Mittwoch, 7. Februar 2018

Xewnerojka yekem


Bin banên  ji destê niza'm kîjan avahîzasê navdar, niza'm kîjan salê û ji bona niza'm kîjan sedeman hatine avakirin derbas bû û çû. Bi gustilkên porê çur, gavên lez û xwe bawer, çenteyê piştê yî repisandî te bigota gelo leşkera kîjan dozê ye, xwedîyê çi armancan e!

Tê wê çaxê carna saet dida pêşîya xwe û lehze dijmirîn! Bîne bîra xwe! Te wê çaxê hemû lehzeyên di destşokê, serşokê de, bi xwurek xwarinê ve derbas bûne yanê em bêjin "dêrs bûne" dijmart! Nav wê îşkencexaneya hemû xwedêyên biçûk û  yên terrikî de, te digot jiyan karekî cidî ye, zeman kêm e!

Li ber derîyê dikaneka biçûka pencereyên wê zer vedikevin sekinî. Çend mirovên rûnerm rûniştine, kuçikên wan li per pîyan xwe dirêj kirine, qehvê an jî şerabê vedixwin. Du jinên por kin li aliyê rastê bi faykeyên xwe yê nerm, bi îskanên ji dest yên germ ve wekî du xwedayên rihetîyê xuya dibin. Ji nişke ve bi aliyê çepê ve qulibîyî, niza'm li ku da...

Te lehzeyên jiyanê mîna dikandarekî Ecemê Pernegutê dijmart, yek bi yek, bi sebr, bi baldar lê paşê çawa ku ew 'Ecem biçe bi wî pereyî dikana xwe hinekî din firehtir bike tu jî wisa li qul kûçan dilikijîyî. Bi dêrskirina çend saetên vik û vala, bi lingên westîyayî û dilekî poşman vedîgeriyayî holika xwe.

Piştî çend saetên vik û vala, gava telefonê lê xist dilê wê perbaq da; di navbera çend lehzeyan de du hestên herî xurt; gelek karê min heye û min hê jî çu tişt nekir, niha evî bêzeman kê ye! Oxx xwedê re şikûr ku yekî ji min re telefon vekir, ez hesreta dengekî me yaw!


Wan çaxan, fikr û gotinên mirovan heya yekser "yên din", "mirov" gelekî ecêw û girîng bûn ji bona te. Te bi baldarîyeka pir cidî, bi radeya cidîtiya xwe ve komîk, ew guhdarî dikirin. Ne hewceye bibêjim lê; gorî wî serîyê te yî seme, heya di navbera "fikr", "gotin", "jîn"ê de hîç cûdayî nîn bû.

-Çanî?
-Baş, gelek baş! Lê tu?
-Çend karên min hebûn, niha qediyan. Panzdeh deqan şûnda li aliyê te me.
-Ez ê li wir bim. Bi xatirê te!

https://youtu.be/O6Hm9i_1Pp8

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen