Clarîsa Pînkola Estes di pirtûka xwe ya “Women Who Run with
the Wolves/Jinên Tevî Guran Direvin” de wiha dibêje; berê,
çaxên qedîm de wateya peyva bi Îngîlîzî “alone” (tenêtî) yê “all one” bû yanê
bi zimanê me; hemû yek, bitûn an jî temam bû. Dîsa ane gorî gotinên Estes’ê wan
çaxan wateya tenêtiyê wekî niha neyênî nîn bû çikû heke mirovek “all one” yanî
bitûn, temam be dikare xwe şad hest bike, dikare ji xwe, ji hebûna xwe haydar
be. Lê belê serdema heyî gelek caran firsendê nade ku em di derheqa xwe de
bifikirin, ji hest, kirin û hebûna xwe haydar bin çimkî serîyê me her tim bi
aliyê înternet, reklam, tv, muzik, pirtûk û însanên din ve tê mijûlkirin. Di vê
serdemê de em her roj derheqa bi hezaran mirovan, serpehatiyan, çîrokan de
înformasyonê hildidin lê bi esasê xwe de ne haya me ji wan kes û çîrokan henin
ne jî a wan ji me. Em gelekî “îzole” nin lê mixabin hîç “alone” tenê nîn in. Carna
bi rojan destê me ji destên mirovekî din nakeve lê em di derheqa hemû
hûrgilîyên jiyana wan de agahdar dibin. Lê gelo Nothing Personalê tenêtî û îzolebûn
çawa nîşan daye?
Jineke
por sor bi tena serê xwe li xanîyekî vik û vala de rûniştiye; wisa xuya ye ku
ew mala xwe bar dike. Wê xwe kerr kiriye ji temaşeyî valahiyê dike; zehmet e ku
meriv ji nêrîna wê tiştekî fêm bike. Xemgînîyeke bêdawî belavî nêrîna wê bûye,
lê hêrs, destjêberdan jî. Bi gustîlka pêçîya xwe ve dilîze. Gelo ev gustîlka
zewacê ye? Helbet sedemeka jiyana wê hilweşandiye heye lê Urszula Antoniak bi
fîlma xwe ya "Nothing Personal" de vê sedemê rave nake. A girîng ew e
ku Anne dixwaze bi tena serê xwe dinyayê re derbas be biçe. Lê paşê çi
diqewime? Em ê dawiya fîlmê de bibînin.
Destpêk
Pirsên
takekasî nayên qebulkirin- peymana navbera jina cîwan û mêrik de ev e. Jinik di
baxçe de dixebite û karên malê dike; ew jî xwarînê û cihê razenê dide wê. Her
hewldana nêzikbûnê bi aliyê wê ve bi tundî tê redkirin. "NOTHING
PERSONAL", fîlma yekemîn a derhenêra Polonyayî Urszula Antoniak bi awayekî
cidî girêdayî vê peymanê dimîne. Fîlm ji nod xûlekî zêdetir berdevam dike lê
tevahîya vî zemanî de meriv dikare kêm tiştan di derheqa her du lehengên sereke
de fêm bike. Digel hemû mehremîyetê (du mirov li maleke tik û tenê de, xuyaye
ku dawîya dinyayê hatiye) di navbera her duyan de dûrahiyeke ku jina ciwan hîç
hewl nade xelas bike heye. Wêneyê wan her duyan bi awayekî cidî ji hevdu dûr tê
girtin ku bîrewerîyeke rojhilatê Ewropayê ya sade der dide; dewr û berên derava
Irlandayê, jiyana sade a mêrikekî tenê ku ew debara xwe bi vî erdî dike (xuya
dibe ku hemû kirinên wî yên rojane bes xwendina pirtûkan, karên baxçe û girtina
masîyan e), ji gorrepanên berfireh re ba lê dixe.
Urszula
Antonîak bi fîlma xwe ya çîrokane ve bala me dikşîne li ser tenêbûneke dilî. Jineke
nêzikî 30-35 salî terka “her tiştî” dide û bi tena serê xwe dikeve rêyan.Me bi
zanetî her tişt ji nav kevanekê de nivisî ji ber ku destpêkê pê de derheqa
jiyana vê jinê yak u ew terk dike, têkiliyên wê, agahiyên takekasî de hîç
tiştek nayê gotin. Bes lehenga fîlmê li ser perwaza pencereya xanîyekî vik û
vala rûniştiye û gustîlka di pêçîya xwe de ba dide û dawiyê de wê jî derdixe
dide li ser perwazê. Meriv dikare bibêje ku lehenga fîlmê berê zewicî bû û êdî
hevserê xwe terk dike lê belê meriv dîsa dikare bibêje ku ev gustîlk nîşaneya
hemû “zewacan” yanê girêdayîbûn, têkildarbûn, berpirsiyarbûn û heya dîlbûnan e.
Dema
berpirsiyariyên bê dawî ji dora meriv digirin, dema têkiliyên rojane ne tetmîn
dikin ne jî tenê dihêlin, dema meriv ferq dike ku emr ji nav gilî gotinên bêkêr
de dêrs dibe û diçe “çûyîn” wekî peyveke efsûnî diçûrise li ser bêhntengîya me.
Nothing Personal fîlmeke çîrokane ye ji ber ku efsûna terkirinê, çûyînê bi
awayekî çîrokane, efsûnî hatiye nîgarkirin. Jineke bi tena serê xwe, ji nav
bedewîya sirûşta Îrlandayê de bêminet digere, xêncî çentê li piştê hîç barekî
wê nîn e. Ew azad e! Belê, lehenga me ji nava sirûşteke ewqas bedew de winda
dibe ku meriv dibê qey ew êdî bi bedewîya xwezayê û tehma azadiyê ve mest bûye
lê belê ew dema otostop dikşîne pişta xwe ji aliyê seyare tên ve dike ku rûyê
wê neyê dîtin. Belê,ev sehneye risteyeke Rênas Jiyan tîne ji bîra me; “Ji qewmê
pezkovîyan re xew xeram e!” Di vê pergala bav salar, mêrane de jin jî wekî
pezkovîyan dive her hişyar bin ku neyên nêçîrkirin. Jixwe em mafdariya we
hinekî şûn ve baş dibînin.Ew ji kamyona mêrekî siyar dibe lê piştî çend
lehzeyan ev kesa bi awayekî eşkere, bêtirs û xof dest bi mizdana penîsa xwe
dike lewre li gorî çanda mêrane heke jinek bi tena serê xwe otostop kişan dibe
dive bona encamên vê azadiyê amade be. Û ew dêrî ve dike pêşiyê çenteyê xwe
paşê jî bedena xwe davêje li kêleka rê. Belê xwe nezaniyê ve danayne, çavên xwe
nagire û nasekine, bi tirsê xwe kerr nake, ji ber mêr nagere lê çentê xwe
hildide û xwe ji kamyonê davêje.Ji ber ku wê mizakereyên di navbera xwe û çanda
mêran de bi kurt ve birrîye avêtiye.
“Her jin bona
ku hebûna xwe bidomîne divê baceyê bide çanda mêrane. Ev baçe ew e ku carna li
hemberî tacîz, destdirêjî, êrîşan devkî xwe kerr dikî carna jî destê xwe bi
zanetî azadiyên xwe yên bingehîn dikşînî.”
Piştî
xwe avêtina wê ajokar jî kamyonê dide sekinandin û ji wê re dide xeberan lê
belê em dibînin ku ew ji mêrê êrîşkar nareve heya berevajî vê li ser wî de
diqare, te bibêjî qey xwe ji dînî davêje.
Hinekî
şûnda em dibînin ku ew ê şûşeyek daye ji destê xwe dike ku ji sûlavê tijî ava
vexwarinê bike lê mil û pêsîra wê tev de şil dibe, av diçilke li ser her dera
wê. Û em çi bibînin baş e! Kanîyeke biçûk li hemberî sûlavê disekine. Meriv
dikare wisa şîrove bike ku Urszula Antonîakê bi vê sahneyê xwest rasterast
nîşan bide ku lehenga Nothing Personal ê ne bes ji têkîliyên mirovan, ji hemû
berhemên mirovan direve. Kanî li wir disekine lê ew pêşiyê nabîne, piştî ku şil
dibe û nikare avê vexwe çavên xwe li kanîyê dikevin. Belê ev sahneya di derheqa
dawîya fîlmê de fikreke girîng dide lê em niha nakevîn vê mijarê.
Jin û Malbat
Ew
devê sergoyên tesîsa rawestanê ve dike, xwarînên nîv-genî, sandwîçên nîvcî
derdixe, bi cihên negenî ve zikê xwe têr dike li hemberî wê jî malbatek digel
du zarokên xwe rûniştine û xwarinên xwe yên baş ambalajkirî dixwin. Jina xwedî
malbat dipirse “hewceya te ji alîkariyê heye?” û ew dibersivîne “na, lê ya te?”
Jina xwedî malbat mirûzê xwe tirş dike, vedigere li ber xwe lê îcar jî ew
nasekine û dibê; gelo hûn dikarin hinek xwarin bidin? Lê bersîv amade ye; na!
Xwarin bona zarokên me nin.
Malbat
sazîyeke dabeşkar û girtî ye. Endamên malbetê li hemberî mirovên “biyanî” yên
ji ne malbatê her tim piştgiriya hevdu dikin- an jî wisa tê qebulkirin ku divê
bikin. Lê lehenga Nothing Personalê him bi bersîva xwe ya curetkar ve mirûzê
jina xwedî malbat tirş dike him jî dawiyê de hinek xwarin dixwaze. Yanê him
dibê ku “belê ez tenê me lê ji te kêmtir nîn im, ji malbatbûnê bawer nebe, dibe
ku hewceya te jî ji min hebe” him jî dîsa dibê “ji destketiyên jiyana xwe
hinekî jî bide min.”
Romantîzm
Nothing Personal wekî
berhemeke Ewropî hatiye çêkirin, nêrîn û hişmendiya Ewropî temsîl dike û ji vê
yekê haydar e yanê jixwe îddîayeke wê ya din jî nîn e. Bona vê taybetmendiyê ye
ku em dikarin bibêjin “Nothing Personal” vejarteyeke erênî ye. Her çi qasî di
fîlmê de bandora romantîzmê bi awayekî eşkere xuya bibe jî Nothing Personal ji
îddiaya resenitîyê dest dikşîne û dîmena Irlandayî ya bervelav serobino dike.
Fîlma Antonîakê bi taybetmendiyên komedîyên romantîk ve dest pê dike; jineke
ciwan terka jiyana xwe ya netetmînkar dide û dikeve rêyên welatekî biyanî ku li
wir ew hin nirxên nû keşf dike û ji kesekî niştecih re yanê ew mêrikî re
têkiliyekî ava dike. Wekî Rosa Gonzálezê jî gotibû gelek fîlmên vê axirîyê
Irlandayê wekî cihê wan “rêwîtiyên pakkirina giyanî” hildibijêrin. (2010). Cihê
Nothing Personal lê hatiye çêkirin bes bi Connemarayê ve hatiye sînorkirin û
derhenêr hevpeyvînekî de di derheqa vê
mijarê de dibêje ku ev biryareke awarte bû ji ber ku stîdyo li County Wicklowê
bûn û derfetên bo fîlm çêkirinê ên li Connomerayê ew qasî nebaş bûn. (Antoniak
2009). Lê belê ev dejavantaj bi awayekî hêsa bona giranîya sembolîk a fîlmê
hatiye bikar anîn. Di bin bandora romantîzma Ingîlîzan de ev herem bi israrî
wekî sembola şêwazeke jiyanê ya gundewarî û sade lê dîsa jî bi aliyê giyanî ve
dewlemend hatiye dîtin, ku ev yeka dikare jehrkûjîya xerabîyên modernîteyê
bike. (Duffy 1997: 67-69). Ev dîmena Rojavayî hê di salên 1990î de bi The
Field’a Jim Sherîdan ve hate vejandin û Nothing Personal jî bi awayekî bêminet
xwe girêdayî heman şêwedarbûnan dike. Fîlm di destpêkê pê de navbera Ewropaya
Parzemîn û Irlandayê de dijbertîyeke rasterast ava dike: Ewropaya Parzemîn wekî
bajarî, modern û materialîst tê pênasekirin û dibe nîşaneya bêganbûnê lê
Irlandayê jî wekî nîşaneya gundewarîtîyê, jiyana berîya endûstrîyê, nirxên
giyanî û ahenga jiyînê pênase dike.
