Haya her kesî ji mijara
loqiman heye, jixwe Erdoxan bes ji bona vê mijarê derket li berî mîkrofonan.
Wekî ku tê zanîn artêşa dagirker a Tirkan û endamên çeteya paramîlîter ya bi
wekî “artêşa azad ya Suriyê” tê bi navkirin 18yê adarê de navenda Efrînê dagir
kiribûn û ev yek li dinyaya Tirkan de bû wesîleya hin pîrozbahîyan. Bi rastî ev
yek baş rave dike ku dagirkerî, mêtinkarî, faşizm bes bi wekî polîtikaya
dewletê nayê ravekirin, ev yek bi wekî rewşeka derûnî û hişmendiyeke kokdar ji
nav girseya Tirk de her heye. Wekî nimûne, gelek caran tê gotin ku dewlet
faşîst e an jî siyaseta dewletê êdî bêtirîn ber bi faşîzmê ve diçe lê belê
kesek nabêje ku faşîzm bi wekî rihekî, sekneka girseyî ji nav vê civakê de
kokdar e. Bêguman ji civaka Tirkan de taybetmendiyeke faşîst her hebû. Ev rihê
faşizan ji salên 90î pê de lap bi awayekî militanî şêwaz girtibû, te digo qey
derketiye li sûkê ji xwedîyên xwe digeriya. Ew rewşa derûnî ya ku di salên 90î
de sûk dagir kiribû, dagirkerî, mêtinkarî û faşîzm bi wekî teybetmendiyên xwe
didît û bi vê şanaz dibû, veca 15ê Tirmehê de derket li sûkan, serî qut kir,
mirov linç kir û çi derkeve li pêşiya wan tune kir. Ev rihê faşîzan, ev rewşa
derûnî ya kokdar gengaz dike ku komek xwendekarên Tirk dagirkirina Efrînê bi
belavkirina loqiman ve pîroz bikin.
Dagirkirina Efrînê ji
bona Tirkan xaleka werçerxê ye. Lewre Erdoxan li hemberî hewlên “ewan” hîç
tehemûl nake. Jixwe bi vê sedemê hevalên ku li zanîngeha Boxazîçîyê kirin ku
wan ên dagira Efrînê pîroz dikin asteng bikin bi aliyê Erdoxan xwe ve bi wekî
“terorîst” hatin pênasekirin û Erdoxan zûtirkê peywîr da dadgehên xwe ku ev
hevalnan bên girtin.
Belê, Efrîn ji bona
Tirkan xaleke werçerxê ye. Bi qewla Erdoxan ve “vejînê dest pê kiriye!”
Erdoxan bi awayekî eşkere
dibê ku Efrîn ji bona dahatûya Tirkbûnê mijareke hebûn nebûnê ye. Bi van
sedeman banga hevalên ji zanîngeha Boxazîçîyê gelekî girîng e ku van hevalan di
van rojên gelemperîya mirovan ketine di bin bandora tirkseka kûr de bi dirûşma
ku dibê “loqimên (pîrozbahiya) dagirkerî, tevkujîyê nabe!” ve li hemberî vê bêndengiya
rezîl serî hildan. Wateya vê bangewazîyê pir girîng û gewre ye. Gewrebûna vê
bangewaziyê tirs kire ji dilê Erdoxan.
Serdema ku şerê emperyalîst î yekemîn ji nû
ve dest pê kiribû heya ku “sosyalîstên” Almanan di meclîsê de raya xwe ji bona
erêkirina bûtçeya şêr a Almanyayê didan, Karl Lîebknecht bi tenê serê xwe li
hemberî her kesî ew meclîs terk kir. Wateya vê kirina Karl Lîebnecht çi be,
wateya bangawaziya hevalên me jî ew e.
Wekî ku 18 sibatê sala 1943’yan de dema
ku Nazîyan dinya dabûn li ber gef gura xwe, werankarî dikirin, Sophie Schol û
hevalên wê li zanîngeha Munîhê bi bangewaziya xwe bandora tirsê şkestandibûn,
hevalên me jî li zanîngeha Boxazîçîyê heman yek kirin.
Wekî ku Mazlûm Doxan û
rêhevalên wî li zindana Amedê de desthilatdariya tirsê şkestandin û bi
bilindkirina dengê xwe serdemeka nû dan dest pêkirin, bangewaziya hevalên me jî
bi heman sedemê girîng e. Sedema ku vê bangewaziyê bi wekî nimûneyên me dabûn
girîng dike ew e ku van hevalnan di vê serdema ku bêdengî bi wekî rêgezekî
hatiye pêjirandin, li ber desthilatdariya tirsê her kesî xwe kerr û lal kiriye
de van hevalan bi wêrekî gotine ku “ez li vir im, li hemberî zilmê disekinim!” Jixwe
a ku Erdoxan jê ditirse jî ev yek e. Erdoxan û pergala ku bi hebûna Erdoxan ve
dirûv girtiye baş dizane ku heke li zanîngeha Boxazîçîyê, ku bi wekî navenda
mêtinkariyê li Stenbolê ev bangewaziya mezintir bibe, ew tişka ku em jê re
dibên “serhildan” ew e koka Erdoxan jî vê pergalê jî bibîne.
Divê em ji vê bangewaziyê
xwedî derkevin û wê bilintir bikin. Erdoxan çi qasî bike ku bibiryarî vê
bangewaziyê bifetisîne divê em jî bi heman biryardariyê vê bangewaziyê
bilinditir bikin. A ku Tirkbûnê ji agirê wê xwe de bişewitîne ev bangewazî ye
ku li navenda Tirkbûnê de hatiye bilindkirin. Vê bangewaziyê bilindtir bike! Ji
hevalên ku ev wêrekîya kirine xwedî derkeve!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen