Min mehekî berê
pirtûka lêkolîner, nivîskar Rohat Alakom a bi navê “Li Kurdistanê Hêzeke
Nûh/JİNÊN KURD” li pirtûkxaneyeka Berlînê (https://www.zlb.de/ ) dît. Bi rastî heya niha çend pirtûkên
Rohat Alakom ketibûn li ber destê min lê mixabin min xwendina wan tim ji bona
rojên dirêj, hêsatir û fireh hîştîbû. Lê niha, li vir im û dizanim meriv bireve
bintara dinyayê jî (belê hejmara saetên rojan diguhere) lê mixabin zeman tim
yek e, kin e. Jixwe ne hewceye êdî qala “hêsatir û firehtirê” bikim. Nîn e!
Ez û pirtûka
Rohat Alakomê min ji dûr ve bihîstiye, bi dehan hevalan pesna karên wî dane bi rastî min xwendina pirtûkên wî jî wekî karekî cidî dîtiye niha li
hemberî hev in. Belê min xwend! Ger rast û dirûstî bibêjim ku heya min xwend
dibe kum in bi hezar caran pirtûk ji deste xwe avêt, bi hêrs got biland, carna
kenîyam û min got normal e jixwe civat ev e… Dawîya dawîyê min ev pirtûka 135
rûpelî navbera du heftan de bi awayekî rexneyî xwend û gelek jî not jê girtin.
Du sedemên bingehîn ew motivasyona dan min ku ez vê pirtûkê bixwînim, not jê
bigrîm û vê nivîsa rexneyî binvîsim. Sedema yekem ew e ku; eşkere ye ku aliyê
“book rewiev” rexneyê pirtûkan de zêde xebatê Kurdî û xebatên li ser pirtûkên
Kurdî hatine kirin nîn in. Sedema duyem jî ew e ku; min jiyana jinên kurd,
malbat, rêxistin û sûkên Kurdistanê bi jiyana xwe ve dîtiye. Û nexêr min gilî
gotin, helwesta mirovan a di derheqa vê mijarê de jî bi taybet li ser torên
civakî (social media) dîtiye. Yanê bi awayekî baş dizanim ku her çi qasî
drûşma herî berbelav “jin jiyan azadî” be jî û her çi qasî jinên Kurd ji bona
avakirin û parastina welatê xwe li serê çiya, nav bajaran de bin jî nexêr
çandeka mêrane ya giran mîna qîra reş li ser sere Kurdistanê tim digere. Bi
rexneya vê pirtûkê ve dixwazim hin şopên çanda mêrane bi rêya pirtûkeka bi
îddaya xizmetkirina dîroka jinan ve hatiye nivisîn ve eşkere bikim.
Vê nivîsa yekem de ez ê di derheqa pirtûkê de bi kurtasî çend agahîyan bidim û derheqa zimanê pirtûkê de fikra xwe bibêjim.
Pirtûk bi heşt
beşan pêk tê û wekî li ser berga pêşîn de hatiye nivisîn pirtûkeka lêkolînê ye.
Jixwe lewma jî navê Rohat Alakom ne bi wekî nivîskar, wekî amadekar hatiye
nivîsin. Jixwe gava meriv pê de pê de dixwîne baş xuya dibe ku ev pirtûka ji
hin nivîs û lêkolînên lêkolînerên bi taybet Europî pêk hatiye, xêncî hin “xweşkirinên”
birêz Alakom tişteke nû nîn e. Dawîya pirtûkê de bi rastî jî albûmeka jinên Kurd ya baş heye û meriv dikare gelek wêneyên salên berî bi aliyê gerokên Europî ve hatine kişandin bibîne.
Aliyê zimên ve xwendina vê pirtûkê bi rastî jî
zehmet e. Ne ji ber ku hevokên zehmet, dirêj an jî termên femkirina wan zehmet,
ji bona ku her çi qasî pirtûk bi zimanê Kurdî/kurmancî hatibe nivîsin jî bi
rastî peyv bi kurdî lê hevoksazî yekser bi Tirkî ye. Helbet çapa vê pirtûkê
1995’e û jixwe li wan çaxan nivîsandina Kurdî gorî niha bê standartir bû, lewma
jî divê meriv vê rewşê fem bike. Lê belê dîsa jî, bi sedan hevokên wekî;
“Çawa tê zanîn
zimanê Kurdî beşeke vê koma zimanan pêk tîne”(rpl:9)
Li vir de “çawa
tê zanîn” rasterast bi tirkî “bilindiği üzere” yê tercume ye. Hîç nebe ji dewsa
“çawa” yê “wekî” bihata bi kar anîn (gorî zanîna min) dê çêtir bûya.
“Kamûran Bedîrxan
di lekolîneke xwe ya li ser rewşa jinên
Kurd de çawa dîyar dike, bi taybetî jinên ku mêrên wan ji aliyê Osmanîyan de
hatiye kuştin….” (rpl:39)
“Her malbateke
Kurd êdî çawa em dibînin polîtize bûye” (rpl:63)
Bi rastî demekî
şûnda êdî wisa hêrsa min hat min bi penvîsa destê xwe li ser van “çawa”yên ecêw
xêz kir derbas bûm. Jixwe xêncî vê kêmasî/şaşiya ber bi çav gelemperîya hevokan
rasterast gorî hevoksazîya Tirkî hatiye nivisîn. Ez gava dixwînim, yekser ferq
dikim ku ev bi Tirkî ye lê mixabin gelek caran zanîna min a zimanî têr nake ku
alternatîfên Kurdî nîşan bidim.
Ez ê di derheqa
vê pirtûkê de çend nivîsên din jî binvîsim û bibim daynim li pirtûkxaneyê. Heke
rojekî rêya Kurdîzanekî li wir keve, dikare hemû notên min ji nav pirtûkê de bibîne
û bixwîne.
Dest xweş. Heta niha min çar pênc kitêbên Rohat Alakom xwendine û di her xwendinê de jî kêfa min ji kar û lêkolîna wî re hatiye. Bi taybetî Eski Istanbul Kürtleri min bi zewqeke mezin xwendibû. Aliyekî Rohat yê kêfa min jê re hatî ew e ku li bêtir li ser dîroka şexsan hûr dibe. Min ev kitêb nexwendiye lê ez bawer im wan çaxan tesîra tirkî bêtir li ser hebûye lê di çapên nû de tesîra tirkî zêde ne xuya ye. Lê ji ziman bêtir daxwaza min ji te ew e ku tu karibî aliyê naverokî û lêkolînî yê berhemê binirxînî. Bi derengî jî be bloga te li ser xêrê be û hêvî dikim her berdewam bî di nivîsandinê de. Gelek silav.
AntwortenLöschenSilav birêz Inan Eroglu; nexêr min beyî vê pirtûkê tu xebatên Rohat Alakom nexwendine lewma jî ez nikarim di derheqa serpehatiya wî ya zimanî de tiştekî bibêjim. Lê belê, gava meriv bala xwe dide weşanên berê (bi taybet kovarên polîtik yên bi Kurdî/kurmancî) baş xuyaye ku hevoksazîya Kurdî/kurmancî wê demê bêtir di bin bandora Tirkî de bûye. Belê jixwe plana min jî ew e ku ez bi derheqa naveroka pirtûkê de herî kêm 2 nivîsên din jî binvîsim. Gelek spas dikim ji bona şîroveya te.
AntwortenLöschenSilav û rêz.