Her ku mijar tê ravekirin
dijbertiya navbera “modern” û “nêrît” ê zêdetir eşkere dibe lewre dibe ku bê
gotin Nothing Personalê xwe li ser “rêzgeha îdeolojîya kapîtalîst” ava kiriye.
Di navbera Ewropaya Parzemîn a bajarî û Irlandaya gundewarî de şahrêyeke wekî
nîşaneya guhertina demê hatiye bikar anîn heye ku ev yek di derheqa dema mijarê
de hin delîlan dide: hîç nebe wisa xuya dibe ku ew aşên bê nîşan didin ku fîlm
di dema heyî/niha de derbas dibe. Gava ku lehengê fîlmê derbasî cihê dûyemîn
(Irlanda) dibe rêçên hemçaxiyê jî kêmtir dibin, bo nimûne kiryarên wekî çêmen
qutkirinê tesîreke wisa dide ku ev kiryara ji dema borî hatiye kirin. Di
tevahiya fîlmê de wekî alafeke medyayê bes radio heye. Dibe ku ev radyo derheqa
jêderên bûyerên sosyal, polîtik û aborî ên dibe ku bicihkirina bûyer û demê de
alikariye bikin agahiyan bide lê nûçe bes di derheqa spor û mûzîkê de nin.
Sêhreka Ecêw
Piştî
çend rojên ji nav sirûşta Îrlandayê ya bêhempa ve ew bi tesadûvî rastî xanîyekî
tê. Çawa ku çîroka bi navê “Fatika êtîm” de Fatik dema dikeve ji mala 7 cûceyan
dest bi şûştina kirasên qirêj, malaştina malê dike, lehenga Nothing Personalê
jî cihê fîncanên qewhê rast dike, derbasî jûra razanê dibe û li ser nivîsan
hereketên pevşabûnê dike. Lê meriv bi hereketên wê ve dikare fêm bike ku ew her
çi qasî bi tena serê xwe be jî hereketên wê nîşan dide ku ev pevşabûneke (an jî
xwe-şabûn) takekasî nîn e. Kesekî/a xeyalî heye. Jixwe dema ra dibe li ser xwe
çend têl porên xwe dirûçikîne û dide li ser nivînan.Meriv dikare bibêje ku
lehenga Norhing Personalê her çi qasî bi daxwaza tenêtîyeke têkûz/ temam ve
derketibe rê jî hêdî hêdî meriv dibîne ku wê xwe bi temamî bona mirovên din û têkiliyan negirtiye.
Hemû
ev gotinan ji bona temaşevanên minimal gelekî xeternak xuya dibin, lê bi
awayekî ecêwî, na wisa nîn e. Dibe ku sedema vê artist Verbeek be lewre ew te
bibêjî qey ji bona bibe artîs hatiye li ser rûyê dinyayê. ji Verbeekê tê ku
rolê xwe yî nazik bi saya hin nêrînên kurt û watedar ve ji têra xwe saxlem
bike. Dibe ku ew dîmenên tenêtiya bakur-rojavayê Irlandayê yên nepenî lê
misoger ji nişke ve daxwaza ku meriv ji nav xwezaya hovane de bi tikûtenê şer
bike dide. Ev jî efsûna fîlmê ya ecêw e ku her tiştî gelekî eşkere û siruştî
dide qebulkirin lê dibe ku heman efsûna bibûya sedema bêhntengî û xemgînîyê jî.
Lê belê wisa nabe.
Heya
ku çîrokeke evînîyê jî heye. jinik, mêrikê kal û tenê nas dike ku mêrik piştî
mirina jina xwe li mala xwe ya gelekî tenha de bi tikûtenê û ji nav rihetî û
luksê de dijî. Ev yek rasterast dijberî jîna wê lê dawiyê de mêrik bû kesê herî
nêzikî wê. Peymana wan ew e ku jinik li karên baxçe û malê de bixebite pêşberî vê
jî mêrik xwarînê bide wê. Jinik bersîvandina hemû pirsên takekasî red dike-
heya ku navê xwe jî nabêje- li derve bi tena serê xwe xwarinê dixwe, çadira xwe
ya biçûk de radizê lê her du bi gavên biçûk hêdî hêdî nêzîkî hev dibin. Di nav
kar û barên rojane de gava çavên wan rastî hevdu tê dibişirin, bi diyarikirina
tiştên biçûk yên wekî teyîpekî an jî xwarineke kartolan dilê hevdu şa dikin,
xwe kerr dikin lê ev yek nikare veşêre ku bala wan çi qasî li ser hevdu ye. Ew
bi dizîngava tev digerin, ji dostanîya hevdu şa dibin lê dev ji dûrahiya wan bi
zanetî hilbijartibû bernadin.
