Sonntag, 31. Dezember 2017
Xwîşka Shakespear û Fatika Kurdan!
Du salan berê, dema min li Kurdistanê qaşo mamostetiya Îngîlîzî dikir, min rojekî ji zarokan xwestibû ku nexşeya navçeya xwe xêz bikin ku ez bi îngîlîzî tarîfdayîna rê ji wan fêr bikim. Zarok wê rojê çûn li mala xwe roja din sibê zû, dema min pirsî ka we çi kir, bi tenê lawikan spartêkên xwe ji min nîşan dan. Ez şaş êcêw mam ji vê yekê çikû keçikan her tim spartêkên xwe çê dikirin heya gorî lawikan bêtir ji dibistanê hez dikirin, bêtir dixwestin ku bixwînin û xwe ji vê jiyanê "rizgar" bikin. Lê gelo çima yan spartêka xwe çê nekiribûn yan jî şaş çê kiribûn. Jixwe em li navçeyeka pir biçûk bûn û xêncî çend dikanên solên qere lastîk, goreyên dirêjî pûrt pûrtî difroşin, postexaneyek, du banke, nexweşxaneyekî tiştek nîn bû. Jixwe ji nivê bajar zêdetir bi destê leşgerîya dewleta dagirker de bû. Yanê nexşeyeka wisa zor û zehmet nîn bû. Lê dema min pirsî, keçikan serê xwe kir ber xwe gotin mamoste walle em zêde naçin li bajar!
Ev keçikan 12-14 salî bûn û ji derveyî taxa xwe derneketibûn. Lê belê lawikan nexşe bi awayekî rast xêz kiribûn çikû ew tim li sûkên bajar bûn, hinekan selpak, av, gore difrotin hinekan jî ber destê dikandaran dixebitîn. Heya gava min navê sûkan, çend rêyên xerab bûyî, taxa ji destê "hevalan" de pirsî zarokên mêrîn dest bi serpehetiyên xwe kirin, salixên xwe dan. Lê belê, çu têkiliya keçikan bi sûkan, rê û dikanên bajêr ve nîn bû. Ew herî zêde carna tevî malbata xwe diçûn mêvanîya hin eqrebe û cînaran ,bêyî vê jî li mal ber televîzyonê bûn. Helbet lewma jî zarokên mêrîn bi zimanê zikmakî û gelek caran jixwebawer xeberdidan lê belê keçikan tim bi zimanê tirkan û bi awayekî şermoke xeberdidan. Çimkî keçikan jiyana derveyî bi rêya televîzyonên Tirkan, lawikan bi zimanê kurdan û li nav sûkan de fêr dibûn.
Gelo ez çima niha van salixan didim?
Teorîya Vîrgîna Woolfê ya navdar bibînin ji bîra xwe; xwîşka Shakespear! Woolf di pirtûka xwe ya bi navê "A Room Of One's Own" ê de mînakeka wiha dide; heke xwîşkeka Shakespear a wekî wî jîr hebûya û bala wê jî ew qasî zêde li ser şanoyê bûya, wê jî wekî Shakespear bide ser rê biçûya ku dinyayê nas bike û bibe şanogereka jîr û zana gelo çi ye bihata ji serê wê? Malabatê ye destûr bida wê ku ji malê bihêle û biçe, civakê ye ji vê daxwaza wê re rêz bigirta yan na, lê gelo xwîşka Shakespear yê xwe wekî şanogereka jin çawa bida qebulkirin? Heman pirtûkê de Woolf salixên Jane Austen a hemû jiyana xwe di malê de dêrskirî jî dike, dibêje; mixabin piştî mirina wê navê Austenê teze teze ji nav civakê de hat zanîn lê gelo pêşîya mirina xwe xwedîyê wê azadiyê bûya ku gorî dilê xwe bigeriya, dinya nas bikira, bibûya xwedîyê serpehatiyên xwe û bikaribûya berhemên xwe wiha biafirandina gelo yê çawa bibûya?
Lê tu carî ji bîra nekin ku, ev pirtûka Woolfê di sala 1929'an de der çuye, û Woolf wekî qîza nivîskar û lêkolînerekî navdar li Londonê hatibû dinyayê. Wê hemû perwerdeya xwe ji destê mamosteyên taybet li malê girtibû, dema û ev hevokan dinvisîn ew xwendekareka Cambridgê bû. Helbet wê çaxê mafê jinan yê bi tena serê xwe têkevin pirtûkxaneya zanîngehê nîn bû, kesî guh nedida nivisên jinan. Vîrgînîa Woolfê dipirsî; gelo jin jî wekî mêran ji nav civakê de, serbest perwerdeyê bigrin, civak jinan jî wekî mirov qebûl bike û wan ne bi tenê wekî laş, wekî xwedîyên vîn û îradeyê bibîne, dînamîka afirînerîya jinan yê çawa bibandor bike?
Dixwazim dîsa vegerim li wê navçeya Kurdistanê ya di bin dagir û mêtinkarîya Tirkiyê de. Carekî dayîkeka xwendekareka keç hatibû dibistanê. Hîç ji bîra min naçe, ji bona pesna qisyetê qîza xwe bide got; Fatmeya min xêncî rêya mektewê û malê rêyekî nizane, jixwe bavê wê pir kumreş e, nahêle ew ji malê derkeve...
Helbet gelek mijarên wekî; jintî û mêrtî çi nin?, gelo di navbera nivîsên jin û mêran de çi ferq henin an jî ferq henin an na? Gelo perwerdeya kolonyalîstan û ew tor dezgeha em jê re derbas dibin dihêle em bi rastî jî biafirînin? Û hwd aliyê hanê bimîne, ez dixwazim bipirsim; ka gelo li Kurdistanê jin dikarin hebin, bijîn, heya ku binvîsin jî?
Wê rojê dîsa, Kurdekî pirsî bû; gelo çima blogerin jin yên bi Kurdî/kurmancî dinvîsin nîn in? Min kir ku ez bersîvekî bidim wî lê dîsa biryareka min hate ji bîra min; çu carî pirsgirêka Kurdan ji tirk, ereb û farisan re, pirsgirêka jinan jî bi mêran/parazvanên çanda mêran ve nîqaş neke! Lê belê, heke gotineka te hebe -eja çawa nîn be- yek bi yek û rasterast rave bike ku bê femkirin. Ji bona ku gotin kêrî bên divê pêşîyê armanca têgihîştinê hebe û heya ku derd, kul kesera mirovan nîn be ew çu carî naxwazin têbigihêjin. Dibe ku ev hevokan rojekî bigîhijin yeka/î hewceya wê/wî têgihîştinê heye...
Ji Welatê dûr û sar, çend lehze ji berya sala 2018'an.
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen