêmen qutkirinê tesîreke wisa dide ku ev kiryara ji dema borî hatiye kirin. Di tevahiya fîlmê de wekî alafeke medyayê bes radio heye. Dibe ku ev radyo derheqa jêderên bûyerên sosyal, polîtik û aborî ên dibe ku bicihkirina bûyer û demê de alikariye bikin agahiyan bide lê nûçe bes di derheqa spor û mûzîkê de nin.

Sêhreka Ecêw
Piştî çend rojên ji nav sirûşta Îrlandayê ya bêhempa ve ew bi tesadûvî rastî xanîyekî tê. Çawa ku çîroka bi navê “Fatika êtîm” de Fatik dema dikeve ji mala 7 cûceyan dest bi şûştina kirasên qirêj, malaştina malê dike, lehenga Nothing Personalê jî cihê fîncanên qewhê rast dike, derbasî jûra razanê dibe û li ser nivîsan hereketên pevşabûnê dike. Lê meriv bi hereketên wê ve dikare fêm bike ku ew her çi qasî bi tena serê xwe be jî hereketên wê nîşan dide ku ev pevşabûneke (an jî xwe-şabûn) takekasî nîn e. Kesekî/a xeyalî heye. Jixwe dema ra dibe li ser xwe çend têl porên xwe dirûçikîne û dide li ser nivînan.Meriv dikare bibêje ku lehenga Norhing Personalê her çi qasî bi daxwaza tenêtîyeke têkûz/ temam ve derketibe rê jî hêdî hêdî meriv dibîne ku wê xwe bi temamî  bona mirovên din û têkiliyan negirtiye.
Hemû ev gotinan ji bona temaşevanên minimal gelekî xeternak xuya dibin, lê bi awayekî ecêwî, na wisa nîn e. Dibe ku sedema vê artist Verbeek be lewre ew te bibêjî qey ji bona bibe artîs hatiye li ser rûyê dinyayê. ji Verbeekê tê ku rolê xwe yî nazik bi saya hin nêrînên kurt û watedar ve ji têra xwe saxlem bike. Dibe ku ew dîmenên tenêtiya bakur-rojavayê Irlandayê yên nepenî lê misoger ji nişke ve daxwaza ku meriv ji nav xwezaya hovane de bi tikûtenê şer bike dide. Ev jî efsûna fîlmê ya ecêw e ku her tiştî gelekî eşkere û siruştî dide qebulkirin lê dibe ku heman efsûna bibûya sedema bêhntengî û xemgînîyê jî. Lê belê wisa nabe.   
Heya ku çîrokeke evînîyê jî heye. jinik, mêrikê kal û tenê nas dike ku mêrik piştî mirina jina xwe li mala xwe ya gelekî tenha de bi tikûtenê û ji nav rihetî û luksê de dijî. Ev yek rasterast dijberî jîna wê lê dawiyê de mêrik bû kesê herî nêzikî wê. Peymana wan ew e ku jinik li karên baxçe û malê de bixebite pêşberî vê jî mêrik xwarînê bide wê. Jinik bersîvandina hemû pirsên takekasî red dike- heya ku navê xwe jî nabêje- li derve bi tena serê xwe xwarinê dixwe, çadira xwe ya biçûk de radizê lê her du bi gavên biçûk hêdî hêdî nêzîkî hev dibin. Di nav kar û barên rojane de gava çavên wan rastî hevdu tê dibişirin, bi diyarikirina tiştên biçûk yên wekî teyîpekî an jî xwarineke kartolan dilê hevdu şa dikin, xwe kerr dikin lê ev yek nikare veşêre ku bala wan çi qasî li ser hevdu ye. Ew bi dizîngava tev digerin, ji dostanîya hevdu şa dibin lê dev ji dûrahiya wan bi zanetî hilbijartibû bernadin.
Dawîyê de xwedîyê xênî derdikeve tê û em fêm dikin ku wî jî tenêtiyeke dilî hilbijartiye lê ew li gorî wê aram, xwebawer û biryardar e. Pêşîyê rêzikên têkiliyê bi aliyê wê ve tên dayin; Nothing Personal! Yanê dive hîç tiştekî takekasî parve nekin, heya ku navên hevdu jî nizanibin. Lê di dawiyê de em dibînin ku jinik wekî pêzkovîyeke fêrî şekirê destê mirovan bibe, gav bi gav kedî dibe û bêtirîn dikeve li malê. Mal/xanî aîdî mêrik e û jinik gav bi gav dikeve ji nav xanîyekî din an jî girêdayî têkiliyeke din dibe. Lê îcar jî dora revê tê ji mêrik. Em dibînin ku jinik êdî bona dermanên mêrik endîşe dike, wî û tendûristiya wî re mijûl dibe lê berteka mêrik gelekî xerab e. Diyar e ku mêrik ji sêrî de xwe ji bona têkiliyê vekirî nîşandibe jî tixûbên wî yên takekasî bi awayekî kûrtir diyar in. Belê ew bi rihetî mala xwe jê re parve dike, navê xwe û çîroka jiyana xwe rave dike lê dîsa jî rê nade ku “kesa biyanî” bi temamî bikeve “mala” wî. Belê, jinik ji sêrî de tûndiyê, têkiliyan, mirovan direve û bi awayekî eşkere berteka xwe li hemberî hemû hewlên nêzikbûnê nîşan dide lê dawiyê de bi dilî dikeve “mala” kesekî din û heya dema Martin laşê kêrgûşka mirî davêje li rûyê wê, yanê tûndîyê ji wê dike Anna dîsa wekî pezeka kedî dide pey wî û diçe li malê.
Bi rastî fîlm nikare rehendên civakî û polîtîk ên ku herî zêde temsîla tundîyê ve eyan dibe bi awayekî serkeftî bigîne. Ji Nothing Personalê pê ve tundî bi dizîngava der tê, ji nişke ve û bi israrî xwe nîşan dide. Temaşevan bi cara yekemîn tûndiyê li şahrê, gava ku ajokar bi awayekî zayenditî Annayê aciz dike dibîne. Her çi qasî ew bikaribe bireve û xwe ji êrîşkar xelas bike jî, êrîş berdevam dike heya ku ew diçe û li nav dîmena bihûştî a bestên Irlandayê de winda dibe. Her çi qasî bi tevahiya fîlmê de tundîti bi şêwaza zayenditîyê ve hatibe nîşandayîn jî vê şûnda êdî cureyeke tundiyê yî din jî derdikeve li hole. Êdî tundî di navbera du mirovên xwerazî de ye û mêrbûn û jinbûn ji nav vê tundîtiyê de bibandorkar nîn e. Navbera van her du kesan de êdî bandora zayenditîyê kuta bûye, ev her du mirov ji dûrî jinbûn û mêrbûnê wekî tu kesan ji hevdu re têkilî daydinin.  
Di dawiyê de em dibînin ku Martin tenêbûna xwe diafirîne û diparêz e lê Anna bi awayekî hêsayî dev jê berdide. Li cihekî de Martin ji Annayê dipirse dibê tu çi dixwazî? Bersîva Annayê pir sade û hêsa ye; dixwazim wekî te bim, li vir tik û tenê. Lê sahneya dawîn de em dibînin ku Annayê dîsa çenteyê xwe daye li pişta xwe çûye li hostelekî.

Nivîskar: Rojda Yaşik, Pêşrew Mohammed

Montag, 28. Mai 2018

Mirin

Bin taveke tapesarî de mirinê difikire. Gotina "wî" tê ji bîrê; her tiştê din di derheqa jîyînê de ye, lê mirin? Dema mirin tê êdî hîç tiştekî din namîne. Mirin wekî bayekî sar û bihêz rûyê wê dadilêze derbas dibe, nasekine, her tiştî bi xwe re nabe lê nola gilêza kuçîkekî nexweş ji dev û çenga wê re diniqute. 

Derheqa mirinê de fikirîn xweş e. Dema derheqa mirinê de difikire wisa dibê qey heke agir alaf ji dora xênî bigire bi pêlkirina yek tuşê ve dikare bifire û ji nav êgir derkeve biçe. Mirin nola çareserîyeke efsûnî dibirriqe carna... Lê heke pêlî wê tuşa xelasker bikî êdî mirin jî namîne jiyîn jî, çareserî jî namîne, agir alaf jî. Lewma bi meraqa berxeka li ber kêre zimanê xwe dirêjî tûjahiyê dikî. Dikenî û xeber didî, pirtûkan dixwîni, çayê çê dikî, carna porê xwe şe dikî û te duh cotek giharên nû standin. 

Çendî bi hêvîya dîtina tişteke nû ve destê xwe dirêjî mirinê bikî te dîsa bibînî ku mirin nola pirtike pîneyê zîtolzîtolî ye ji nav dev û diranên wêjeyê de. Wêje wekî dantêl çêkirinê ye, bes kêrî derbaskirina zemên tê. 

Çend caran bi gilî gazinan qala wan ên li nav sûkan, ji ber çavê her kesî hatin kuştin, hatin kizirandin, hatin herijandin bikî te bibînî ku mirin alafek e, bona berdevamiya heman terraneyê. 

Zûr bû nava çavên mirinê nihêrî. Mirineke şîrogermî, hêsa, sivik û tenik... Gelo rengek ji dilê Woolfê hîç herikî bû ji nav rihê vê wardekê? 


Mittwoch, 9. Mai 2018

Bîrhatinên Wê û Min


Zarok gerîya ji bin sîya dareka bîyê de, destên tenêbûnê zivir û germ bûn-lê haya zarokê wan rojan ji vê yekê nîn bû. Pozekî mîna mixên xillimxorî ên ku li nav kevir kuçikên înşaatan de windabûyî sîya xwe berdabû li ser rûyê zarokê. Pozên mezin û xillimxorî nayên veşartin. Feqîrtî nayê veşartin. Gelek tiştên din jî henin ku em hewl didin ku veşêrin lê mîna qîrêjeka reş ji avê de belav be wisa belav dibin, deng nedin heke reng didin, reng nedin behn didin. Lê çi bibe bila be ew xwe îlla bi awayekî der didin. Pozê xillimxorî û dirêj sî dida li ser rûyê zarokê. Sîyeka reş û dirêj û xillimxorî...

  Zehlê zarokê ji ew a qerqaş a biçûk dihat. Zehlê zarokê ji kubarbûn, biçûkbûn, arambûn û herî zêde jî qerqaşbûna wê dihat. Mîna çawa ku pereka qerqaş a armûşî bi tesadufî biketibe li ser rêya tewlê. Ga gamêş herin bên, golik li ser re bidin çirtikan lê pera armûşî bi hemû qerqaşîya xwe ve li vir wisa bimîne, çilkek rêx be jî lê nekeve... Ev alozî ye, heke alozî nîn be teqes neheqî ye. Zarok giraniya vê rewşa xerîb di kûrahiya dilê xwe de dizane. Zehlê wê jê diçe...
"Revîn" peyveke bedew e, wekî keçîkên televîzyonan de bedew e, her yek tîpa wê digunca a din. Wekî keçîkên televîzyonan de ku bi hezaran taybetmendiyên wan bes yek an jî du û yên herî pûç tên bal kişandin. Televîzyonan de keçîk bes bedew in, xêncî bedewbûnê û digel bedewbûnê çu taybetmendiyeke wan nîn e. Bi milyonan pirtûkan, ew qasî jî stranan wisa dibên ku revîn "romantîk" e. Bi hezaran rûyên revînê bes qala rûyekî pûç dikin.

Revîn mîna vizikeke bi gû dizivirî di gewrîya pera qerqaş de. Carna behna kartolên genî jê dihat û carna jî ji nav belgên romaneke wêjeya Îngîlîzan de hebûna xwe ya şil û gemarî vedişart. Lê di rojên gelekî sar û bi taybetî nîvroşûnda yên bêdawî de mîna pişîkeke sorgevez a nas dihat xwe dispart her tu destên cemidî ên pera qerqaş. Pera qerqaş revînê nas dike, gelek bêhnên wê dizane û heya haya wê ji çend rûyên wê jî heye.

Lê ev hîç xema zarokê nîn e. Derdê wê besî wê xwe dike û ev derd dike ku carna dilê xwe biteqe wekî gulokek rîsê sor ji dest û pîyê ên din bigere. Zarok gulloka xwe ya sor ji hundirê xwe de zor digire, carna bi hêrsana enîya xwe dixurîne. Serê zarokê diêşe.

Serê zarokê ji sîya pozê dirêj î xillimxorî diêşe.
Serê zarokê ji feqîrtiya bêhna gemarê jê tê diêşe.
Serê zarokê ji dest û pîyên wê yên terrikî diêşe.
Serê zarokê ji qelemên bi çîzgîçizgîyî reş û qîçik diêşe.

Destên tenêtiyê carna zivir û germ in li ser pişta pera qerqaş.
Di rojên pir sar û nîvroşûndayên bêdawî de revîn dibe pişîkeke sorgevez,
li ser pişta destên qerqaş û cemidî.
Gerdûn jî piştevaniya pera qerqaş dike qey!

Zarok di kûrahiya dilê xwe de dizane tiştên ku hîç tune nabin û heya nayên veşartin henin lê heke çîlkek rêx biçilke li ser pera qerqaş hîç nebe alozîya heyî yê çareser bibe. Zarok zend û milan ba dide ku sîya xillimxorî, bêhna gemarî a feqîrtiyê, dengê qalind î çiyayî bi çêrmê xwe yî qemer ve bipêçe û wekî topa kullê ji nav rêya tewlê de bibê reeep! Bavêje li nava rêxê... Bes bila çîlkek be jî ji pera qerqaş bikeve. https://youtu.be/9CCw6ZgWk-U




Freitag, 4. Mai 2018

Derheqa Gerîneka Guernîcayê de...



Navê pirtûka ku ez ê îro bidim nasîn “Gerîneka Guernîcayê” ye. Ev pirtûk bi aliyê Yildiz Çakarê vê hatiye nivisîn û bi aliyê weşanxaneya Lîsê ve Gulana 2016’an de hatiye çapkirin. Li gorî li ser rûpela pêşîn dinivîsê edîtoriya pirtûkê bi aliyê H. Kovan Baqî ve hatiye kirin. Pirtûk bi du beşan, 210 rûpelan pêk tê.
Bi rastî ev pirtûka dibe ku deh caran li cihên cuda cuda ber çavên min ket lê ji dilê min nehatibû ku ez romaneke “din” a kurdî bixwînim. Ji ber ku li gor raya min heke meriv mazoşîst be divê an sînemaya Îranê temaşe bike an jî veke romaneke kurdî/kurmancî bixwîne. Her du jî tijî êş,keder, ajitasyon, mirin, kuştin, veqetin, neheqî, girî û azar e. Her du jî dike ku meriv zendikên xwe bide li ber kêre… Lê belê min kir, min pirtûka Yildiz Çakarê hilda û xwend.
Gerîneke Guernîcayê pirtûkeke herikbar e û zû tê xwendin lê mixabin ev yek ne bi sedemeke erênî wiha ye. Pirtûk rasterast bi peyvên Kurdî/kurmancî lê hevoksaziya Tirkî hatiye nivisîn loma jî bi aliyê kesên wekî min, ên li Bakûrê Kurdistanê bi zimanê Tirkî mezin bûnê ve zûtirkê tê fêmkirin û xwendin. Mixabin Kurmancîya zêdepariya me di bin bandora Tirkî de ye lewma jî zimanê vê pirtûkê bona me ne biyanî ye. Lê helbet ev jî rewşeke pir xerab e, divê bê çareserîkirin. Min paşê çavê xwe ji torên civakî gerand û dît ku li çend cihên din jî heman rexne hatine kirin. Ne bes Yildiz Çakar, zêdepariya mirovên Kurdî/kurmancî dinvîsin heman rewşê de nin. Lewma jî ev pirsgirêkeke gelekî cidî ye.

Protagonîsta pirtûkê keçeke bi navê Lîsa ye û em hemû çîrokê bi devê Lîsayê guhdarî dikin. Lê derûnîya Lîsayê tevlihev e, gotinên wê jî her tim ji nav rastî, xewn û xeyalan de diçe tê. Loma jî meriv gelek caran pêşiyê fêm nake bê ka çi bûye lê paşê hêdî hêdî hinekî bêtirîn çîrok eşkere dibe. Her çi qasî pirtûk wekî du beşan hatibe cudakirin jî çîrok bi sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn de keçeke biçûk bi heman gilî gotinên dubare sêbare sedbare ve qala çîrokên diya xwe, mala xwe, “jiyana berê a tekûz” dike. (Belê van dubareyan ez canzerî kirim, min çend caran kir ku hema pirtûkê nivî de bihelim.) Beşa duyemîn de keçik çavên xwe li nexweşxaneyekî ve dike û dibîne ku laşê wê tijî birînin. Hin kes alîkariya keçikê û xwişk, birayên wê dikin û bi awayekî nasnameyên nû, navê nû ji xwe re  peyda bikin. Edî navê protogonîsta me Lîsa ye, lê em ji nav wan gilî gotinên bê seroûber de fêm dikin ku kesayeta keçîkê bûye du parçe. Bi aliyekî Lîsa heye, aliyê din jî navê din/kesayeta din a wekî sîyekî daye li pey wê. Lîsa diçe li Stenbolê ku xwe ji destê dewleta dagirker xelas bike û heke rêyekî bibîne xwe bavêje li Avrupayê. Lê meyaser nabe, Lîsa li Stenbolê dimîne û dest bi jiyaneke nû dike. Roja yekemîn ku Lîsa tê li Stenbolê Abraham alîkariya wê dike ku ji xwe re jiyaneke ava bike lê helbet em fêm nakin; ev Abrahama kî ye, madem Kurd e çima navê wî Abraham e. Paşê em dibînin ku Abraham hûnermend e, xwedîyê atolyeyeke mezin e fêlan û bêvan. Lê bi rastî ev karektera te bibêjî ji fîlmeke Woody Ellen derketiye hatiye ku xwînêr bide qanîkirin ku “evîndarî êş û keser e”, “hêvî peyveke sexte/qelp e”, “hemû gerdûnê bes ji bona Lîsa şa nebe hevkariyê dike” û hew. Xwezila êdî cimaeta Kurdan xwe ji van gotinên klîşe û arabesk rizgar bike û çu girîngiyê nede van aforîzmayên eletewşî. Nexwe, beşa dawîn de Lîsa wekî tabloya Pablo Piccasoyî Guernicayê li nav sûkên Amedê de digere. Êdî hemû qiyamet pêk hatine, her tiştê xerab bûye, çu tiştekî Lîsa winda bike, ber bikeve, dilê xwe lê biêşîne nemaye. Lîsa wekî Guernîcayê bi parçe-pincik, bi cendekekî tijî birîn, bi dilekî şkestî li nav sûkên Amedê digere û ji derîyekî ve dikeve hundir ku Abîdeyê dibîne. Abîde navê Lîsayê yî rastî ye. Yanê Lîsa dîsa xwe hembêz dike, dibe yek, dibe “kesek”.
Belê min di derheqa sînemaya Îranê û romana Kurdî de (sînemaya bi zimanê Kurdî jî wiha ye) got ku naverok her tim bi babetên hardcore tê tijîkirin. Dibe ku bi awayekî mafdar bê gotin ku; yaw jixwe jiyana Kurdan, rewşa welêt, rewşa civata Kurdan tijî bûyerên hardcore in, çu tişteke asayî, xweş, aram nîn e lewma jî baş e ku nivîskar jî derheqa vê rewşa reş û tarî de binivîsin. Belê, rewşa heyî ev e. Jixwe ez jî nabêjim çima ev kes di derheqa rewşa heyî de dinvîsin lê ez dibêjim ma gelo çima ev kes bi wekî bûmên bêom xwe dane li ser banê hemasa heman çîrokê bi heman peyvan dilorînin! Ew kesê/a dibê ku ez pirtûkêkî dinivîsim, ez atmosferekî/dinyayekî bi gotinên xwe dihonim û çê dikim divê bikaribe êşê, keserê, vê rewşa reş û tarî bi awayekî hosteyanê, bi gotinên ne-klîşe û bandorkar ve vebêjin. Divê ew kesê/a vegotina vê êşê bi wekî peywîra xwe dibînin xwedîyê ziman, şêwaz û hişmendiyeke afirînêr bin. Heke ku serê xwîner bi heman ax û nalînên klîşe ve bên êşandin, xwendina pirtûkê jî bêyî serêşê kêrî çu tiştî nayê.




Donnerstag, 19. April 2018

Dagirkerî, Loqim û Hêwirzeya Erdoxan


Haya her kesî ji mijara loqiman heye, jixwe Erdoxan bes ji bona vê mijarê derket li berî mîkrofonan. Wekî ku tê zanîn artêşa dagirker a Tirkan û endamên çeteya paramîlîter ya bi wekî “artêşa azad ya Suriyê” tê bi navkirin 18yê adarê de navenda Efrînê dagir kiribûn û ev yek li dinyaya Tirkan de bû wesîleya hin pîrozbahîyan. Bi rastî ev yek baş rave dike ku dagirkerî, mêtinkarî, faşizm bes bi wekî polîtikaya dewletê nayê ravekirin, ev yek bi wekî rewşeka derûnî û hişmendiyeke kokdar ji nav girseya Tirk de her heye. Wekî nimûne, gelek caran tê gotin ku dewlet faşîst e an jî siyaseta dewletê êdî bêtirîn ber bi faşîzmê ve diçe lê belê kesek nabêje ku faşîzm bi wekî rihekî, sekneka girseyî ji nav vê civakê de kokdar e. Bêguman ji civaka Tirkan de taybetmendiyeke faşîst her hebû. Ev rihê faşizan ji salên 90î pê de lap bi awayekî militanî şêwaz girtibû, te digo qey derketiye li sûkê ji xwedîyên xwe digeriya. Ew rewşa derûnî ya ku di salên 90î de sûk dagir kiribû, dagirkerî, mêtinkarî û faşîzm bi wekî teybetmendiyên xwe didît û bi vê şanaz dibû, veca 15ê Tirmehê de derket li sûkan, serî qut kir, mirov linç kir û çi derkeve li pêşiya wan tune kir. Ev rihê faşîzan, ev rewşa derûnî ya kokdar gengaz dike ku komek xwendekarên Tirk dagirkirina Efrînê bi belavkirina loqiman ve pîroz bikin.
Dagirkirina Efrînê ji bona Tirkan xaleka werçerxê ye. Lewre Erdoxan li hemberî hewlên “ewan” hîç tehemûl nake. Jixwe bi vê sedemê hevalên ku li zanîngeha Boxazîçîyê kirin ku wan ên dagira Efrînê pîroz dikin asteng bikin bi aliyê Erdoxan xwe ve bi wekî “terorîst” hatin pênasekirin û Erdoxan zûtirkê peywîr da dadgehên xwe ku ev hevalnan bên girtin.
Belê, Efrîn ji bona Tirkan xaleke werçerxê ye. Bi qewla Erdoxan ve “vejînê dest pê kiriye!”
Erdoxan bi awayekî eşkere dibê ku Efrîn ji bona dahatûya Tirkbûnê mijareke hebûn nebûnê ye. Bi van sedeman banga hevalên ji zanîngeha Boxazîçîyê gelekî girîng e ku van hevalan di van rojên gelemperîya mirovan ketine di bin bandora tirkseka kûr de bi dirûşma ku dibê “loqimên (pîrozbahiya) dagirkerî, tevkujîyê nabe!” ve li hemberî vê bêndengiya rezîl serî hildan. Wateya vê bangewazîyê pir girîng û gewre ye. Gewrebûna vê bangewaziyê tirs kire ji dilê Erdoxan. 

