Sonntag, 31. Dezember 2017

Xwîşka Shakespear û Fatika Kurdan!



Du salan berê, dema min li Kurdistanê qaşo mamostetiya Îngîlîzî dikir, min rojekî ji zarokan xwestibû ku nexşeya navçeya xwe xêz bikin ku ez bi îngîlîzî tarîfdayîna rê ji wan fêr bikim. Zarok wê rojê çûn li mala xwe roja din sibê zû, dema min pirsî ka we çi kir, bi tenê lawikan spartêkên xwe ji min nîşan dan. Ez şaş êcêw mam ji vê yekê çikû keçikan her tim spartêkên xwe çê dikirin heya gorî lawikan bêtir ji dibistanê hez dikirin, bêtir dixwestin ku bixwînin û xwe ji vê jiyanê "rizgar" bikin. Lê gelo çima yan spartêka xwe çê nekiribûn yan jî şaş çê kiribûn. Jixwe em li navçeyeka pir biçûk bûn û xêncî çend dikanên solên qere lastîk, goreyên dirêjî pûrt pûrtî difroşin, postexaneyek, du banke, nexweşxaneyekî tiştek nîn bû. Jixwe ji nivê bajar zêdetir bi destê leşgerîya dewleta dagirker de bû. Yanê nexşeyeka wisa zor û zehmet nîn bû. Lê dema min pirsî, keçikan serê xwe kir ber xwe gotin mamoste walle em zêde naçin li bajar!

Ev keçikan 12-14 salî bûn û ji derveyî taxa xwe derneketibûn. Lê belê lawikan nexşe bi awayekî rast xêz kiribûn çikû ew tim li sûkên bajar bûn, hinekan selpak, av, gore difrotin hinekan jî ber destê dikandaran dixebitîn. Heya gava min navê sûkan, çend rêyên xerab bûyî, taxa ji destê "hevalan" de pirsî zarokên mêrîn dest bi serpehetiyên xwe kirin, salixên xwe dan. Lê belê, çu têkiliya keçikan bi sûkan, rê û dikanên bajêr ve nîn bû. Ew herî zêde carna tevî malbata xwe diçûn mêvanîya hin eqrebe û cînaran ,bêyî vê jî li mal ber televîzyonê bûn. Helbet lewma jî zarokên mêrîn bi zimanê zikmakî û gelek caran jixwebawer xeberdidan lê belê keçikan tim bi zimanê tirkan û bi awayekî şermoke xeberdidan. Çimkî keçikan jiyana derveyî bi rêya televîzyonên Tirkan, lawikan bi zimanê kurdan û li nav sûkan de fêr dibûn.

Gelo ez çima niha van salixan didim?

Teorîya Vîrgîna Woolfê ya navdar bibînin ji bîra xwe; xwîşka Shakespear! Woolf di pirtûka xwe ya bi navê "A Room Of One's Own" ê de mînakeka wiha dide; heke xwîşkeka Shakespear a wekî wî jîr hebûya û bala wê jî ew qasî zêde li ser şanoyê bûya, wê jî wekî Shakespear bide ser rê biçûya ku dinyayê nas bike û bibe şanogereka jîr û zana gelo çi ye bihata ji serê wê? Malabatê ye destûr bida wê ku ji malê bihêle û biçe, civakê ye ji vê daxwaza wê re rêz bigirta yan na, lê gelo xwîşka Shakespear yê xwe wekî şanogereka jin çawa bida qebulkirin? Heman pirtûkê de Woolf salixên Jane Austen a hemû jiyana xwe di malê de dêrskirî jî dike, dibêje; mixabin piştî mirina wê navê Austenê teze teze ji nav civakê de hat zanîn lê gelo pêşîya mirina xwe xwedîyê wê azadiyê bûya ku gorî dilê xwe bigeriya, dinya nas bikira, bibûya xwedîyê serpehatiyên xwe û bikaribûya berhemên xwe wiha biafirandina gelo yê çawa bibûya?

Lê tu carî ji bîra nekin ku, ev pirtûka Woolfê di sala 1929'an de der çuye, û Woolf wekî qîza nivîskar û lêkolînerekî navdar li Londonê hatibû dinyayê. Wê hemû perwerdeya xwe ji destê mamosteyên taybet li malê girtibû, dema û ev hevokan dinvisîn ew xwendekareka Cambridgê bû. Helbet wê çaxê  mafê jinan yê bi tena serê xwe têkevin pirtûkxaneya zanîngehê nîn bû, kesî guh nedida nivisên jinan. Vîrgînîa Woolfê dipirsî; gelo jin jî wekî mêran ji nav civakê de, serbest perwerdeyê bigrin, civak jinan jî wekî mirov qebûl bike û wan ne bi tenê wekî laş, wekî xwedîyên vîn û îradeyê bibîne, dînamîka afirînerîya jinan yê çawa bibandor bike?

Dixwazim dîsa vegerim li wê navçeya Kurdistanê ya di bin dagir û mêtinkarîya Tirkiyê de. Carekî dayîkeka xwendekareka keç hatibû dibistanê. Hîç ji bîra min naçe, ji bona pesna qisyetê qîza xwe bide got; Fatmeya min xêncî rêya mektewê û malê rêyekî nizane, jixwe bavê wê pir kumreş e, nahêle ew ji malê derkeve...

Helbet gelek mijarên wekî; jintî û mêrtî çi nin?, gelo di navbera nivîsên jin û mêran de çi ferq henin an jî ferq henin an na? Gelo perwerdeya kolonyalîstan û ew tor dezgeha em jê re derbas dibin dihêle em bi rastî jî biafirînin? Û hwd aliyê hanê bimîne, ez dixwazim bipirsim; ka gelo li Kurdistanê jin dikarin hebin, bijîn, heya ku binvîsin jî?

Wê rojê dîsa, Kurdekî pirsî bû; gelo çima blogerin jin yên bi Kurdî/kurmancî dinvîsin nîn in? Min kir ku ez bersîvekî bidim wî lê dîsa biryareka min hate ji bîra min; çu carî pirsgirêka Kurdan ji tirk, ereb û farisan re, pirsgirêka jinan jî bi mêran/parazvanên çanda mêran ve nîqaş neke! Lê belê, heke gotineka te hebe -eja çawa nîn be- yek bi yek û rasterast rave bike ku bê femkirin. Ji bona ku gotin kêrî bên divê pêşîyê armanca têgihîştinê hebe û heya ku derd, kul kesera mirovan nîn be ew çu carî naxwazin têbigihêjin. Dibe ku ev hevokan rojekî bigîhijin yeka/î hewceya wê/wî  têgihîştinê heye...

Ji Welatê dûr û sar, çend lehze ji berya sala 2018'an.






Samstag, 30. Dezember 2017

Sedemeka Sergêjiya Min û Nişeyek


Min kir ez binvîsim; rojên vik û vala... Paşê çavên min ji pirtûkên sê rojin li ber serîyê min disekinin ket, min ji xwe şerm kir; Virginia Wolf, A Room Of One's Own-Three Guineas, Rosa Luxemburg, Herşeye Rağmen Tutkuyla Yaşamak, Rohat Alakom, Li Kurdistanê Hezeke Nû Jinên Kurd...

Heya min çend rojan berê jî qaşo dîsa rojnisîskên Sylvia Plathê û berya wê ji romana Şener Özmen a Rojnivîska Spînoza dixwend. Yanê ez van rojan mîna gureka çav birçî devê xwe davêjim her tiştî lê mirar dikim berdidim. Lê bi rastî gava vedigerim û ji dêrûnîya dilê xwe dinêrim dibînim ku hîç poşman jî nîn im ha. Çimkî êdî bi ji xwe bawerim ku pirsgirêkeka min, ya hemû hevalên Kurd yên li der dora min heman yek e; bê armanc û bê çarçove xwendina tiştên bêkêr... Helbet her tiştê de dibe ku feydeyek hebe (na helbestên azad pênaberan, occo mahabad, berivan zilzalan de hîç feyde nîn e) lê heke armanca te, çarçoeyeka te, rêbazeka te nîn be, xwendin bi tenê sergêjî ye.

Lewma jî, (ez xwe jî nav de) derdorê me tijî merivên devê wan wekî tendûra Meta Xezal gurr lê gotinên wan ev qasî boşî beleş in. Himkî serê xwe bi gilî gotinên nivîskaran tijî kiriye çu dem nemaye ku piçekî jî xwe bifikire, ji xwe bipirse ka gelo fikra wî/ê çi ye.

Nîşê; Îro li hemberî rejima Ayetollah li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanan dest pê kir. Hemû mirovên li vî welatê sar û tarî de ketine gale gale sersalê lê min bi kelecan nûçe yên Welêt guhdarî kirin. Derheqa Rojhilatê Kurdistanê, jiyana mirovên li wir nizanim lê helbet dizanim ku Kurd li wir jî feqîr û belengaz in. Û jin jî him wekî bindestên mêran, çanda pederşah, îslamê him jî wekî bindestên dewletê xwe de nin. Hêvî dikim ku ev serhildanan kêrî jinan bê. Sed heyf ku tevgereka Kurdan ya neteweyî ya hevgirtî nîn e ku fêlîta van serhildanan ji bona têkoşîna rizgariya Kurdan birêxistin bike. Lewma jî carna, bi tirse tirs dibêm ku; xwedê bike zêde kes nemirin.Helbet naxwazim ku Kurdan ji bona demokratîkkirina Tirkiye, federasyona Suriyê, guhertina rejima Îranê bidin kuştun.

Sonntag, 24. Dezember 2017

Derheqa Zimên de


Her ku zeman derbas dibe baş fem dikim ku ji zimên ya divê bê femkirin, grammar/rêziman yanê matematîka zimên e. A din tev de dîrok, çarenûs, serdem e... Yanê heke ez bin bandora zimanên din, hişmendî, "the way of thinking"a wan de nemînim kîjan peyv dibe bila be ferq nake. Heya heke tu gotina xwe bikaribi çi qasî zêde awayan, wateyan ve bibêjî dê ew gotin ew qasî têr û tijî be, kêr be.

Nêxer heya niha çu derfeteka ez xwe baş fêrî rêzimanê Kurmancî bikin neket ji destê min. Û helbet haya min ji xwe nîn e ka gelo çi qasî kurmancî difikirim, û gorî hişmendîya kurmancî hevokên xwe saz dikim. Lê bi aliyê rêziman de bi rastî jî dizanim ku gelek çewtiyên min henin. Hêvî dikim ku van rojên sar ên zivistanê kêrî min bên û gelek karên rast û durîst bikim. Nêxwe niha ji kurdistanê gelekî dûr im, nikarim pirtûkên kêrî min bên peyda bikim. Lê heke li wir, Stenbolê an jî kurdistanê bibûyam jî baş dizanim ku min dîsa nikaribû ew qasî hêsanî ev kara bikira. Çimkî çu pirtûka, kêrî min bê nizan im, bi tenê çend rojan berê kesekî min ra qala vê pirtûkê kir http://www.pirtukakurdi.com/Tir-u-Armanc-Remezan-Alan jixwe dizanim ku weşanxaneya Peywend her tim pirtûkên kêrhatî çap dike û Remezan Alan jî zimên fem dike, lewma jî min xwest ku hevalek ji min re bişîne. Heke miyaser bibe çend rojan şûnda dibe ku ji çentê koçberekî kurd derkeve bê li nav destên min.

Di derheqa zimên de îro wî helbestkar (?), ji dilêm tê ez ji bona pênasîna wî peyveka wekî thinker bi kar bînim lê nizanim çi bibêjim. Gelo ramanger? Na, nizan im, wî peyamek ji min re şandibû dixwazim wê peyamê jî binvîsim da ku bikaribim fikra xwe jî rave bikim.

Wiha gotiye; Em miletekî ji xwe bê bawer in! "Çêrîn" (Kurdî: çêrîna pez, ga...) û "zehren"/ "verzehren" (Almanî, mezaxtin, xwarin) hevrehî ne. "Çayira" Tirkî jî ji çêre ya Kurdî tê.  Belê, em hê pak bi xwe nehesîyane. Hişê me dagir bûye, yanê ew Kurdên dora me xwe dagirbûna, îmkan nîn e em tiştên hevbeş bêjin. Li herema Botan gotin filan bêvan Kurdî ye, nebî qismekî wan Erebîye! Zen kirin tiştên tirkî êdî tirkî ye! Yên ne Tirkî tiştekî êdî Kurdî ye. Mesele tenê zimanê peyv filan nîn e, mesele kûr û dûr e.

Wekî gotina vî thinkerê Kurd, hevalê min î jîr û zana ev mesele gelek kûr û dûr e, lê hîç nebe bi alikariya vê blogê dibe ku ez bikaribim çend tiştan fêr bibim. Binvîsin, bi kurmanciyeka zelal lê belê pir pejal ve...

Samstag, 23. Dezember 2017

Çima?

Çend salan berê gava min blogek vekir û çend wergerên xwe yên eletewşî parve kirin, min dilê xwe de wisa dizaibu ku rojekî hîç nebe keseke wan wergeran bixwîne û dibe ku çend rexneyan bike. Wê çaxê cara yekem bû ku min karekî wiha dikir. Cara yekem bû min werger dikir ja xwe jî bi zimanê Kurmancî dikir. Lê paşê, nava çend salan de min îcar baş fem kir ku Kurdî/Kurmancî êdî wekî xalîçeyeka destçêkirî ya rengoreng tê dîtin. Gelek kes pesna wê didin, gelek kes li ser navê wê xeber dide lê belê pir kêm kes bi rastî jî wê bi kar tîne.

Îcar jî min qîmetekî mezin da ew kesên vê xalîçeya rengoreng bi kar tînin, ne wekî tişteka bedewa bêkêr, wekî hacêteka hîç ne bedew be jî qîmetê xwe ji kêrhatina xwe digire...

Lê paşê îcar jî min dît ku zêdepariya van kurmancî wekî warekî çavpêneketî dibînin. Vê dewrana êdî derheqa her tiştî de gotin kutabûne, bi milyonan pirtûk hatine nivisîn, her kesî cihê xwe baş zeftkirîye de ew jî dixwazin xwe bi vî zimanî biceribînin. Jixwe heke tu çend gotinên rojane, hin hestên arabesk û êş û kedera Kurdan tevlihevdu bikî îja wekî roman, helbest, çîrok hema çi formê ve be weşanxaneyên Kurdan çap dikin. Belê, min jî berê her dizanibû ku wekî di romanên Götheyî de ciwanekî xeyalperestî jar desteyekî ji nivisên xwe dike bin çepla xwe ber derîyê rêvebirên çapxaneyan diçin tên. Lê nexêr, êdî heke pereyê te hebe tu dikarî her tiştî bidî çapkirin.

Ja min qijikê jî qaşo ji bona ku Kurmancîya xwe çêtir bikim, bi dehan ji van pirtûkên heşa hizûra we sosret û rezîl xwendin. Ne min tişte ji zimanê wan fem kir, ne jî kêrî tiştekî hatin. Min loma rike xwe wiha kirîye wan, yan na bila bên çapkirin, jixwe kixazê bi her awayî dêrs dikin bila hinekî jî wiha dêrs bikin.

Helbet ji her karê pûç encamên xweş jî derdikevin. Hîç nebe niha bêtir haya min ji bayê felekê heye. Ez dixwazim hema ji dilê min çi bê ez li ser vê rûpelê parve bikim. Bi her awayî, zimanî, fikrî û siyasî, dibe ku kêmasî an jî xeletiyên min çê bin. Lê li ser rûyê dinyayê ka hîç tiştekî bê kêmasî û xeletî heye? Min hêza xwe ji vê yekê girt. Xwezila rojekî hin kes jî van hevokan bixwînin û kêmasîyên min nîşan bidin ku fêr bibim. Xeletîyên min jî rexne bikin ku em nîqaş bikin.