Em îro li dora
maseya xwe ya sor kom bûne. Ez û Sarê. Sarê neynûkên xwe kesk boyax kirine îro.
Dibêjim; keçe beqa li ser neynûkên te de rî ne, ew tirqe tirq dike dikene. Ez
qurbana kenê te Sarê, te dî divê em van rojan çend karên rast, baş bikin ha! Bi
navê Xwedê ez xwe bi wekî teralên bexdayê hest dikim. Sarê vedike ji deftera
xwe ya qirêj wergereka xwe ya nû dixwîne. Tûj dibim ji nava çavên wê dinêrim; ka were
em îşev çend şîretan bidin xwîşkên xwe da! Hela binêr e ji ber nêrînên tejî
tûjeyên wê serdemê perîşan bûne. Bi ken û fen dibê; ha pêxembertî ji me kêm ma
ne wisa?
Na lê, bes çend
gotinên dilnizm… De bila wisa be, ka dest pê bike;
1-
Ey xwîşka
min a ji hemzayendên xwe re kul ji serdestên xwe re gul; çu carî bo tiştên ne
sûc û gunehê te ye lêborînê nexwaze. Xwe bi wekî berpirsiyarê her tiştî nebîne.
Tu bi aliyê Xwedê ve bo ku her derê paqij bikî, zikê her kesî têr bikî, dilê
her kesî xweş bikî nehatiyî berpirsiyarkirin. Berpirsiyariya her yek mirovê din
çi be a te jî ew e. Xwe bi wekî berpirsiyar û sûcdarê her tiştî nebîne.
2-
Ey
xwîşka min a bindest; gava tu biryareka
xwe tînî ziman tu carî neçar nîn î ku xwe ji hewceyê zêdetir vebêji. Ne mecbûrî
ku biryara xwe bi gotinên wekî “ji ber ku”, “çimkî”, lewma jî” ve palpişt bikî.
Dibe ku biryara te ne biqailane be jî, dibe ku çu sedemeke te ya baş nîn be jî
lê heke te ev biryar da be temam e.
3-
Ey
xwîşka min a ketiye wê xeyalê ku şaîrekî hoste çend helbestan jî bona çav û
birûyên wê binvîse; her mirov bi kar û kirinên xwe serpilind dibe, xwe wiha bi
temam, bi serkeftî hest dike. Tu ne bûkika destê hin kesên din î! Dilê xwe
nevêje dek û dolabên çanda mêrane ya behna genî û fêlbazîyê jê tê. Hûnera çanda
mêrane nêçîrvanîya bejn bala te û mezinkirina “ez” a wan xwe ye. Qudreta gotinê
hilde ji destê xwe!
4-
Ey
xwîşka min a ku bindestî û dilnizmîyê heman yek dizane; li vê meydana ku erd û
ezman bi ayîna mêrane, bi senfonîya “ez!, ez! ,dîsa ez!”ê ve hildiweşe hîç
wateya gotinên te yên şermok nîn in. Bila çu carî hevokên te wiha dest pê nekin
“li gorî zanîna min”, “wekî ez dizanim”, “dibe ku şaş bim lê.” Gotinên nazik ji
bo guhên fêmdar in!
5-
Ey
xwîşka min a çavên xwe kutaye milyaketbûne, bê rave, bê şîrove û rasterast bibêje
“NA” Çu carî hêza “na” ya delal ji bîr nekî! “Na” peyveke wisa giranbiha ye ku
dikare bi yek dengê xwe ve rêyan bigire û rêyên nû, şîn û xweş jî veke… Belê tu
bi wekî keseka divê tim bi rûgeşî, bi kubarî, bi xweşî xeberdî hatî mezinkirin
û bo te hîç hêsa nîn e ku tu rasterast bibêjî ;na! Lê heya ku tu gotina “na” yê
fêr nebî, hîç qîmetê “belê” yên te jî namîne. Tu carî ji bîrneke ku mafê
milyaketan î hilbijartinê nîn e, vîn a wan nîn e, ew bes bi wekî robotên îlahî
hatine afirandin. Tu milyaket nîn î ku her tim her tiştî bipejirinî, qîmetê xwe
bizanibe!
6-
Ey
xwîşka min a hê ku dev lêvên xwe qurmiçandiye rû jê nemaye, Facebook, Instagram,
Twitter û hemû ew torên dinên civakî amûreke çanda desthilatdar e. Çanda mêrane
ya ku jinan bi wekî goşt, laş, bedenên dibîne û li gorî hewceyên xwe dîzaynd
dike bi rêya van torên civakî destê xwe lap bihêztir dike. Tu jî bi wekî
hezaran jinên din porê xwe ve dikî, lêven xwe diqurçimînî, memikên xwe zop
dikî, nava xwe hildikişînî zikê xwe û pozan didî, tu jî bedena xwe bi terazîya çanda
mêraneya tecawuzê ve dipîvî, neke! Tu bi por, lêv, çav, xeyal, hest, fikr û
zanîna xwe ve tu yî. Ne kes dikare bibe tu, ne jî tu dikarî ji xwe derkevî bibî
yek ji wan ên din. Bi neynîka serdestan, bi rûyê xwe nenêre, qîmetê xwe bi
terazîya wan nepîve, bejna xwe neke amûra çanda mêrane a tecawuzê. Hemû bedena xwe, qertîşên li ser pişta destên xwe, çend kîlo bezê li ser zikê xwe jî hez bike. Yanê bi çavên çanda mêrane xwe nepîve û li hemberî hemzayendên xwe nekeve pêşbirka qaşo bedewbûnê.