Serdema ku şerê emperyalîst î yekemîn ji nû ve dest pê kiribû heya ku “sosyalîstên” Almanan di meclîsê de raya xwe ji bona erêkirina bûtçeya şêr a Almanyayê didan, Karl Lîebknecht bi tenê serê xwe li hemberî her kesî ew meclîs terk kir. Wateya vê kirina Karl Lîebnecht çi be, wateya bangawaziya hevalên me jî ew e. 

Wekî ku 18 sibatê sala 1943’yan de dema ku Nazîyan dinya dabûn li ber gef gura xwe, werankarî dikirin, Sophie Schol û hevalên wê li zanîngeha Munîhê bi bangewaziya xwe bandora tirsê şkestandibûn, hevalên me jî li zanîngeha Boxazîçîyê heman yek kirin. 

Wekî ku Mazlûm Doxan û rêhevalên wî li zindana Amedê de desthilatdariya tirsê şkestandin û bi bilindkirina dengê xwe serdemeka nû dan dest pêkirin, bangewaziya hevalên me jî bi heman sedemê girîng e. Sedema ku vê bangewaziyê bi wekî nimûneyên me dabûn girîng dike ew e ku van hevalnan di vê serdema ku bêdengî bi wekî rêgezekî hatiye pêjirandin, li ber desthilatdariya tirsê her kesî xwe kerr û lal kiriye de van hevalan bi wêrekî gotine ku “ez li vir im, li hemberî zilmê disekinim!” Jixwe a ku Erdoxan jê ditirse jî ev yek e. Erdoxan û pergala ku bi hebûna Erdoxan ve dirûv girtiye baş dizane ku heke li zanîngeha Boxazîçîyê, ku bi wekî navenda mêtinkariyê li Stenbolê ev bangewaziya mezintir bibe, ew tişka ku em jê re dibên “serhildan” ew e koka Erdoxan jî vê pergalê jî bibîne.


Divê em ji vê bangewaziyê xwedî derkevin û wê bilintir bikin. Erdoxan çi qasî bike ku bibiryarî vê bangewaziyê bifetisîne divê em jî bi heman biryardariyê vê bangewaziyê bilinditir bikin. A ku Tirkbûnê ji agirê wê xwe de bişewitîne ev bangewazî ye ku li navenda Tirkbûnê de hatiye bilindkirin. Vê bangewaziyê bilindtir bike! Ji hevalên ku ev wêrekîya kirine xwedî derkeve! 

Donnerstag, 12. April 2018

Колобок - Kilorik



https://youtu.be/9M286oRxFxs 


Ji bona Medîşana Xwîşk,
ku strana me yek e; "Take me home
Take me home where I belong"

Hebûye tunebûye rojekî ji wan rojên hane, kalek û pîreka hêjar hebûne. Her ku rojan didan li pey hevdu diçûn, hejariya wan jî çargavkî dida pey. Ev rewş wisa çû heya ku di kulînê de ji dermanan ra be jî piçek xwarin nema.
Rojekî kale ji pîrê re dibêje;hema ji me ra kilorekî bipijîne pirêcan, ez dibêm heke tu depika nîn darojî û tûr torban baş daşînî te bikaribî têra xwe ar peyda bikî.
Pîrê pêşa xwe hildide, xwe tev girê dide; depikê nîn dadiroje û tûr torban dadişîne qasî du çengan ar peyda dibe. Bi wî arî hevîrekî baş hasil dike û hinek jî ji tovaka di binê sîtilê de mayî dixe nav,givrikeka gilovera behnxweş çê dike.
Paşê jî bi du gonî çar tepikan kûrê daydine, tendûra xwe dadide, agir alaf li ser hevdu re diavêjin û tendûr geş dibe.
kilora xwe bi rûne nîvişkî di tendûrê de dipehte.
Kilora xwe ya xweşbehn û rûgeş dide li ber bace ku sar bibe.
Lê kilora biçûk, dema çav bi bedewiya baxçe, mergên bi gul û çîçekan xemilandî dibe hema dibê 'leeeep!' di bacê de li ser şêmîgê li wir re li sîvderê...û dipeke li ser rê.
Tilol dibe diçe û diçe lê ji nişka va rastî kêrgûşkekî tê.
"Ez ê te biavêjim gepa xwe bixwim kilora biçûk" dibê Kêrgûşk.
Kilor dibê " wisa neke çelengê canê
ez ê ji te re bibêjim strana hanê"
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re;"Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilora biçûk tilol bû çû çû çû ji nişka va rastî gurekî hat.
" Ez ê te bikim çûmekî biavêjim di binê kovika diranê xwe" dibê Guro
" Wisa neke birayê min, dilkeviro!
ka ez ji dewsê ji te ra stranekî bibêjim" dibê kilor.
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilor tilol bû, çû û çû ji nişka va rastî hirçekî hat.
"Ez ê te biavêjim gepa xwe daqûltînim" got Hirço
"Wisa neke birakê hirçî rûpirço!
Ka ez ji te re dewsê stranekî bibêjim"
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Kilora biçûk tilol bû pekiya û çû heya ku ji nişka va rastî rovîyekî hat.
"Ez ê hema te bixwim kilora biçûk" got Rovîyê"
"Wisa neke rovîkê, min nexe binê kovikê
Ka ez ji te re dewsê sitranekî bibêjim"
"Baş e, de bibêje!"
Han ji te re; Ez ji depikê nîn hatim darojtin
Û ji tûr torban hatim daşandin
Û di tendûrê de hatim pijandin
Ji kalko revîm
Ji pîrkê revîm.
Ez ê ji te jî;
Ha vê lehzê birevim!"
Rovîyê got; ax çi straneka xweş, lê mixabin nikarim baş bibhîsim.
"Kilorê, kilora ez jê re bengî
Ka were li ser vî zimanî
Ku careka din jî bibhîsim wî dengî."
Kilora biçûk hilperikiye li ser zimanê Rovîyê.
heeem! deng vedaye gepa wê.
Kerê kundir kot kot kot
Ev bû min ji we ra got.
Ji zimanê orjînal, Rusî lê bi alîkariya wergera Îngîlîzî ve hatiye wergerandin.

Gelek varyasyonên vê çîrokê henin, heya di nav Almanan de jî çîrokeka navdar e. Lê li nav varyasyonan de cudahiyên ew qas berbiçav jî tunin. Min çend varyasyonên wê xwendin lê varyasyona pîrika heval û mamosteya xwe vergerand.
Ji ber ku pîrik in çavkaniyên herî payebilind-bi min, bi "wan jinên han"-

Bi alîkariya Natayê.
спасибо дорогая Соседка Natuşka