Serê sibê şev de dilê
wê mîna perperokeka qêj dipirpitî. Nizanibû ka pêşiyê çi bike, destê xwe bavêje
li ku derê, kîjan kixaz defterên xwe bivicîne hev. Saetan wekî golikên dane
mozan da bûn pey hevdu. Nîvro şunda, saet 2 ye niha, tam zemane çûyîne. Maşîna
sora kefikî ber bî diyarên “wir” ve tê.
-Te dîsa xatirê
xwe ji tu kesî nexwest. Kenekî sar ve, çavên xwe kirin ber xwe, ji devê çenteyê
xwe yî diryayî girt.
Hê ku hin zeman
heye revî çû deve xwe mîna karên teze hatine xweydanê da ber muslixê kanîyê.
Boçika por, pastî, devê mile faykê wê pê de şil bû. Tişte nake. Diçî, rê xweş
e, rê û çûyîn xweş e.
-Te wisa jiber
kiribû çimkî hemû romanên nebaş bi pesndayina rê û çûyinê ve dest pê dikin.
Ji hoperlorê dengekî
bilind, hukimdar du caran pey hevdu navê wê kir. Go divê bê odeya birêveber.
Tirseka giran ket ji dil. Ma ne destûra wê jî heye, erebeya sor jî tê, bê gelo
çima? Bi awayekî cangiran, tirsetirs, hêdîka ket li hindûrê oda birêvebir. Pêşiyê
mîna kêrguşkeke ber kêrê ji dora xwe niherî paşê go: sanırım beni çağırdınız, buyurun
efendim?
-Ja “sanırım” he!
Tu hê jî bi ve gotinê ve dixwazî bi awayekî sembolik ve be jî wî navî hilnedî
ser xwe. Lê belê xanima min a delal, heke bi tenê carekî be jî dema bangî te
kirin û te jî bersîv da êdî ew navê te ye. Wisa lîstikên biçûk yên ji serê xwe
ve bes dikarî xwe bixapinî.
Karmendê ziktirşî
devedevî 45 salî li cihê xwe ra bû. Ji nav tomara kixazan de dosyayeke şîn
derxist da ji destê te. Bi awayekî ken û fen got; ee dawiya van rojên te yên
reş jî hat. Edî mafê te heye ku ji nav çar diwarên vê derê derkevî herî. Ez
çima derewan bikim, bi rastî min hîç bawer nedikir ku tu di ezmûnê de ev qasî
serkeftî bibî. Êdî ji bona te jiyaneke nû û çêtir dest pê dike. Ez te bi dil û
can pîroz dikim. Ji cihê xwe cik ra bûyî, keniyayî û te spasiyên xwe yên herî
nazik û sar bi awayekî profesyonel peşkeş kirin.
“Xewneka reş. Ji
bona perperokeke li hundirê fanûsa cam de hepsbûyî dinya xwe xewneke reş e.”
-Ji nişke ve te
navê xwe dît. Mîna kirasekî spî yî nermokî hat û hemû laşê te yî zerik pêça.
Esther Greenwood! Ez Esther im. Gava min navê xwe danî, Adem û Rebbîyê wî ji
nav baxçeyên bihûştê de, di bin darên Tekvînê de qulofîska runiştin. Rojên berê
wekî xewnereşkan li pey namînin. Destên reşayîyê ji nav nivcîtiya zanînê de,
sînorên laşê mirov de, kêmasîyên fêmdariyê de, nemimkûniya hezkirinê de, bêwateyî
ya hebûnê de dora Estherê digire. Erê carna, carna gava ew hinek êgir bidize ji
ber tendûra xwedê, pirtikên xwedêtiyê difurin ji ber tîrojên çavên wê.
Koro: Bi navekî dizî çend lehzeyan xwedêtî.
Bike melhema hebûna xwe ya gincirî.
Derî pencereyên rastiyê j’ev
dikevin;
Carpe mortem!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen