Navê pirtûka ku
ez ê îro bidim nasîn “Gerîneka Guernîcayê” ye. Ev pirtûk bi aliyê Yildiz Çakarê
vê hatiye nivisîn û bi aliyê weşanxaneya Lîsê ve Gulana 2016’an de hatiye
çapkirin. Li gorî li ser rûpela pêşîn dinivîsê edîtoriya pirtûkê bi aliyê H.
Kovan Baqî ve hatiye kirin. Pirtûk bi du beşan, 210 rûpelan pêk tê.
Bi rastî ev
pirtûka dibe ku deh caran li cihên cuda cuda ber çavên min ket lê ji dilê min
nehatibû ku ez romaneke “din” a kurdî bixwînim. Ji ber ku li gor raya min heke
meriv mazoşîst be divê an sînemaya Îranê temaşe bike an jî veke romaneke
kurdî/kurmancî bixwîne. Her du jî tijî êş,keder, ajitasyon, mirin, kuştin,
veqetin, neheqî, girî û azar e. Her du jî dike ku meriv zendikên xwe bide li
ber kêre… Lê belê min kir, min pirtûka Yildiz Çakarê hilda û xwend.
Gerîneke
Guernîcayê pirtûkeke herikbar e û zû tê xwendin lê mixabin ev yek ne bi
sedemeke erênî wiha ye. Pirtûk rasterast bi peyvên Kurdî/kurmancî lê
hevoksaziya Tirkî hatiye nivisîn loma jî bi aliyê kesên wekî min, ên li Bakûrê
Kurdistanê bi zimanê Tirkî mezin bûnê ve zûtirkê tê fêmkirin û xwendin. Mixabin
Kurmancîya zêdepariya me di bin bandora Tirkî de ye lewma jî zimanê vê pirtûkê
bona me ne biyanî ye. Lê helbet ev jî rewşeke pir xerab e, divê bê
çareserîkirin. Min paşê çavê xwe ji torên civakî gerand û dît ku li çend
cihên din jî heman rexne hatine kirin. Ne bes Yildiz Çakar, zêdepariya mirovên
Kurdî/kurmancî dinvîsin heman rewşê de nin. Lewma jî ev pirsgirêkeke gelekî
cidî ye.
Protagonîsta
pirtûkê keçeke bi navê Lîsa ye û em hemû çîrokê bi devê Lîsayê guhdarî dikin.
Lê derûnîya Lîsayê tevlihev e, gotinên wê jî her tim ji nav rastî, xewn û
xeyalan de diçe tê. Loma jî meriv gelek caran pêşiyê fêm nake bê ka çi bûye lê
paşê hêdî hêdî hinekî bêtirîn çîrok eşkere dibe. Her çi qasî pirtûk wekî du
beşan hatibe cudakirin jî çîrok bi sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn de keçeke biçûk
bi heman gilî gotinên dubare sêbare sedbare ve qala çîrokên diya xwe, mala xwe,
“jiyana berê a tekûz” dike. (Belê van dubareyan ez canzerî kirim, min çend caran kir ku hema pirtûkê nivî de bihelim.) Beşa duyemîn de keçik çavên xwe li nexweşxaneyekî ve
dike û dibîne ku laşê wê tijî birînin. Hin kes alîkariya keçikê û xwişk,
birayên wê dikin û bi awayekî nasnameyên nû, navê nû ji xwe re peyda bikin. Edî navê protogonîsta me Lîsa ye,
lê em ji nav wan gilî gotinên bê seroûber de fêm dikin ku kesayeta keçîkê bûye
du parçe. Bi aliyekî Lîsa heye, aliyê din jî navê din/kesayeta din a wekî sîyekî
daye li pey wê. Lîsa diçe li Stenbolê ku xwe ji destê dewleta dagirker xelas
bike û heke rêyekî bibîne xwe bavêje li Avrupayê. Lê meyaser nabe, Lîsa li
Stenbolê dimîne û dest bi jiyaneke nû dike. Roja yekemîn ku Lîsa tê li Stenbolê
Abraham alîkariya wê dike ku ji xwe re jiyaneke ava bike lê helbet em fêm
nakin; ev Abrahama kî ye, madem Kurd e çima navê wî Abraham e. Paşê em dibînin
ku Abraham hûnermend e, xwedîyê atolyeyeke mezin e fêlan û bêvan. Lê bi rastî
ev karektera te bibêjî ji fîlmeke Woody Ellen derketiye hatiye ku xwînêr bide
qanîkirin ku “evîndarî êş û keser e”, “hêvî peyveke sexte/qelp e”, “hemû
gerdûnê bes ji bona Lîsa şa nebe hevkariyê dike” û hew. Xwezila êdî cimaeta
Kurdan xwe ji van gotinên klîşe û arabesk rizgar bike û çu girîngiyê nede van
aforîzmayên eletewşî. Nexwe, beşa dawîn de Lîsa wekî tabloya Pablo Piccasoyî Guernicayê li nav sûkên Amedê de digere. Êdî
hemû qiyamet pêk hatine, her tiştê xerab bûye, çu tiştekî Lîsa winda bike, ber
bikeve, dilê xwe lê biêşîne nemaye. Lîsa wekî Guernîcayê bi parçe-pincik, bi
cendekekî tijî birîn, bi dilekî şkestî li nav sûkên Amedê digere û ji derîyekî
ve dikeve hundir ku Abîdeyê dibîne. Abîde navê Lîsayê yî rastî ye. Yanê Lîsa
dîsa xwe hembêz dike, dibe yek, dibe “kesek”.
Belê min di
derheqa sînemaya Îranê û romana Kurdî de (sînemaya bi zimanê Kurdî jî wiha ye) got
ku naverok her tim bi babetên hardcore tê tijîkirin. Dibe ku bi awayekî mafdar
bê gotin ku; yaw jixwe jiyana Kurdan, rewşa welêt, rewşa civata Kurdan tijî
bûyerên hardcore in, çu tişteke asayî, xweş, aram nîn e lewma jî baş e ku
nivîskar jî derheqa vê rewşa reş û tarî de binivîsin. Belê, rewşa heyî ev e.
Jixwe ez jî nabêjim çima ev kes di derheqa rewşa heyî de dinvîsin lê ez dibêjim
ma gelo çima ev kes bi wekî bûmên bêom xwe dane li ser banê hemasa heman çîrokê
bi heman peyvan dilorînin! Ew kesê/a dibê ku ez pirtûkêkî dinivîsim, ez
atmosferekî/dinyayekî bi gotinên xwe dihonim û çê dikim divê bikaribe êşê, keserê,
vê rewşa reş û tarî bi awayekî hosteyanê, bi gotinên ne-klîşe û bandorkar ve
vebêjin. Divê ew kesê/a vegotina vê êşê bi wekî peywîra xwe dibînin xwedîyê
ziman, şêwaz û hişmendiyeke afirînêr bin. Heke ku serê xwîner bi heman ax û nalînên
klîşe ve bên êşandin, xwendina pirtûkê jî bêyî serêşê kêrî çu tiştî nayê.