Li wê roja sar, cardin ew rûyê spîçolkî û biçûk hilda nav kefa herdu destên xwe, li çavên wê nihêrîn; kê dizanî bû li vî welatê dûr em ê cardin "bên arekî". Beşeve hat, sekinî û pirsî; dûr? Anegorî ku derê dûr?
-Wê demê li rojên sar dest û piyên te heya hindurê te mîna zoma li ser tas kevçiyan dicemidî, te reşayiya şeva dirêj mîna qîr qetranê pê dida. Xewnên qerebalix bi îskeîskên westiyayî dibirrîn û berê xwe dida rêwitiyeke nû.
Yanê ji welêt dûr, çiza'm ji B'ê, M'ê, S'ê welhasil ji ferhenga me dûr.
-Te xwe pindevekirî bû, kerre kerr dimeşiyayî. Ferhengeka wî zemanî hebû; rojên zû derbas dibûn, berfa hevrişimî, pencereyên zer vê diketin, faykeyên qalind, îskanek çaya zer li ber dikana hevalekî.
Wê rojê rûyê wî geş bû, qala jiyaneke nû û bi tendûristir de xeber dida lê dîsa jî cixare li pey hevdu vêdixistin. Planên nû, daxwazên nû... Hertiş gelekî nû bû, bêyî dilgiraniya wê ya sosret. Beşeve hat û got; çiraxê Bîlge Karasû mirina li netika kesên din didît. Mirin mîna xaleke biçûk hêdî hêdî reştir û mezintir dibû û axiriyê de diteqiya. Te bibêjî hebûna xwe mîna kuleka bêderman li ser dilê xwe digerand. Qey gedekî sade, aram û beşerxweş bû.
- Guhê xweş dida li ser gotinên te. Mîna berê, mîna çawa ji xwe re tişteke şengêl dîtibe, girîyê te hat û te xwest hûn ra bin. Ma te negotibû ez ê nebim tişteke şengêl bo hîç kesî!
Wî serê xwe ra kir û got: tu dîn î!
-Ji wan salên qîçik û zer pê ve, ez mîna perperokeka gêj û geş li gora xwe diçûm dihatim û tekane dildara min bizineka beş bû...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen