Rohat Alakom di
pêşgotina pirtûkê de dibêje ku; “iro rewşa jinan, maf û azadîyên wan, tevger û
têkoşîna jinan li her welatî bûne babêta lêkolînên fireh, bêhejmar berhem tên
amade kirin û lêkolîn tên çêkirin, hemû ev karan çawa em dibînin beşeke xebatên
zanistî-lêkolînên jinan (women’s studies) pêk anîne.” Berdevamiya van hevokan de meriv fem dike ku
birêz Alakom vê xebata xwe jî wekî nûmûneyeke xebat/karên jinan (women’s studies)
dibîne. Belê bi rastî jî, ne bi tenê jiyan,maf û têkoşîna Jinên Kurd, hemû
mijarên di derheqa Kurdan de, zimanê Kurdan xwe û heya dîroka Kurdîstanê jî bi
hêviya lêkolîn û nivisînê nin. Lê ji kirinê xweştir tiştek hebe ew jî teqes
kirina rast û qenc e. Wekî mînak, di derheqa dîroka Kurdistanê de jî bi hezaran
xebatên heya niha hatine kirin henin lê zêdepariya wan bi destê dijminên Kurdan
ve û gorî hişmendî û berjewendîyên wan hatine kirin. Lewma jî her çi qasî bi
aliyê tesnîfkirinê ve meriv van xebatan jî wekî “xebatên di derheqa dîroka
Kurd/Kurdistanê” bi nav bike jî, wate û pênaseya van xebatan gorî îdeolojî û
armanca kesan yekser ferq dike. Wekî vê her çi qasî gelek xebatên di derheqa
jiyan, maf û dîroka tevgera jinan de hebin jî zêdepariya van xebatan bi
hişmendîyeka pederşah ve û gorî nirxên pederşahiyê hatine kirin.
Lê gelo “Li
Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINÊN KURD ji nav xebatên jinan de çi îfade dike?
Ji çaxên qedîm pê
ve mirovan tim zanibû ku hêza/erka binavkirinê rasterast di derheqa pênasînê de
ye û desthilatdarîyeka xurt dide xwedîyê navan. Lewre xwedîyê navan gorî hewce
yên xwe, hişmendî û berjewendîyên xwe navan belav dike. Li nav xebatên jinan de
jî binavkirin û pênaseya jinan a bi aliyê mêran/çanda pederşah ve hatiye kirin
cihekî girîng digire. Li çawirdora dinyayê xebat û rexneyên tevgera jinan dike
ku, gotîn, îfade û pênaseyên jinan gorî hişmendî û berjewendîyên çanda pederşah
pênase dikin îfşa bike û ji dewsa van ên desthilatdariya pederşahiyê bihêztir û
domdartir dikin zimanekî nû biafirîne.
Ji bona bikaribim
mabesta xwe bi awayekî zelaltir rave bikim dixwazim pêşiyê heman mijarê bi
nasnameyên Tirktî û Kurdtîyê ve rave bikim. Jixwe di hemû şêweyên desthilatdariyê
de rewş kêmzêde wekî hevdu ye. Wekî vê gorî hişmendîya desthilatar a li
Tirkiyeyê Kurdbûn kêmasîyek, qusureka mezin e. Lewre Kurd her çi qasî xwe ji taybetmendîyên
wekî “kurdbûn” tên nîşandayin rizgar bikin yanê her çi qasî bişibin Tirkan/Tirktiye
ew qasî hêjatir, meqbultir dibin. Bi aliyê desthilatdaran ve tên qebulkirin. Ev
yek wiha ye ji ber ku nav û pênasîna Kurdbûnê bi aliyê dijminên Kurdan ve tê daynîn.
Wekî vê ji dîroka nivisî pê ve mêran bi hezaran caran tarîfa “jintîya meqbûl”
daye, her dîn, îdeolojî, heya her “serokî” gorî xwe pênaseyên jinbûnê kirine.
Carna ev pênaseyan yekser ji devê pêxember,şêx an jî serokekî wekî
qanûn/rêgezekî hatine kirin lê gelek caran jî bi rêya wêje,hûner,muzikê ve bi
awayekî “estetîk” jin bi aliyê mêran ve hatine “perwerdekirin” û pênasekirin.
Xebateka bi îddaya tevkarîya kar/xebatên jinan (women’s studies) ve tê
amadekirin divê hîç nebe, binavkirin û pênaseyên çanda mêrtîyê bi kar neynin an
jî li nav nîşaneka dunikê de bi awayekî rexneyî bi kar bibin.
De ka werin em
vegerin li ser pênasîna jinan a di pirtûka birêz Alakom de;
“Şeref xan di
şerefnameyê de, vê jina Kurd wek ‘jineke mêrxas
û egid’ bi nav dike” (rpl:33)
“Ev xanima Kurd wek mêran di rêvebirina kar de xwedî
kabîlîyetekî bû” (rpl:34)
“Canfidayî, mêrxasî û cengawerîya jinên Kurd wusan
ji bala medya cîhanê kişandiye ser xwe” (rpl:74)
“Adîlexanim
jineke bi cesaret, zana, keçebav û
xwedî otorite bûye.” (rpl:85)
“…. Jineke bi
navê Na’a Nêr mêrxasî û egîtîke
mezin nîşan dide, bi xwe çekçêkir (silahçêkir) bûye, li dijî hêzên Ingîliz
şer kirîye. Çawa tê zanîn peyva “nêr” ji
bo hebûnên wekî mêran tê bi kar anîn, ew wek mêran bûye…”
Bi sedan îfade û
gotinên mêrane di pirtûkê de cih girtine lê bi dayina bi tenê çar mînakan ve
meriv dikare rasterast bibine ku “mêr-xas” peyveka yekser pesna mêrtiyê dide,
ji bona jinan tê bi kar anîn. Her desthilatdarî komên ji bin destê xwe de gorî norm/nirxên xwe dinirxîne . Çawa ku gorî
Tirktiyê divê Kurd û welatê Kurdan tim gorî berjewendîyên Tirkan bên nirxandin
û Kurdê herî meqbûl jî ew ên xwe dişibînin/dixwezin bişibin Tirktiyê bin, wekî
vê çanda mêrtiyê jî jinbûna meqbûl gorî berjwendiyên xwe pênase dike. Gorî
çanda mêrtiyê jî jin divê tim di bin kontrola mêrtiyê de bin lê heke kêm caran
çend kesên bi awayekî desthilatdarî destxistî hebin wan jî wekî “xasên mêran”, “kesên
dişibin mêran” pênase dikin. Heke jinek bişibe jinan/jintiyê divê newêrek,
bindest û belengaz be, ji ber ku jin di bin desthilatdariya mêran de wiha tên
pênasekirin û neçar dimînin ku wiha bin. Lê belê carna nav jinan de jî kesên “wekî
mêran”, “mêrxas” derdikevin!
Wekî vê, gorî
çanda mêrtiyê bedena jinan bi tenê ji bona hebûna zarokê malzarok ye lê belê
nijad/kok ji bêv tê. Lewma jî gava keçikek gorî nirxên civaka pederşah
werêk,serxwe, xwebawer be jê re dibên “qîza bavê xwe” yanê dîsa pênaseya jinê
li mezinkirina mêr/bav ve pêkan dibe.
Birêz Alakom hemû
gotin, pênase û binavkirinên civaka pederşah bê rexne dubare kiriye. Wekî mînak
bi tevahiya pirtûkê de zewaca jinan wekî “qîz dayîn, qîz xwastin, ji xwe re
wekî jin hildan/birin” tê pênasekirin. Lewre civaka pederşah jinan wekî
kes/xwedîyê îradeyê bi nav nake û jixwe zewaca jinan jî bi dest û destûra
bav,bira, mam an jî mêrekî desteser ve tê kirin.
Hemû kod, tabû
(bestel) û edetên çanda pederşah bi her rave û gotinê ve cardin hatine
dûbarekirin.
“Carina jî xortek
bi keçekê re hevaltîyê dike, keçanîya wê xirab dike, paşê jî li wê xweyî
dernakeve,…” (rpl: 27)
Wekî bi awayekî eşkere tê dîtin ku ew bestela dibê ku
divê jin zayendîtiya xwe ji ser navê “şerefa” mêrên mala “bavê” xwe biparêze. Heya
ku bi destûra mêrên malbatê nîn be kesekî re nezewice û heya divê çu carî hay ji
potansîyela xwe ya zayenditî nîn be. Wekî hemû civakên din yên pederşah civaka
Kurdan jî li ser navê “keçanîyê” gelek jinan dikûjê, zêdepariya keçikên Kurd bi
zaroktiya xwe pê de bi gelek awayan bi “keçanîyê” ve tên tehdît kirin. “Keçanî”
wekî qîmetekî herî giranbiha tê parastin ku gava keçik mezintir bû bi aliyê civata
pederşah ve wekî “bûkeke meqbûl” bê dîtin. Gorî nirxên
civaka pederşah qîmetê jinan û hurmeta li hemberî wan girêdayî parastina “namûsê”
ye. Zayenditî û bedena jinan “namûs” e û xwedîyên namûsê jî mêr in. Mêr ji bona
“namusa xwe” biparêzin tim ditêkoşin. Lê carna, serdemên şer de heke êdî çu
carê nîn be ku “namûs” bê parastin îcar jî jinên "mêrxas”, “meqbûl” divê
bi awayekî xwe ,“bedena xwe” ji ber êrîşên dijmin bifilitînin ku “namusa” mêrên
xwe nexin ji bin pîyan.
“Çawa tê xuyan,
piraniya jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin, ya xwe xeniqandine, ja jehr
xwarine, ya jî xwe jî kelê de avêtine.” (rpl:35)
“Gelek keç û
jinan jî, tenê ji bo nekevin ber destê dijmin, anîne xwe ji kendalan de avêtine
an jî xwe avêtine robar û çeman xeniqîne.” (rpl:50)
Di nav civaka
pederşah de her tim pesnên jinên ji bona nekevin ji destê dijmin an jî destê
mêrekî, xwe dikujin tê dayîn. Birêz Alakom jî di gelek cihên vê pirtûkê de pesna
xwe kuştina van jinan dide.
Di rûpela 58an de
wiha tê gotin; “Anî Xatun xûşka mebûsê Dêrsimê Dîyap Axa bûye, çawa em ji
çavkanîkê din fêr dibin ev gilî- gotinên ku derheqa Anî Xatûnê de hatine
derxistin, bi zanetî ji aliyê hêzên dewletê de hatine belav kirin,….”
Di heman rûpelê
de dîsa tê gotin ku Tirkekî pirtûkeka bi navê “Dersim-37” ve nivise û kiriye ku
navê Besê wekî jineke “mêrxapînok” û “bênamûs” derxe.
Helbet nivîskar
dîsa rexneya du nirxên çanda mêrane yên wekî “nav derxistin” û “nav belavkirin”
ê nake. Me li jorê hinekî qala hişmendiya çanda pederşah ya civatê kiribû,
jixwe ev pirtûk jî heman çandê diparêz e. Raveya mijaran jî gorî nirxên çanda
pederşah dike lewma jî ji dewsa rexnekirina gotinên wekî “nav derxistin, nav
belavkirin, binamûs-bênamûsîyê” idda dike ku ev bi tenê îftirayên dijmin in.
Ji bona meriv bikaribe gotina “mêrxapînok” nîqaş bike jî divê merîv dîroka çanda desthilatdar ya mêran bi awayekî hurgilî binêr e. Lê bi kurt û kurmancî meriv dikare bibêje ku ji dîroka desthilatdariya pederşah pê ve hêza jinan ya zayenditî wekî çekeke herî bibandor tê dîtin. Lewma jî potensîyela jinan ya zayenditî bi aliyê zêdepariya olan/dînan, rêxistinên siyasî û leşkeri, qanûnên dewletê ve tê kontrolkirin. Ev yek bûye sedemeke bingehîn ku jinan ji malan de dîl bigrin, derketin û gerrana ji derve qedexe be. Wekî vê beden û kincên jinan jî gelek caran gorî heman hişmendiyê hatiye kontrolkirin. Yanê heya ku hêza binavkirinê ji destê çanda pederşah be, gorî gelek sedeman dikarin jineke wekî “mêrxapînok” pênase bikin. Lewma jî ew kesên ku dixwazin navê û şana Besê biparêzin divê bikaribin ku pêşîyê çanda pederşah rexne û îfşa bikin.
Ji bona meriv bikaribe gotina “mêrxapînok” nîqaş bike jî divê merîv dîroka çanda desthilatdar ya mêran bi awayekî hurgilî binêr e. Lê bi kurt û kurmancî meriv dikare bibêje ku ji dîroka desthilatdariya pederşah pê ve hêza jinan ya zayenditî wekî çekeke herî bibandor tê dîtin. Lewma jî potensîyela jinan ya zayenditî bi aliyê zêdepariya olan/dînan, rêxistinên siyasî û leşkeri, qanûnên dewletê ve tê kontrolkirin. Ev yek bûye sedemeke bingehîn ku jinan ji malan de dîl bigrin, derketin û gerrana ji derve qedexe be. Wekî vê beden û kincên jinan jî gelek caran gorî heman hişmendiyê hatiye kontrolkirin. Yanê heya ku hêza binavkirinê ji destê çanda pederşah be, gorî gelek sedeman dikarin jineke wekî “mêrxapînok” pênase bikin. Lewma jî ew kesên ku dixwazin navê û şana Besê biparêzin divê bikaribin ku pêşîyê çanda pederşah rexne û îfşa bikin.
Bi rastî, heke
min biçeribindiya ku qala hemû pênase,gotin, fikrên bi awayekî eşkere kêrî
bihêztir û domdarkirina çanda pederşah tên bikira, divê naveroka vê nivisê zêde
dirêjbibûya. Lewma jî min xwest ku hîç nebe bi dayina çend mînakên sereke ve,
bi kurtasî nîşan bidim ka gelo gorî vê pirtûkê bi îddaya tevkarîya xebatên
jinan ve derçûye jin bi çi awayî pênase kirine. Rohat Alakom di tevahiya pirtûkê
de bi zimanê civakê ve xeberdaye û her mijarek jî dîsa wekî hişmendiya civaka
pederşah rave kiriye. Helbet baş e ku di sala 1995an de mirovekî di derheqa
jinen Kurd de him jî bi zimanê Kurdî ve pirtûkek nivisîbe lê belê divê cardin
bê gotin ku ji kirinê çêtir kirina rast û qenc e. Çawa ku em divê pirtûkên bi destê
Tirkan ve gorî hişmendiya Tirktiyê li ser Kurdan û Kurdistanê hatine nivisîn bi
awayekî rexneyî bixwînin û îfşa bikin, divê heman yek ji bona xebatên bi hişmendiya
çanda pederşah ve hatine nivisîn ve jî bê kirin. Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JINEN
KURD jî yek ji wan xebatanan e ku divê bi aliyê kesên cuda ve bi perspektifeke
femînîst ve bê rexnekirin.