Dawîyê
de xwedîyê xênî derdikeve tê û em fêm dikin ku wî jî tenêtiyeke dilî
hilbijartiye lê ew li gorî wê aram, xwebawer û biryardar e. Pêşîyê rêzikên
têkiliyê bi aliyê wê ve tên dayin; Nothing Personal! Yanê dive hîç tiştekî
takekasî parve nekin, heya ku navên hevdu jî nizanibin. Lê di dawiyê de em dibînin
ku jinik wekî pêzkovîyeke fêrî şekirê destê mirovan bibe, gav bi gav kedî dibe
û bêtirîn dikeve li malê. Mal/xanî aîdî mêrik e û jinik gav bi gav dikeve ji
nav xanîyekî din an jî girêdayî têkiliyeke din dibe. Lê îcar jî dora revê tê ji
mêrik. Em dibînin ku jinik êdî bona dermanên mêrik endîşe dike, wî û
tendûristiya wî re mijûl dibe lê berteka mêrik gelekî xerab e. Diyar e ku mêrik
ji sêrî de xwe ji bona têkiliyê vekirî nîşandibe jî tixûbên wî yên takekasî bi
awayekî kûrtir diyar in. Belê ew bi rihetî mala xwe jê re parve dike, navê xwe
û çîroka jiyana xwe rave dike lê dîsa jî rê nade ku “kesa biyanî” bi temamî
bikeve “mala” wî. Belê, jinik ji sêrî de tûndiyê, têkiliyan, mirovan direve û
bi awayekî eşkere berteka xwe li hemberî hemû hewlên nêzikbûnê nîşan dide lê
dawiyê de bi dilî dikeve “mala” kesekî din û heya dema Martin laşê kêrgûşka
mirî davêje li rûyê wê, yanê tûndîyê ji wê dike Anna dîsa wekî pezeka kedî dide
pey wî û diçe li malê.
Bi rastî fîlm nikare
rehendên civakî û polîtîk ên ku herî zêde temsîla tundîyê ve eyan dibe bi
awayekî serkeftî bigîne. Ji Nothing Personalê pê ve tundî bi dizîngava der tê,
ji nişke ve û bi israrî xwe nîşan dide. Temaşevan bi cara yekemîn tûndiyê li
şahrê, gava ku ajokar bi awayekî zayenditî Annayê aciz dike dibîne. Her çi qasî
ew bikaribe bireve û xwe ji êrîşkar xelas bike jî, êrîş berdevam dike heya ku
ew diçe û li nav dîmena bihûştî a bestên Irlandayê de winda dibe. Her çi qasî
bi tevahiya fîlmê de tundîti bi şêwaza zayenditîyê ve hatibe nîşandayîn jî vê
şûnda êdî cureyeke tundiyê yî din jî derdikeve li hole. Êdî tundî di navbera du
mirovên xwerazî de ye û mêrbûn û jinbûn ji nav vê tundîtiyê de bibandorkar nîn
e. Navbera van her du kesan de êdî bandora zayenditîyê kuta bûye, ev her du
mirov ji dûrî jinbûn û mêrbûnê wekî tu kesan ji hevdu re têkilî daydinin.
Di dawiyê de em dibînin ku
Martin tenêbûna xwe diafirîne û diparêz e lê Anna bi awayekî hêsayî dev
jê berdide. Li cihekî de Martin ji Annayê dipirse dibê tu çi dixwazî? Bersîva
Annayê pir sade û hêsa ye; dixwazim wekî te bim, li vir tik û tenê. Lê sahneya
dawîn de em dibînin ku Annayê dîsa çenteyê xwe daye li pişta xwe çûye li
hostelekî.
Nivîskar: Rojda Yaşik, Pêşrew Mohammed